Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!

  • rojane
  • 09:54 23 Hezîran 2023
  • |
img
SÊRT - Balafirgeha Sêrtê di sala 1998’an de dest bi xizmetê kir û ji wê rojê heta niha her tim dikeve tamîratê. Lewma gelek seferên wê tên betalkirin an jî balafir neçar dimînin ku li balafirgehên bajarên din dadin. 
 
Balafirgeha Sêrtê di sala 1998’an de hate vekirin û ji bilî leşker, polîs, burokrat û kesayetên nêzî îktîdarê hema hema tu kesî nekarî bi kar bîne. Di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de hejmara balafirên dadayîn û rabûn 214 bû. Ji ber ku sefer her tim dihatin betalkirin û bi saetan rotar dikir, welatî mexdûriyeteke mezin dijîn. Welatiyên mexdûr dibin jî bi wê mexdûriyeta xwe dimînin û tu alîkarî jê re nayê kirin. Gelek rêwî neçar dimînin dadin Balafirgeha Êlihê yan jî ya Amedê. 
 
Balafirgeh, li ser rêya Dîlektepeyê û nêzî gundê Pinarcayê hatiye çêkirin. Avahiya termînala wê derdora hezar û 100 metrekare ye. Ji ber ku ji binesaziya teknîkê bêpar e, gelek caran di dadan û firînê de pirsgirêk derdikevin û sefer tên betalkirin. Îktîdara AKP’ê jî beriya her hilbijartinê soza balafirgeheke nû dide xelkê Sêrtê. Lê ev soz nehatin bicihanîn. Dîsa biryar dan ku balafirgeha heyî were tamîrkirin. Piştî vê biryarê, balafirgeh ji nîsana 2017’an heta niha bi sedema binesaziya teknîkî, dirêjkirina pîstê û xebatên tamîrkirinê, balafirgeh ji firînê re hate qedexekirin. 
 
ÎHALE DAN NAMZETÊ AKP’Î
 
Tamîrata balafirgehê bi 22 milyon lîreyan dan îhaleyê. Ev îhale jî dan şîrketên “Bînbay Yapi” û “Îzbay Înşaatê.” Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwediyê “Bînbay Yapiyê” bernamzetê parlamenteriyê yê AKP’ê yê sala 2018’an Bedrettîn Bînbay e. Lê îhale di dema hatiye diyarkirin de nehat xelaskirin û piştre hate betalkirin. Di 1’ê adara 2018’an de tamîrata balafirgehê dîsa dan îhaleyê û vê carê jî bi 24 milyon lîreyan dan Şîrketa Lîmîted a Înşaet Bazirganî Muşawirî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Întîmê û Şîrketa Anonîm a Binesazî Seravayî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Îmajê. Xwediyê Şîrketa Lîmîted a Înşaet Bazirganî Muşawirî Pîşesazî û Bazirganiyê ya Întîmê jî Mehmet Alî Altandag e ku navê wî bi îhaleyên ji dewletê girtin re her tim di rojevê de ye. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di Kongreya Bajar a Sêrtê ya partiya xwe de ji bo balafirgeha nayê bikaranîn wiha gotibû: “Dê balafirgeheke duyemîn neyê çêkirin. Me biryar da ku dê pîsta balafirgeha heyî were dirêjkirin û li ber trafîka hewayî were vekirin. Çawa ku bi dawî bû dê êdî balafir lê rabin. Dê di vê demsala havînê de êdî dest bi seferan bike.” 
 
SEFERÊN HER CARÊ TEN BETALKIRIN
 
Piştî axaftina Erdogan, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê demê Ahmet Arslan jî da zanîn ku ji ber ILS tune ye, tenê balafirên biçûk dikarin li balafirgehê dadin û piştî danîna cîhazê ILS’ê û bicihkirina qadên soptê li serî û dawiya pîstê, dê balafirgeh di hezîrana 2018’an de dest bi xizmetê bike. Piştî tamîrata hatiye kirin, balafirgeh di 6’ê adara 2019’an de bi toreneke ku Waliyê Sêrtê Alî Fûat Atîk jî tev li bûbû dest bi seferan kir. Lê belê demek piştre bi sedema mija zêde dîsa seferên balafiran hatin betalkirin. 
 
DI SALA 2021’AN DE 5 ROJAN VENIHÊRÎN HATE KIRIN 
 
Dîwana Çavdêriya Darayî di rapora xwe ya venêrînê ya sala 2021’an de tespît kir ku peywirdar bi awayekî rêkûpêk li ser karê xwe nasekinin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Balafirgeha Sêrtê jî di nav de, ji bo lêkolînkirina kontrola 8 avahiyan, rê jî di nav de 13 personel ji bo 342 rojan hatine peywirdarkirin û ev tespît hate kirin: “Hat dîtin ku di karê Çêkirina Avahiya Ewlekarî-Ewlehiyê û Pêvekên Balafirgeha Sêrtê de tevî rê tenê 5 rojan hatine peywirdarkirin.” Di raporê de hate diyarkirin ku vê rewşê rîska kontrolê zêde kiriye. 
 
BACA DAMGAYÊ NEHAT KONTROLKIRIN
 
Di Rapora Venêrînê ya Dîwana Çavdêriya Darayî de derket holê ku pirsgirêka hejmara kêm a xebatkaran heye û wiha hat gotin: “Mitahidên Çêkirina Avahiya Ewlekarî-Ewlehiyê û Pêvekên Balafirgeha Sêrtê bi hinek mitehidên re peyman îmze kirin. Hat tespîtkirin ku nehetiya kontrolkirin bê ka baca damgayê ya ji ber peymanê hatiye dayîn an na.” 
 
XISTIBÛN ROJEVA MECLISÊ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê ya wê demê Meral Daniş Beştaş di 8’ê îlona 2022’yan de têkildarî Balafirgeha Sêrtê pêşnûmepirsek dabû meclisê û xwestibû ku Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Karaîsmaîloglû pirsên wê bibersivîne. Di pêşnûmepirsê de Beştaş bal kişandibû ser rêwîtiyên ku saetek an jî nîvsaet beriya firînê tên betalkirin. Di pêşnûpirsê de hat destnîşankirin ku gelek welatî ji ber betalkirina firînan mexdûr dibin, pereyê welatiyan lê nayên vegerandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî tu muxatab holê xuya nakin. 
 
DI SALA 2022’YAN DE BALAFIR TENÊ 518 CARAN RABÛN
 
Karaîsmaîloglû di nava 15 rojên yasayî de bersiv neda Beştaş û piştre jî têkildarî mexdûriyetên rêwiyan axivî û bal kişand ser giştînameya “SHY-RÊWΔ. Her wiha li gorî daneyên sala 2022’yan ên Xebitandina Qadên Hewayî yên Dewletê (DHMÎ) ya girêdayî Wezareta Veguhestin û Binesaziyê; di sala 2022’yan de 518 caran balafir ji Balafirgeha Sertê rabûne.  
 
BALAFIRÊN NIKARIN DADIN 
 
Balafirên ji ber mija zêde nikarin dadin Balafireha Sêrtê, ji balafirgehên Êlih û Amedê re tên şandin. Rêwiyên li van bajaran paya dibin, bi mînîbûsan li bajar tên veguhestin. Herî dawî jî balafira bi hejmar 2657 di 22’yê hezîranê de ji Sêrtê ber bi Stenbolê ve diçû, bi hinceta erizayeke teknîkî neçar ma ku li Balafirgeha Êlihê dade. Rêwiyekî di balafirê de li ser medyaya civakî wiha bertek nîşan da: “Seferên me yên Sêrt-Êlihê dest pê kirine. Ez çavê dewlemeniyê bixwim. Em ji bo Êlihê balafiran radikin. Çil salê carekê balafirek ji Sêrtê rabû lê wê jî li Êlihê dada.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

24/06/2023
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’