Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin

  • rojane
  • 09:01 24 Hezîran 2023
  • |
img
ÎDIR - Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Îlhan Artan anî ziman ku mesrefên sewalvanan her roj zêde dibin û got: "Cotkar bikire jî poşman e, bifiroşe jî poşman e." 
 
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di adara 2023'yan de hilberandina şîrê çêlekan 911 hezar û 760 ton e, lê ev di meha Nîsanê de kêm bûye, daketiya 879 hezar û 602 tonî. Bihabûna êm, ka û dermnanan kiriye ku sewalvan heywanên xwe bifiroşin û ji ber vê her diçe hilberandina şîr jî kêm dibe. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Îdirê Îlhan Artan anî ziman ku sewalvan ji mecbûrî heywanên xwe difiroşin. 
 
HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN
 
Artan bal kişand ser mesrefan û got: "Kîseke êm hema bibêje bûye hezar lîre. Sewalvan şîr bi 11 TL'yan difiroşe, lê qezenc nake. Dewlet jî sê mehan carekê desteka şîr dide, lê mandira sûdê ji vê hîbeyê nagirin. Ji ber vê, sewlavan jî ji mecbûrî heywanên xwe difiroşin. Balyeyeke kayê 70-80 lîre ye, kirêya salane ya mêran 300-400 hezar TL ye. Ji ber ku tiştek di destê sewalvanan d enamîne, ji mecbûrî heywanên xwe difiroşin." 
 
MESREFA MEHANE YA ÇÊLEKÊ 5 HEZAR TL YE
 
Artan destnîşan kir ku ji bo sewalvan karibin hilberînê bikin pêdivî bi alîkarî û teşwîqan heye û ev tit gotin: "Ger piştgiriya sewalvanan bê kirin, dê tu kes mexdûr nebe. Gava sewalvan ji bo çêlekekê giha, ka û êm bikire, mesrefa wê ya mehan 4-5 hezaran derbas dike. Heqê şivan, kirêya mêran û heqê dermanan heye. Sewalvan nikare ji bin vî barî rabe. Ji mecbûrî heywanên xwe difiroşe. Divê dewlet tiştekî bike. Sewalvan herî zêde ji ber fiyetê êm bi gilî û gazin cin. Her diçe fiyetê mêragn biha dibe. Gelê Îdirê ji bo mêrgan diçe Qers, Agirî û Erziromê. Ger neçe dê heywanên wan bimirin. Min bi xwe jî çend roj berê 200 mihên xwe firotin. Nikarim ji bin mesrefan rabim." 
 
Ê DIKIRE POŞMAN, Ê DIFORŞE POŞMAN
 
Artan diyar kir ku gava sewalvan heywanên xwe difiroşe nikare heywanan bikire û wiha pê de çû: "Min 200 mih firotin, lê nikarim bi wî pereyî 200 miha bikirim. Fiyetê dermanên ji bo carekê bûye 50-80 TL. Ev ji bo sewalvanan pir biha ye. Gava heywanek nexweş bikeve, sewalvan nikare ji bo wê dermanan bikire. Çend roj berê beytar hat, min 2 hezar û 700 TL pere da wî. Sewalvan gava heywanan dikir epoşman dibe, gava difiroşe poşman dibe. Ma li vê herêmê ji xeynî sewalvaniyê çi heye? Sewalvan şîrê heywanên xwe bi 11 lîreyan difiroşe, lê herî zêde mandira qezenc dikin. Êdî tu tişt ji destê Yekîtiya Şîr nayê. Ji sala 2014'an ve tim endamên me kêm dibin. Ger wiha biçe em ê yekîtiyê bigirin." 
 
DERMAN NESTANDIn, NEXWEŞÎN BELAV BÛ
 
Artan bal kişand ser nexweşîna tebeqeyê ya li herêmê û got: "Gelek dever demeke dirêj girtî man. Ji ber ku nikaribûn dermanan bikirin. Nexweşîn pir belav bûye. Ger derman erzan bûna, dê sewalvanan ew bikiriyana. Ger dewletê heqê van dermanan bidana, dê wiha nebûna. Gava heywanek nexweş bikeve û derman tune be, nexweşîn belav dibe. Ev nexweşîn ji ber heywanên îtxal belav dibe. Heywanên tên nexweşîn bi wan re heye."
 
Artan destnîşan kir ku er xuya dike ku dê dawî li pirsgirêkên sewalvanan neyê. 
 
MA / Bêrîvan Kûtlû
 

Sernavên din

24/06/2023
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’