Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye

  • rojane
  • 10:00 6 Tîrmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pergala Îmraliyê weke "sîstema sê ling" bi nav kir û tecrîda mutleq a li ser xwe nirxand û got: "Tecrîda ku li ser min hatiye pêşxistin tê wateya ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî."

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Îmraliyê Ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya ku "taybetî" ji bo Abdullah Ocalan hatiye çêkirin, di nava 24 salan de roj bi roj kûrtir dibe, ev 28 meh in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li Girtîgeha Îmraliyê ku avabûna wê li ser esasê mantiqê tecrîdê bû, bi demê re pêkanîn gav bi gav kûrtir bûn. Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin ji 21’ê Adara 2021’an û vir ve bi rewşa agahînegirtinê didome.
 
Dema ku Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Îmraliyê, derdora girtîgehê wekî "Xeta Sor" hate pênasekirin. Her der bi hinceta “ewlehiyê” bi telên elektronîk hat dorpêçkirin. Li giravê nêzî hezar leşker wezîfeyê dikin, 55 kamera 24 saetan bênavber giravê dişopînin. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn giravê, ratedarên li wir jî hatin guhertin. Hemû wezîfedar ji Wezareta Dadê hatin tayînkirin û li ser navê Navenda Rêveberiya Krîzê ya Serokwezîrtiyê sewqî Ofîsa Têkiliyên Krîzê ya Mudanyayê hatin kirin. Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Girava Îmraliyê û derdora wê ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve weke "herêma qedexe ya leşkerî" ya pileya 2’yemîn hat ragihandin. Nahêlin keştiyên sivîl ji 3 mîlan zêdetir nêzî giravê bibin, derbasbûna helîkopterên sivîl jî li ser giravê qedexe ye.
 
SEPANÊN KU LI GUANTANAMOYÊ TUNE NE LI ÎMRALIYÊ HENE 
 
Ji roja ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê, li hemberî qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî hemû mafên wî tên paşguhkirin. Ocalan 24 sal in bi binpêkirinên mafan ên wek qusandina porê wî, jehrîkirin, bi darê zorê guhertina odeyê, bêparkirina amûrên ragihandinê û astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê re rûbirû ma û tecrîd û îşkenceya li ser wî gav bi gav girantir bû. 
 
Tecrîda "taybet" a li ser Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe, Girtîgeha Îmraliyê jî li gorî feraseta Guantanamo ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat nûkirin. Li Guantanamo jî, sîstemeke îşkenceyê ku ji aliyê DYA’yê ve li ser esasê “revandina korsan” li dijî dijberên siyasî hatiye avakirin, heye. Li Guantanamo jî ne hiqûq tê nasîn û rêbaza pergala îşkenceyê di dewrê de ye. Her çendî bi Îmraliyê re were muqayesekirin jî, lê li Guantanamoyê derfetên ragihandinê yên wekî hevdîtina malbat, parêzer, telefon, name û faks tên afirandin. Lê belê bi salan e li Girtîgeha Îmraliyê ev maf kêm tên naskirin an jî qet nayên naskirin.
 
PARÊZERAN 2 HEZAR Û 70 CARAN SERLÊDAN KIRIN E 
 
Ji ber vê yekê ji 2 hezar û 70 serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike çêbûne. 442 serlêdan hatin qebûlkirin û hezar û 628 jî bi hincetên cuda hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin. Hejmarek hindik hevdîtinên parêzeran hatin tomarkirin. Abdullah Ocalan ku bi sîstema kameraya hucreyê tê ragirtin, 10 deqeyan nekaribû mafê xwe yê bi telefonê bikar bîne, ku ji hemû girtî û hikumxwaran re ev maf guncav tê dîtin. 
 
Rêberê PKK'ê Ocalan di nirxandinên xwe yên berê de gelek caran bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîdê û xitimandina çareserkirina pirsgirêka kurd de. Abdullah Ocalan bal kişand ser tecrîda “taybet” a li Girtîgeha Îmraliyê li dijî qanûnên ku li gorî qanûnên Ewropayê yên Tirkiyeyê hatine derxistin û “berovajî” wan qanûnan tê kirin. 
 
Hin nirxandinên Rêberê PKK'ê Ocalan ên li ser tecrîdê yên di dîrokên cuda de li Girava Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk aniye wiha ne:
 
STATÛYA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ 
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku Îmraliyê bi sîstema "sê ling" tê birêvebirin û destnîşan kir ku lingekî vê DYA, lingekî wê Ewropa û lingê din jî Tirkiye ye. Abdullah Ocalan anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê ji girtîgehên Tirkiyeyê gelekî cuda ye û got: “Li vir statuya girtîgehên din nayê sepandin. Rewş û avahiya vê derê bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi peymanên veşartî li gelek cihan gelek girtîgehên bi vî rengî ava kirin. Girtîgeha Îmraliyê yek ji girtîgehên taybet e ku ji aliyê DYA ve bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Di dema vê yekê de fikr û erêkirina YE’yê jî hate girtin û diyar kirine ku divê avahî û şert û mercên vê derê çawa be.” 
 
NIRXANDINA OCALAN A LI SER CPT’YÊ 
 
Abdullah Ocalan bal kişand ser rola Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya di sîstema tecrîda li Îmraliyê de û got: "Divê CPT weke asayî neyê dîtin, weke heyeteke ku tê û diçe. Dem bi dem haya wan jê heye ku li vir çi diqewime. Ew saziyeke girêdayî Komîteya Ewropa ye, ji ber vê yekê Konseya Ewropayê bi tevahî jî xwediyê zanînê ye. Dibêjin ev der ji aliyê navenda krîzê ya girêdayî Serokwezîrtiyê ve tê birêvebirin, lê ne wisa ye, ev der rasterast girêdayî DYA’yê ye. Ji destpêkê ve min fêhm nedikir ku çima qaîdeyên girtîgehê jî nehatine bicihanîn. Lê derket holê ku Girtîgeha Îmraliyê yekemîn girtîgeha Guantanamoyê ye. Li vir dersên ji serîlêdanên ku ji min re hatine çêkirin hene. Ew dipîvin ka meriv çiqas dikare li ber tepisandinê bisekine.” 
 
‘6 ROJAN NIKARIN ÎDARE BIKIN’
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku tu kes nikare li ber şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ya ku taybet hatiye çêkirin 6 rojan jîbimîne û got: “Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me, di nav van de Rojava jî heye. Sîstema cîhana kapîtalîst min da girtin. Dewlet min wek kozekî, wek dîlgirtî digre. Ez li vir dîlgirtiyek siyasî me. Divê helwesta min bi vî awayî bê zanîn. Ez dikarim vê yekê bi analogiyekê vebêjim: Ez mîna yekî li ser hewavaniyê me, ew kengê bixwazin dikarin jê derxin. Jixwe girankirina rewşa tecrîdê tê wateya darvekirinê. Di van şert û mercan de li cîhanê kesek din nemaye, tenê ez nemirime me û mame.”
 
VEBIJÊRKÊN SIYASÎ Û HIQÛQΠ
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku ew li dijî tecrîda girankirî ya Îmraliyê bi aqil tevdigere û wiha got: “Ez behsa efû û rizgariya şexsî nakim. Mesele rizgariya gel e, berjewendiya gel e. Divê hûn bi moral tevbigerin. Tecrîd ji destpêkê ve heye. Ev sînordarkirin ji destpêkê ve heye. Ji destpêkê ve ne rast bû. Ji bo xatirê aşitiyê, helwsta min nerm bû. Pirsgirêka min tune bû. Têgîna herî guncav a di rewşa min de weke dirûşmeya 'Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê’ tê nirxandin. Tecrîda li ser min tecrîdeke li ser gelê kurd, dîsa li ser gelê tirk, bi taybetî jî li ser hêzên wê yên demokratîk û li ser girtiyên me ne. Vebijêrkên siyasî û hiqûqî ji holê tên rakirin. Berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Ji demokrasiyê direve."
 
‘EV KAR BÊ OCALAN NABE’ 
 
Abdullah Ocalan ev pirsa, "Gelo ez ji bo daxwaza xwe ya aştî û çareseriya demokratîk xeternak têm dîtin?" kir û wiha dibêje: “Bi rastî ez dizanim ku hinek alî ji min aciz in û hê jî ji min ditirsin. Dema ku dibêjin 'Ocalan' dibêjin 'Ev kar nabe’. Lê belê rêyek din tune. Ev bêyî Ocalan ne pêkan e. Ji ber ku gel min tercîh dike. Her kes berde jî gel min bernade. Ji bilî vê çareseriya ku ez pêşniyar dikim, tu kes tune ku rê û çareseriyek mentiqî û maqûl pêşniyar bike. Bi awayekî fizîkî yan jî derûnî min bi awayekî tecrîdê tune bikin jî, diyar e ku ew ê nikaribin bi awayekî din vê pirsgirêkê çareser bikin. Fikrên min ji aliyê gelê me ve hatine qebûlkirin û ez nebim jî dê fikrên min her tim hebin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

06/07/2023
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin