Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin

  • rojane
  • 16:00 27 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Licê û Pîran ên Amedê, li Îzmîr û Edeneyê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin kirin. 
 
Di pêşengtiya Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) di erefeya Cejna Qûrbanê de li Şehîdgeha Sipênî ya li gundê Çemê Elîkan û Goristana Sîsê yên li navçeya Licê û Goristana Pîrejman a li navçeya Pîranê û Îzmîrê serdana goristanan hatin kirin. 
 
ÇEMÊ ÊLÎKAN
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren, endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk en navend û navçeyan, rêveberên navçeyên Yenîşehîr, Pasûr û Licê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şehîdgeha Sipênî ya li gundê Çemê Elîkan ê li navçeya Licê kirin. Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren tev li serdanê bû. 
 
'HETA KU TECRÎD RANEBE WÊ AZADÎ JÎ ÇARESERÎ JÎ ÇÊNEBE' 
 
Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag anî ziman ku gelê kurd serî netewandî ye û wiha got: "Zarokên Kurdistanê li dijî vê pergala dagirker tu car serî netewand. Ji bo azadiyê mirin girtin ber çavê xwe. Mirin jî çêbûn girtin jî  lê vî gelî li dijî vê pergala qirêj tu car paş ve gav neavêt."
 
Karadag, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Hûn dizanin ku bi salan e Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji aliyê AKP'ê û MHP'ê ve dîl tê girtin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li ser gelê kurd jî tê pêkanîn. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe ne çareserî ne jî azadî pêk nayê. Em di bin tecrîdê de dikevin vê cejnê jî ji ber vê yekê em ê li dijî siyaseta qirêj a AKP'ê û MHP'ê bêdeng nemînin. Em ji vir Cejna Qûrbanê ya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî pîroz dikin û rêz û silavên xwe ji wan re dişînin."
 
'OCALAN DÊ BIBE DENGÊ AŞTIYÊ' 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren jî wiha got: "Bi sedan salan e li ser çand û zimanê me zexteke mezin heye û dixwazin em li dijî van zextan bê bertek bimînin. Hevrêyên me û gelê me tu car li dijî wan zextan serî netewand. Wê ji îro şunde jî netewîne. Yekane sedemê ranekirina tecrîda li ser birêz Ocalan derxistina holê ya pergala wan a qirêj e. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin dê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bibe dengê aştiyê. Ji bo em vî şerî bisekinîn divê em di nava yekitî û piştevaniyê de ne."
 
Serdana goristanê bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû. 
 
PÎRAN
 
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP, Partiya Çepên Kesk, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û gelek malbat di pêşengtiya MEBYA-DER'ê de serdana Goristana Pîrejmanê ya navçeya Pîranê kirin. Bi hinceta biryara ji aliyê Qeymeqamtiya Pîranê ve hatiye wergirtin, leşkeran kesên çûne serdanê nêzî goristanê rawestandin. Ji bo serdana goristanê destûr nehate dayîn. Şandeya ji vir çû ber bi goristana navçeya Pîranê ve bi rê ket. Şandeya li vir serdana goristanê kir, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan dua kirin.
 
GORISTANA SÎSÊ
 
Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas, rêveberên komeleyê, Dayikên Aştiyê, TJA, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya û Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û malbatan serdana Goristana Sîsê ya li Licê kirin. Malbatan li ser Goristana Sîsê ya beriya niha hatibû rûxandin giriyan. 
 
'DESTÊN XWE JI GORISTANÊN ME BIKIŞÎNIN' 
 
Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas a di serdana bi rêzgirtinê destpêkir de axivî wiha got: "10 salan zêdetir e ev goristan hatiye çêkirin. Malbatan bi derfetên xwe ev goristan çêkirin. Heta ku em sax bin wê şehîdên me esasa me bin. Em ê her tim bên serdanê. Her cara em tên em dibînin ku êriş û texrîbatek li goristanên me hatiye kirin. Çi bikin bila bikin em ê serdanên xwe bidomînin. Destên xwe ji goristanên me bikişînin. Em ê ji bo aştiyeke birûmet têkoşîna xwe bidomînin."
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya jî wiha got: "Em li hemberî têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ji bo jiyaneke azad û adil têkoşîna xwe bidomînin."
 
Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan jî wiha got: "Armanca wan têkoşîna jiyaneke azad bû. Têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê li ser vê axê berdewam dike. Bila rûhê wan şad be, têkoşîn wê bidome. Malbatên me dayikên me li vir in em ji vir careke din êşên wan parve dikin. Ez cejna gelê me, malbaten me û qehremanên me pîroz dikim."
 
ÎZMÎR 
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windarkirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) bi boneya Cejna Qûrbanê li Îzmîrê serdana goristanan kir. Serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan ên li goristanên Ornek Koy û Dogançayi yên li navçeya Bayrakli û ên li Goristana Kent a li navçeya Bornovayê hate kirin. Dayikên Aştiyê, parlamentera Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çûbûk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) tev li serdanê bûn. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, bi bîr xist ku kesên jiyana xwe ji dest dan ji bo aştî, demokrasî û xwişk û biratiya gelan têdikoşiyan û anî ziman ku wê têkoşîna wan bidomînin. 
 
Piştî axaftinan beşdarvanan kulîlk danîn ser goristanan û dua hatin kirin. 
 
EDENE
 
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Behra Spî (AYKAYDER) jî çûn serdana goristanên Kuçukoba, Asrî, Buruk, Akkapi û Mutlu yên navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregîr ên Edeneyê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, endam û rêveberên HDP’a bajar û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li serdanê bûn. 
 
Di serdanan de beşdaran gul danîn ser goran û dua kirin. Serdan, bi rêzgirtinê dest pê kirin û gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. 
 
Di heman demê de gorên Kadrî Bagdu, Metîn Alataş û Volkan Eryîgît ên li Goristana Kuçukoba ya Seyhanê jî hatin ziyaretkirin. 
 
RIHA
 
Komelaya Alîkarî Piştevanî û Çandî ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Axên Qedîm Winda Kirine re (KATDER) a şaxa Rihayê di erefeya Cejna Qurbanê de seredana gora Emîne Altûn (Dîren Tolhildan) a li Goristana Bed-û Zaman a li navçeya Eyubiyeyê kir. Dayikên Aştiye yên Rihayê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, Partiya Çepên Kesk a Rihayê û Meclîsa Ciwanên HDPê ya Rihayê jî tevlî seredana goristanê bûn. 
 
Di seredana goristanê de girse ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin. Di seredanê de Hevseroka KATDER’ê Fatma Akbaş axivî û bi lêv kir ku ew hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û cejna girtiyan pîroz dikin. 
 
Pişt re jî Rêveberê DBP’ê yê Rihayê Salîh Mevalî axivî û destnîşan kir ku şehidên Kurdistanê romana bêdawî ne û Emîne Altun jî yek ji wan e.  
 
ŞIRNEX
 
Li Şirnexê û navçeya wê Cizîrê Partiya Çepên Kesk, serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan kirin. Li Şirnexê bi tevlîbûna Parlementerê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez û rêveberên partiyê serdana goristana Nalarû hat kirin. 
 
Li navçeya Cizîrê jî bi tevlîbûna Parlementera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan, rêxistina HDP’ê ya navçeyê, rêveberên MEBYA-DER’ê û Partiya Çepên Kesk a navçeyê goristana Yafes û Asriyê hat kirin. 
 
Li ser goran dua hatin kirin û ji malbatan re sersaxî hat xwestin.
 
 
 
 

Sernavên din

28/06/2023
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe