Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN

  • rojane
  • 14:16 12 Hezîran 2023
  • |
img

AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jinûve hat darizandin lê nehat berdan. Mizrakli, di danişînê de wiha got: “Me serî netewand û dê netewînin.” 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya “Endamtiyar rêxistin” hatibû darizandin û 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hatibû birîn. Lê belê 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev ceza betal kiribû. Danişîna ewil a jinûvedarizandina Mizrakli li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Mizrakli, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Mizrakli Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal jî di danişînê de amade bûn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş û gelek siyasetmedaran jî danişîn şopandin. 
 
PARASTINA MIZRAKLI 
 
Mizrakli, têkildarî îdiayên li ser wî tên kirin parastina xwe wiha kir: “Ji ber îfadeyên derewkarekî yên 4 sal berê hatim girtin. Di wê baweriyê de me ku weke şandeya dadgehê hûn ewqas bikêr in ku rastî û derewê ji hev cuda bikin. Dizanim ku kesên li ser îfadeyên heman îftîrakarî hatibûn girtin, hatine berdan. Lê ez 4 sal in girtî me û ev yek nîşan dide ku ev rewş pir bi ser teqdîra hiqûqî ya dadgeha we ye. Ev rewş bi hiqûqê nayê vegotin. Ev, dozeke kompasê ye. 
 
‘EM BI PERGALEKÎ TAYBET HETA ÎRO HATIN’
 
Mizrakli, bal kişand ser bêhiqûqiyên di pêvajoya dozê de û ji Lijneya Dadger û Dozgeran re şandiye û li vir bal kişand ser biryara “şîretê” û wiha got: “Ma ez ku dera vê sererast bikim? Di vê dozê de hiqûqeke taybet, pergaleke taybet hatiye avakirin û heta îro em hatin. Heke we di vê dozê de biryara beraetê dabûya, nedikariyan pergala qeyûman bidomînin. Di hiqûqê de vîdayekê eyarê heye. Mîna pêvajoya niha em dijîn. Li vê derê ez û ev doz dibin vîdayê eyarê yê hiqûqê. Sedema temamiya vê pêvajoya darizandinê û bêhiqûqiyan neçareserkirina pirsgirêka kurd e.”
 
ÎTÎRAFÊN SOYLU BI BÎR XIST
 
Mizrakli, gotinên Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu yên “Ez bûm wezîrê karên hundir. Serokwezîrê me bangî min kir û got; ‘Suleyman, ez şaredariyên HDP’ê yên başûrê rojhilat ên HDP’ê, ji şaredariyên PKK’ê aciz im. Ji ber ku ev zarokan dişînin çiyê. Bacên dewletê ji PKK’ê re dişînin. Ew jî weke gule li Mehmetçîkên me vedigerin. Tu dê tavilê van ji peywirê bigirî.’ Yaw daxwaza min çavek bû lê Tayyîp Erdogan du çav dan min. Du roj ketin navberê, saet di 8’ê de me tevek ji peywirê girtin.” bi bîr xist. Mizrakli, wiha pê de çû: “Ev doz, li ser daxwaza otorîteya siyasî hate vekirin. Îktîdarê ji bo tayînkirina qeyûman ji ewil hincetên ‘ji rêxistinê re pereyan dişînin’ û ‘kirariyên bêusulî’ nîşan da. Mifetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karên Hundir peywirdar kir. Van mifetîşan rapor amade kirin û gotin ku tu tiştek nehatiye bidestxistin. 
 
Piştî ku min dest bi peywirê kirî derheqê min de dest bi agahiyên manîpûlatîf kirin. Êdî gotinên manîpûlatîf û rastiyê cihê hev girtin. Serçeteyê girêdayî dewletê Sedat Peker derheqê rojnameger Hadî Ozişik de hinek îfşa kiribûn. Ozişik derheqê min de îdiayên weke ‘ji rêxistinê re pereyan dişîne’ û ‘endaman bo çiyê dişîne’ kiribû. Lê ev tevek jî derew in. 
 
Ez li ser îfadeyên şahida eşkere Hîcran Berna Ayverdî hatim girtin. Ayverdî dibêje; ‘me emeliyatxane amade kir, agahî da Selçûk Mizrakli, hat û emeliyat kir.’ Weke bijîşkekî heta ez muayeneyê nekim, teşhîsê nekim û rêbazê diyar nekim nikarim emeliyatê bikim. Gelo di rewşekî wiha de ez ê çawa biçim nexweşekî emeliyat bikim? Ev yek tiştekî deraqilî ye. Nexweşxane ne cihekî wisa ye ku her kes were û biçe. Îcar emeliyatxane hîç cihên wisa nînin.” 
 
“ME SERÎ NETEWAND Û DÊ NETEWÎNIN” 
 
Mizrakli, bal kişand ser şêweyên bidarvekirina pêşengên kurdan û helwesta wan a “serî netewandinê” û wiha got: “Berxwedêriya me jî ji wir tê. Me tu carî serî netewand û dê netewînin jî.” 
 
‘KURTEYA DOZÊ GOTINÊN SOYLU NE’
 
Piştre jî parêzeran parastin kirin. Parêzer Cîhan Aydin gotinên Soylu yên berê yên têkildarî qeyûman bi bîr xist û got ku ev gotin kurteya vê dozê ne. Aydin, da zanîn ku bi îdiayên weke “ji rêxistinê re endam şandine”, “ji bo kolandina hendekan wesayîtên şaredariyê bi kar anîn” û bi îfadeyên şahida eşkere Berna Ayverdî re operasyoneke manîpulasyonê tê kirin. Aydin, bi bîr xist ku kesên li ser îfadeyên Ayverdî hatin girtin piştre hatine berdan û ev tişt anî ziman: “Lê Selçûk Mizrakli girtî ye. Ji ber ku ev ne doza sûc û ceza ye lê doza qeyûm e. Dadgeha Bilind doz betal kir. Divê dadgeh nêrîna xwe biguherîne.” 
 
‘DOZEKE SIYASÎ YE’
 
Parêzer Muhsîn Bîlal jî got ku hêza sereke ya li pişt vê dozê, otorîteya siyasî ye û dozeke siyasî ye. Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî da zanîn ku doz ji ber 6 sernavan ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye betalkirin û sedemên weke delîl hatine nîşandan jî hatine pûçkirin. Aktar, destnîşan kir ku doz bingeha xwe ji têkiliya serdestiyê ya li ser gelê kurd hatiye avakirin digire û wiha pê de çû: “Bingeha vê dozê ji îtîraza li dijî serdestiyê tê. Sedema girtina muwekîlê min jî îtîraza li dijî vê serdestiyê ye.” 
 
Dozger, di mutalaaya xwe de diyar kir ku dema li wesf û mahiyeta sûc, gumana revê û xweveşartinê tê nirxandin, biryara berdana bi şertê kontrola edlî dê nebe tevdîreke di cih de. Dozger xwest ku daxwaza girtina Mizrakli were redkirin. 
 
Dadgehê jî navberekî kin da û piştre jî daxwaza tehliyekirinê red kir û danişîna dozê taloqî 11’ê îlonê kir. 
 
LI PÊŞIYA EDLIYEYÊ DAXUYANÎ HATE DAYÎN 
 
Piştî danişînê, Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Beştaş bertek nîşanî neberdana Mizrakli da û got ku dê Mizrakli 4 mehên din jî bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de bimîne. 
 
Beştaş, anî ziman ku Mizrakli tu karekî ku bibe mijara doza cezayê nekiriye û ev plana qeyûman ji hêla Erdogan û soylu ve hatiye kirin. Beştaş, diyar kir ku sedema neberdana Mizrakli, fermana qesrê ye.

Sernavên din

12/06/2023
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin