Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan

  • rojane
  • 09:01 3 Tîrmeh 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Şêniyên gundê Hespistê ku her havîn ava wan tê birîn di hewaya germ de nikarin pêdiviyên xwe yên avê peyda bikin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku ew ê ji dozgeriyê re daxwazname bişînin. 
 
Li gundê Hespistê yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve her demsala havînê ava wan a vexwarinê tê birîn. Îsal jî di demsala havînê de ava gundiyan hate birîn. Gundiyên ku ji ber germahiya hewayê neçar in her hewcedariya xwe bi avê bi cih bînin, zehmetiyê dikişînin. Di nava hefteyekê de tenê 4 seatan avê didin gundiyan. Ava ku ji navçeyê re tê dayîn dibe sedem ku gundî bê av bimînin. Li şûna çareserkirina pirsgirêka avê lê ava gundiyan tê qutkirin. Ji ber nebûna avê bax û baxçeyên gundiyan ziwa bûne û heywanên wan jî tî dimînin. Jinên ku herî zêde di nebûna avê de zehmetiyê dikişînin bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirêkan dan û gotin wan heta niha gelek caran der heqê mijarê de rayedarên dewletê re hevdîtin kirine lê paşguh kirine û dan zanîn ku ew ê ji dozgeriyê re daxwazname binivisînin. 
 
‘ÎTFAIYE JÎ AV NADE ME’ 
 
Ji şêniyên gund Hayal Oruç (34) diyar kir ku her sal di demsala havînê de ava wan tê birîn û wiha got: "Jixwe par jî ev pirsgirêka me hebû. Piştî hilbijartinê ava me bi temamî birîn. Beriya niha ev av ku nedidan me diherîkî newalê. Di nava hefteyê de tenê çar seatan avê didin me. Di nava van çar seatan de jî 20 deqîqeyan av didin seateke wê jî av diçe. Di mala me de av nîne. Hawza me heye dibe ku ez dîsa îdare bikim lê yên ku sewalên wan hene bax û baxçeyên wan hene nikarin wisa îdare bikin. Ev çend car in em bangî îtfaiye dikin ew jî av nade me. Em bang li bîrîma xîzmeta gundan dikin ew jî eleqeder nabin. Em diçin şaredariyê ew jî tiştek nake. Ji me re dibêje wiha ye û dê wiha be. Em dixwazin ku ev pirsgirîk bê çareserkirin. Ev ava me diçe newalê. Şûna ku bidin me vala vala ev av diçe. Depoya avê heye ew jî miftekirî ye û nadin kesekî. Kesê ku traktorê wan nebe didinê. Em ê biçin daxwazname bidin da ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.”
 
‘LI ŞÛNA KU AVÊ BERDIDIN NEWALÊ BILA BIDIN ME’ 
 
Ji şeniyên gund Emîne Ersoy (38) jî anî ziman ku ew di her demsala havînê de tên cezakirin û got: "Ev du sal in em vê rezaletê dikişînin. Di nava çend rojan de tenê 2 seatan av didin û ew jî nebirêkûpêk didin. Em mexdûr in. Zarokên me bê av in. Dewarên me hemû bê av in. Gund debara xwe bi xwedîkirina dewaran û baxçeyên xwe dikin. Dema ku av nebe dê çawa be? Em nikarin ne cilekî xwe û ne jî serê xwe û zarên xwe bişon. Her malek me 3-4 nifûsa wan heye û bêav in. Yê ku traktorê wan nebe jî dimînin bê av. Em qeliyan. Di gundekî de mirov bêav bimîne gelek nexweş e. Herî zêde em jin zehmetiyê dikişînin. Em dixwazin ku dengê me bê bihîstin. Em heqê xwe dixwazin. Ev av diçe newalê li şûna ku wisa berdin bila bidin gundiyan. Em wisa mexdûr nabin.” 
 
‘EM KU VE HERIN?’ 
 
Ayfer Oruç (35) jî da zanîn ku li gel qutkirina avê herî zêde karê jinan zehmet bûye û wiha got: "Herî zêde demsala havînê karê me heye. Lê em di vê havînê de gelek mexdûr bûn. Ava me ji ser me girtin. Sewalên me dimînin bêav, baxçeyên me dimînin bêav. Em nikarin tiştekî bikin. Bêav jî jiyan nabe û her tiştek li ser avê ye. Av ava me ye lê nadin me. Avê berdidin bajêr nadin gund. Neheqî li me dikin. Em ku ve herin? Pêdiviya me bi avê heye.”
 
Emîne Şen (42) jî daxwaz kir ku pirsgirêka heyî demildest bê çareserkirin û got ku bêavî jiyana wan gelek zehmet derbas dibe.
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

03/07/2023
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin