Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn

  • rojane
  • 14:44 1 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û ÎHD'ê di hefteya 751'an de li Amedê aqûbeta doktor Recaî Aydin ê di 2'yê Tîrmeha 1994'an de di binçavan de hat windakirin, pirsîn. Her wiha li Êlihê jî li kujerên Vedat Aydin hat pirsîn.  

 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê û xizmên windayan di hefteya 751'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan a Amedê hatin cem hev û eqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, xizmên windayan û Odeya Tabîban a Amedê tevlî çalakiyê bûn. Xizmên windayan û kesên ku tevli çalakiyê bûn wêneyên kesên di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hilgirtin.
 
Vê hefteyê aqûbeta Doktor Recaî Aydin ê di 2'ê Tîrmeha 1994'an de li Amedê di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn.
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN' 
 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ez di şexsê Bijîşk Recaî Aydin de hevalên me yên di têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim. Her hefte em li vir daxwaza xwe ya edaletê tînin ziman. Lê mixabin ev daxwaz pêk nehat. Pêvajoyeke me ya xemgîn heye ku em nikarin biqedînin. Em nikarin hestiyên kesên xwe yên winda bibînin.  Dayikek me ya ku xizma windayane gotibû, 'Em her şemî weke ku biçin goristanê tên vir.' Ya rast daxwazeke me ya bingehîn heye. Em dixwazin kevirî me yê gorê hebe û şîna xwe li ser bikin. Mixabin ev daxwaz veguheriye travmayekê. Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin."
 
CAREK DIN XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN
 
Endamê Lijneya Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz jî serpêhatiya windakirina Recaî Aydin parve kir. Akdenîz got: “Recaî Aydin li navenda tenduristiyê ya navçeya Çinarê ya Amedê bijîşkî dikir. Di 2'ê Tîrmeha 1994'an de ji mala xwe ya li Amedê bi rê ket û bi wesayîta xwe çû cihê kar. Di heman rojê de li ser rêya Farqînê ku ne rêya kar e, wesayita Recai Aydin bi deriyên vekirî hat dîtin. Malbata wî bi rêya serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî ku dide hewl dide der barê aqûbeta Recaî Aydin de agahiyê bigire. Lêbelê, hemî hewldan têk diçin. Ji wê rojê û vir ve careke din agahî ji Recaî Aydin nehat girtin."
 
AQÛBETA RECAÎ AYDIN
 
Akdenîz di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Bi banga Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya di 17’ê Tebaxa 1994’an de ji Serokwezîra wê demê Tansu Çiller û Wezîrê Edaletê Mehmet Mongoltay re name hatin şandin û pirsa ‘Çi bû ji Dr Recai Aydin' ? Lêbelê, hemî hewldan bê encam in. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îtiraf kiribû ku 'Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye.' Wek parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan; Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin ku ji 31'ê Çileya 2009'an û vir ve her hefte bênavber me dewam kiriye û dixwazin aqûbeta windayên me bên eşkerekirin û kiryar bên dîtin û darizandin. Em ji bo Recaî Aydin ê ku 29 sal in aqûbeta wî eşkere nebûye edaletê dixwazin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
Rêveberên ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan li Êlihê jî di hefteya 587’emîn de li serê Cadeya Gulistanê li ber Peykerê Mafên Mirovan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Êlihê Zeynep Odûncû, Xizmên Windayan, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kesk tev li çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hildan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji malê hat binçavkirin û paşê qetilkirin, hat pirsîn. 
 
QETILKIRINA VEDAT AYDIN 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Sînan Gegîn daxuyanî xwend û bal kişand ser serpêhatiya binçavkirin, windakirin û qetilkirin Vedat Aydin û diyar kir ku her çend tam 32 sal in Aydin hatiye revandin û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin jî, kujerên wî hê jî tên parastin.
 
Gegîn anî ziman ku Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de nîvê şevê ji aliyê 4 kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ji malê hat girtin û di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê di bin pirekê de bi îşkenceyê hat qetilkirin û got ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Gegîn wiha axivî: “Di qetilkirina Vedat Aydin de; ji xeynî kesên ku tetîkê kişandine, Waliyê OHAL'ê Hayri Kozakçioglu, Alîkarê Fermandarê Koma Îstîxbarata Cendirmeyan Aytekîn Ozen, endamê JÎTEM'ê Selahattîn Gorgulu, Waliyê Amedê yê wê demê, Midûrê Emniyetê û yekîneyên leşkerî, Serokwezîr Mesut Yilmaz û Serokkomar Turgut Ozal berpirsiyar in. Qetilkirina Aydin di bin berpirsiyariya hikûmetên ku heta niha bûyer di tariyê de hiştin e, pê hatiye. Heta bûyer zelal bibe wê destê me di bestûka kujeran de be.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê qediya. 
 
 

Sernavên din

03/07/2023
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin