Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin

  • rojane
  • 21:04 4 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî di nav de 8 parêzer di doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin de, beraet kirin. 

 
Ji ber hevdîtinên wan ên di navbera 12'ê Îlon û 28'ê Mijdara 2007'an de yên li Îmraliyê, li parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna 10'emîn a dozê li Girtîgeha Cezayê Giran a 33'yan a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Ji parêzerên tên darizandin Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi, Mehmet Selîm Okçûoglû û Rezan Sarica di danişînê de amade bûn. Ji parêzerên tên darizandin Sûat Eren jî ji ber ku ne li Stenbolê bû bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dnaişînê bû. Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî û gelek endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî tevlî danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştî tespîtkirina nasnameyan parêzer axivî. 
 
'LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ HIQÛQ TUNE YE'
 
Di Danişînê de parêzeran pêşî li hemberî beyanên şahidan parastina xwe kirin. Ewilî Parêzer Baran Dogan axivî. Dogan got: "Li vî welatî meseleyeke kurd heye. Û em ji bo çareserkirina vê meseleyê têdikoşin. Lewma ev lîsteya hatiye çêkirin bêtemsîliyet e. Hevdîtinên min ên bi hevpîşeyên min re, têkildarî pîşeya min in. Ez îdiaya ku ev hevdîtin, hevdîtinên rêxistinî ne red dikim. 17 sal in ez gumanbar im. Min di sala 2016'an d eji bo vekirina dozê daxwazname da. Ji bo bidawîbûna vê dozê min û hevpîşeyên xwe biryarek girt."
 
Dogan, ji bo çûna xwe ya Îmraliyê jî ev tişt gotin: "Piştî wan hevdîtinan, min nûçeyên der barê hevdîtinê de dîtin. Niha tê meraqkirin ku em çawa çûne Girava Îmraliyê. Ê ku destûrê dide dozgerî ye û kes nikare pênûsekî jî bibe wir. Muhakemeya ceza ji bo gumanbariyê tê vekirin. Dibe ku guman li wan çêbûbûn, lê ger tiştekî ji gumanbariyê wêdetir tune be divê doz neyê vekirin. Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq tune ye. Hevdîtinên li Girtîgeha Îmraliyê tên tomarkirin. Tê gotin ku qeydên hevdîtinan di rojnameyan de hatine belavkirin. Ez îdiaya ku ev hevdîtineke rêxistinî ye red dikim. Hûn dipirsin, tu ji bo çi parêzertiyê dikî. Em ji ber temînatên parêzertiyê çûn. Ez di çaçroveya xebatên pîşeya xwe de çûm. Ne haya min ji rêxistinê, ne jî ya rêxistinê ji min heye." 
 
ASTENGKIRINA HEVDÎTIN BI MALBATÊ Û PARÊZERAN RE
 
Parêzer Sûat Eren jî diyar kir ku ew mutalaaya dozgeriyê qbeûl nake û got ku ew hemû hevdîtinên bi rêya telefonê qebûl dike, lê tiştên pê tê tawanbarkirin qbeûl nake û ger hiqûq bê pêkanîn dê beraet bike. 
 
Parêzer Mahmût Taşçi jî di berdewama parastina xwe de wiha pirsî: "Gelo qey tê xwestin parêzerên birêz Ocalan bi vê dozê bên tirsandin?" Taşçi wiha domand: "Em ji zû de ye tu xeberê ji Îmraliyê nagirin. Gelo hinceta vê dozê qey li hemberî parêzerên dixwazin xeberê jê bigirin hatiye vekirin? Tiştên li Îmraliyê diqewimin, cihê wan di tu hiqûqa navneteweyî de tune ye. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re kêfî ye." 
 
Parêzer Înan Akmeşe jî destnîşan kir ku ew tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nake û beyanên şahidên veşarî red kirin. 
 
Parêzer Rezan Sarica jî got: "Me berê li hemberî van îdiayan parastina xwe kiribû. Lê niha mutalaayek li ber me ye. Ev doz, ji serî de dozeke neheq e. Ez wiha difikirim ku sedema vê dozê tenê ji ber pêwendîdanînê ye." Parêzer Cengîz Yurek lî jî bibîr xist ku jixwe meqama îdiayê doza beraetê kiriye û got: "Ez jî doza beraeta xwe dikim." 
 
BERAET KIRIN
 
Piştî parastina parêzeran, serokê dadgehê, 45 deqe navber da danişînê. Piştî navberê serokê dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi hinceta ku "gumaneke têr û tijî tune ye" der barê her 8 kesan de biryara beraetê da. 

Sernavên din

06/07/2023
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin