Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag

  • rojane
  • 21:57 27 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk û HDP’ê, têkildarê bêhiqûqiya li dijî rojnamevan Merdan Yanardag ku ji ber bal bir ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin, bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.
 
Partiya Çepên Kesk, Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, anîn ziman ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bêhiqûqî ye û têkildarê girtina Gerînendeyê Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag bi nivîskî daxuyanî belav kirin. 
 
PÊKANÎNA DARAZA AKP’Ê YE
 
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku gotina fikira xwe ya Yanardag ne sûc e, lêpirsîna bi sûcdariya “Dana pesnê sûc û sûcdar” û “Kirina propagandaya rêxistina terorî” dest pê hatiye kirin, pêkanîna daraza AKP’ê ye.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina hiqûq û demokrasiyê bûye hinceta girtinê û wiha hat gotin: “Ne sûc e ku Gerînendeyê Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag fikirên xwe bide xuyakirin. Mafê her welatiyekî/ê ye ku fikirên xwe bibêje. Peyam tê dayîn ku kî li ser pirsgirêka Kurd gotinekê bike wê bi cezayekê giran bê cezakirin. Em Partiya Çepên Kesk, dixwazin ku Merdan Yanardag bê berdan, tecrîda li Îmraliyê, sûcekê li dijî mirovahiyê ye.”
 
BANG JI BO TÊKOŞÎNÊ
 
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Partiya me heye ku ji bo li dijî sûcên li dijî mirovahiyê têbikoşe. Em ê hesabê hemû kirinên we yên nehiqûqî bixwazin. Me bang li sendîkayên demokrasîxwaz û aştîxwaz, rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, akademîsyen û rewşenbîran ew e ku em bi hev re li dijî AKP’ê têbikoşin.”
 
Di daxuyaniya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan de jî wiha hat gotin: “Çi gotina di vê nirxandinê de dibe ku bibe sedema girtinê? Tevî ku gelek siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran çend sal berê heman gotin kirine, vê biryara girtinê ku zû bi zû hat derxistin, tirsa ji demokrasî û aştiyê ye. Ên ku dizanin ger dengê Îmraliyê derbikeve wê dengê tundî û pevçûnan kêm bibe, wê rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd vebibe, bi gotinên bi nijadperestî dixwazin rastiyan vebişêrin û li selteneta xwe ya zilmê dewam bikin.”
 
‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎDEKE GIRANKIRÎ HEYE’
 
Di daxuyaniyê de her wiha îşaret bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin û ev gotin hatin kirin: “Makezagon û zagon bixwe nayên pêkanîn, hevdîtina bi malbat û parêzeran re nîn e, tu agahiyeke fermî di der barê rewşa tenduristiyê û şertên ragirtinê de nîn e. Me bang li her kesê xwedî wijdan, rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr û welatiyên demokrat ew e ku li ber nehiqûqiya li Rêzdar Yanardag hatiye kirin û li ber tecrîdê rabibe.”

Sernavên din

28/06/2023
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe