Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e

  • rojane
  • 09:47 23 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Xelkê Wanê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê wek berdewamiya “dijminatiya kurdan” nirxandin û bal kişandin ser girîngiya yekitiya kurdan û gotin: “Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e.” 
 
Ji roja ku li rojavayê Kurdistanê kurdan şoreş û xweseriya xwe ragihandiye heta îro bi gef û êrişên Tirkiyeyê re rûbirû ye. Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter bêhed û bêhesab êrişî gund, bajarok, navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Herî dawî balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) ya Tirkiyeyê di 20’ê hezîranê de li Qamişlo êrişî wesayîtek kir û di êrişê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cigira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan welatiyê sûryan Firat Tuma hatin qetilkirin. 
 
Di êrişên Tirkiyeyê de ji sala 2019’an heta niha 9 jinên ku di Şoreşa Rojava de bir ola xwe rabûne û pêşengiya têkoşînê kirine hatin qetilkirin. 
 
Welatiyên ji bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û destnîşan kirin ku ew van êrişan wek dijminatiya kurdan nirxandin û divê kurd li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin. 
 
‘KURD LI ÇÎNÊ BIN JÎ WÊ ÊRIŞÎ WAN BÊ KIRIN’ 
 
Kerîm Ûysal diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê tu kurd bî sedemek bes e ji bo êrişan û got: “Kurdek li Çînê be jî Tirkiye diçe êriş dikê. Divê kurd bi ruhê yekitiyê nerazîbûn nîşanî êrişan bidin. Bi van êrişan ne dikarin kurdan biqedînin ne jî dikarin wan paşve bibin. Heke ku kurdan bi van êrişan paşve gav biavêta wê heta îro paşve biavêtina.” 
 
‘DIVÊ KURD YEKITIYA XWE AVA BIKIN’ 
 
Cevdet Altindag jî anî ziman ku êrişên li dijî Rojava pêk tên li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Dijminatiya li ser kurdan berdewam dike. Erişa li dijî miletek ku ji bo azadiya xwe û mafên xwe têdikoşe dijminatî ye. Hinceta êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê polîtîkaya dijminatiyê ye. Bi salan e ev dijminatî berdewam dike. Tirkiye bi hişmendiyek ‘hêza min heye, çekên min hene, ez ê her kesî bikujim û tune bikim’ tevdigere. Ji ber van polîtîkayên şer ne Tirkiye ne jî kurd negihîştin aramiyê. Dawiya dawî çi dibe bila bibe wê aştî pêk were. Divê kurd jî yekitiya xwe ava bikin û hêza xwe nîşan bidin û daxwazên xwe biqirîn.” 
 
‘TU DEWLET BI SER NEKET’
 
Mehmet Salih Işik jî destnîşan kir ku li dijî êrişan pêwîste yekitiya kurdan xurt bibe û wiha got: “Bi kuştin û qetlîaman wê tu demê aştî bi ser nekeve û çimkî heta niha tu dewletê viya bi ser nexistiye. Bi diyalogê serkeftin tê bidestxistin. Divê beriya her tiştî kurd yekitiya xwe ava bikin.” 
 
‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ TU RÊYEK DIN NÎNE’ 
 
Delîl Îtah jî da zanîn ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê di bin zilmek giran de ne û got: “Bi taybetî êrişên li ser kurdên rojavayê Kurdistanê zêde bûne. Piştî hilbijartinê Erdogan êrişan zêdetir kir. Ez wek ciwanek kurd viya qebûl nakim. Divê gelê me, ciwan, extiyar, zar û zêç her kes li ber van êrişan rabe. Pêwîste em vê pêvajoyê baş bixwînin. Ji xeynî berxwedanê tu rêyek me ya din nîne. Divê gelê me yê li çar parçayena bertek nîşanî van êrişan bide.” 
 
‘ÇI LI SADDAM HAT KIRIN?’ 
 
Welatiyê bi navê Nîhat Akkoyûn jî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bi hevkartiya Iraqê û Sûriyeyê pêk tên û got: “Tirkiye bi hevkartiya Sûriyeyê û Iraqê qetlîaman pêk tîne. Dibêjin bila kurd tune bibin çi dibe bila bibe. Bi şerê li dijî kurdan hebûna xwe nîşan didin. Bi vî awayî wê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û aştî jî nayê. Divê Tirkiye siberoja xwe bibîne. Bi vê zilmê tiştek naçe serî. Kesî bi qasî Saddam Huseyîn û Kaddafî zilmê nekir. Baş e, dawiya wan çi lê hat? Parçe bûn û tune bûn. Ji ber vê yekê Tirkiye jî heta bi kurdan re rûnenê û yekitiyê ava neke, wê ne aştî û ne jî aramî were. Di şer de ne kurd ne jî tirk naqedin. Dîsa tişta ku dibe tê serê ciwanên me. Ciwanên kurd û tirk dimirin.” 
 
Lutfu Yildiz jî anî ziman ku heke yekitiya kurdan ava bibe wê êriş jî neyên kirin û wiha got: “Beriya her tiştî yekitiya me kurdan tune ye. Heke mirovên me nebin cerdevan, makarnaxwir wê ev jî nebe.” 
 
MA / Omer Akin - Bêrivan Kûtlû 
 

Sernavên din

24/06/2023
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’