Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê

img
AMED - Ji bo bendavê tê xwestin ku Geliyê Godernê di bin avê de bê hiştin. Bi vê yekê re qada daristanê jî tê tunekirin. Ji Baroya Amedê Ahmet Înan got: “Heke ku hevsengiya ekolojîk xera bibe, carek din şûn ve nayê.” 
 
Li Geliyê Godernê ku dikeve sêgoşeya navçeyên Farqîn, Pasûr û Licê yên Amedê ku bi hinceta “ewlehiyê” birîna daran dest pê kiriye, didome. Her wiha gelî bi bendava “ewlehiyê” jî dê di bin avê de bê hiştin. Navê bendavê Sîlvan Baraji (Bendava Farqînê) ye. Tê gotin sed hektar cih bi dar û ber wê bê tunekirin. Talankirina daran jî li gelî berdewam dike. 
 
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, Baroya Amedê û Sendîkaya Çandinî û Daristanan li dijî talankirina daran serî li Serdozgeriya Komarê da û xwest birîna daran bê sekinandin. Bêyî ku serlêdan sewqî Dadgeha Îdareyê bê kirin, hat betalkirin. Dozgeriyê diyar kir ku birîna daran ne “sûc” e û serlêdanê red kir. 
 
Ji Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan talana li herêmê nirxand û destnîşan kir ku Geliyê Godernê xwedî xwezayek nûwaze ye û herêm cihekî dîrokî ye û hê jî bermayiyên dîrokî li herêmê tên dîtin. Înan da zanîn ku heke Geliyê Godernê di bin avê de bê hiştin wê dîrok tune bibe û bi birîna daran jî dîrokê û xwezayê tune dikin. Înan anî ziman ku li Geliyê Godernê tenê birîna daran nayê kirin di heman demê de bi dînamîtan teqîn li herêmê tên kirin û got: “Ewilî daran dibirin, paşê jî bi îhale didin cerdevanan. Li herêmê 100 hekttar qada bi dar dikeve ber vê talanê.” 
 
HEWLDANÊN HIQÛQÎ BÊENCAM MANE 
 
Înan diyar kir ku Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ji bo sekinandina birîna daran serlêdana hiqûqî ku kirine hatiye redkirin û got: “Li Kurdistanê ji bo birîna daran tu tevdîr nayê girtin. Derbarê berpirsiyaran de tu tiştek nayê kirin. Qirkirina daran a li herêmê zirarê dide mirovan û sewalan jî. Dibe sedema ku sewalkarî û çandinî biqede. Her çiqas serlêdana me red kiribin jî em ê doza betalkirinê vekin.”
 
‘DÎROK Û XWEZA TÊ TUNEKIRIN’ 
 
Înan destnîşan kir ku Bendava Farqînê hatiye ber asta ku ava wê pengar bide û got: “Dibêjin ‘jixwe fersend ev fersend e, em daran bibirin, dînamatîtan biteqînin, xîzê, keviran bi mexseda bazirganiyê bifiroşin’. Feraseteke wiha li ser kar e. Pira li Geliyê Godernê hezar salî ye. Geliyê Godernê divê wek qada sîtê bihata ragihandin û bihata parastin. Li Geliyê Godernê talan piralî ye. Li ser Çemê Sarimê ku ava wê tê Geliyê Godernê jî projeya Santrala Hîdroelektrîk tê çêkirin. Ava vî çemî Geliyê Godernê xwedî dike. Me li dijî vê doza betalkirina projeyê vekiriye, Di demek nêz de ji bo kifşê wê roj bê dayîn. Wek baroyê çi ji destê me were em ê bikin û em ê her xwezayê biparêzin. “Heke ku hevsengiya ekolojîk xera bibe, carek din şûn ve nayê. Em ji bo parastina Geliyê Godernê bang li hemû rayedaran, li xelkê wê herêmê, li hiqûqzanan, ekolojîstan û raya giştî dikin ku bi berpirsiyarî tevdigerin û xwedî lê derkevin.” 
 
MA / Mujdat Can - Welat Ekîn
 

Sernavên din

28/06/2023
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe