ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn

  • rojane
  • 14:59 17 Hezîran 2023
  • |
img
AMED/ÊLIH/ÎZMÎR - Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê faîlên Mehmet Siddik Oncu yê beriya 30 salan piştî hatibû binçavkirin hate qetilkirin pirsîn. ÎHD’a Îzmîrê jî xwest ku faîlên Alî Ûygûr ê piştî hate binçavkirin hate qetilkirin bên dîtin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di hefteya 749’emîn a çalakiya xwe ya bi navê “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev û çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê pankarta ku wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin li ser bû hate vekirin. 
 
‘EM Ê MÎRATEYA TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, anî ziman ku 30 sal in aqûbeta kiryarên nediyar û windakiriyan dipirsin û wiha got: “Ji ber di vê pêvajoyê de tu desthilat bi awayekî erênî nêzîkî pirsgirêkê nebûn ev pirsgirêk hêj li ber me disekine. Ev pêvajo bêyî dayika Berfo û Asiye aqûbeta zarokên xwe bizanin û bibînin ku faîl bên darizandin jiyana xwe ji dest dan. Em ê mîrateya têkoşîna wan bidomînin.”
 
Pişt re rêveberê ÎHD’ê Yûsûf Erdogan çîroka Mehmet Siddik Oncu yê di 21’ê hezîrana 1993’yan de li gundê Qerqatê yê navçeya Xana Axparê ya Amedê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin û pişt re di 8’ê tîrmehê de cenazeyê wî hate dîtin xwend. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan di hefteya 585’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta li ser “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li ser dinivîsî hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin rakirin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê, Şaxa MEBYA-DER’ê ya Êlihê û Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê amade bûn. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku di şerê ji ber şerê axê ya li navçeya Bismil a Amedê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji malbatan re sersaxî xwest. Yildiz diyar kir ku bi şer û pevçûnê tu pirsgirêk çareser nabin û destnîşna kir ku rêya diyalogê bê hilbijartin. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şiray anî ziman ku ji bo welat bikeve pêvajoyeke rast a demokratîkbûnê divê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkere kirin û faîl bên darizandin. Şîray pişt re çîroka Mehmet Siddik Oncu xwend. 
 
Axaftin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ya 2 hefteyan carekê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiyê lidardixe, îro careke din li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. ÎHD’ê vê hefteyê aqûbeta Alî Ûygûr ê piştî di 1’ê tîrmeha 1980’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û piştî 53 rojan cenazeyê wî bi awayekî îşkencekirî li Goristana Bêkesan hate dîtin pirsî. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek çîroka Ûygûr xwend. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

18/06/2023
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin