Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne

  • rojane
  • 09:42 9 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Rojnameger Agîd Roj ku li Efrînê dijî der barê 'Navenda Çandê' ya ji aliyê Weqfa Barzanî ve li Efrînê hat vekirin de bi lêv kir ku PDK û ENKS hevkariya dagirkirina Efrînê dikin û got: "Dewleta tirk ji bo di raya giştî de pêşya nîqaşên qirkirina kurdan bigire Weqfa Barzanî, PDK û ENKS'ê weke aparat bi kar tîne."
 
Tirkiye di çileya 2018'an de êrişî Efrînê kir û piştî 58 rojan di Adara 2018'an de Efrîn ji aliyê Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê ve hat dagirkirin. Piştî dagirkirina Efrînê Tirkiye, komên giredayî xwe li Efrînê bi cih kirin û kurdên Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Efrîn ku cih û warê kurdan bû piştî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin demografiya wê jî hat guherandin û hejmareke kêm kurd li Efrînê man. Kurdên ku li Efrînê dijîn jî bi gelek pirsgirêk û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li gor daneyên rapora 6 mehan a Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di 6 mehan de komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk 15 hezar û 500 darên zeytûn, gûz, behîv, darên fêkiyan û hwd. birîne. Di heman demê de zêdetirî 70 hektar zeviyên genim û ceh jî şewitandinê.
 
Li Efrîn ku bûye cih û warê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê, perwerdehiya bi kurdî hatiye qedexe kirin, navên cade, kuçe, qad û taxên bajêr ên bi kurdî hatine guherandin û bi tirkî nav li wan hatine kirin. Efrîn bi alayên tirk û posterên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatiye dorpêçkirin. Herî dawî jî di meha Hazîranê de 3 zarokên temenê wan 5, 10 û 13 salî rastî destdirêjiyê hatin. Lê li gel van pirsgirêkan jî PDK û ENKS wek ku tiştek li Efrînê neqewîmebe li Efrînê saziyan vedikin û ji dewleta Tirkiye û komên giredayî wê re hevkariyê dikin. Herî dawî jî Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî ku rengê alaya Tirkiyeyê ne, 'Navenda Çandê' vekir. Bi gelek kiryarên bi vî rengî PDK'ê sûcên li Efrînê diqewimin meşrû dike. 
 
Rojnameger Agîd Roj têkildarî binpêkirinên mafan ku li Efrînê diqewimin û hevkariya PDK'ê û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxandin. 
 
'EFRÎN BÛ YE NAVENDA DAÎŞ'Ê'
 
Agîd Roj bi lêv kir ku li dijî mirov û xwezaya Efrînê şerekî taybet tê meşandin û wiha got: "Dewleta tirk nasnameyeke kurd li Efrînê naxwazê lê ji bo vê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan di rayagiştî de por bike, ENKS û saziyên Barzanî ku li dijî tevgera azadî ne li Efrîne bi cih dikin. Lê kurdekî azad ku nasnameya xwe diparêzê li Efrînê tune ye. Dema Rêveberiya Xweser li Efrînê bû dibîstanên kurdî û erebî li Efrînê hatibûn vekirin lê niha ev dibîstanên ku zarokên Efrînê di wir de ferî ziman dibûn û pêşdiketin niha bûne zindanên qirkirina zarokan û cihên zilme. Efrîn bi guherandina demografiyeyê re ser û bîn hatiye kirin. Tenê navenda Efrînê di zindaneke de 200 hezar 600 kes hene. Li dijî çand, nasname û xwezaya Efrînê şerekî taybet tê meşandin û Efrîn bû ye navenda DAÎŞ'ê. 5 salin Efrîn tê talan kirin."
 
'KONTROLA SAZIYÊN BARZANÎ DI DESTÊ MIT'A TIRK DE YE'
 
Bi domdarî Roj bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê û der barê 'Navenda Çandê' de ku ji aliye Weqfa Barzanî ve li Efrînê hat vekirin jî ev tişt gotin: "PDK li başur êrişên dewleta tirk ên li dijî gerîlayên PKK re hevkariye dike. Her wiha ENKS ku giredayî Barzaniyê jî li Efrînê ji dewleta tirk re hevkariyê dike. Dema Efrîn hatibû dagirkirin ENKS'ê bang dikir digot werin Efrînê Efrîn aram e. Bi vê hevkariyê tu cûdahiya wan a dewleta tirk li hev tune ye. ENKS ji dewleta tirk re koletiye dike. Navenda Çandê ku ji aliye Weqfa Barzanî ve hat vekirin jî xizmeta dewleta tirk dike. Di bin siya dewleta tirk de ev sazî hatine vekirin kontrola wan jî di destê MÎT'a tirk de ye."
 
'PDK Û ENKS HEVKARIYA DAGIRKERIYA EFRÎNÊ DIKIN'
 
Roj diyar kir ku Tirkiye dagirkeriya xwe û dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi hevkariya partiyên ku weke 'kurd' tên pênasekirin meşrû dike û ev tişt anîn ziman: "Dema tu dijmin re hevkariye bike we deme tu jî dibe şîrikê wî û yek jî endame wan. PDK û Barzanî jî dibe hevkarê sûcên ku li dijî kurdan tên kirin. Li Efrînê siyaseteke qîrkirinê li dijî kurdan tê meşandin, Barzanî jî bi hevkariya xwe van sûcan meşru dike. Dewleta tirk ji bo di rayagiştÎ de pêşya nîqaşên qirkirina kurdan bigre Weqfa Barzanî, PDK û ENKS'ê weke aparat bikartîne. PDK û ENKS li ser medyaya civakî û çapemeniya xwe propagandaya dewleta tirk dikin. Dagirkeriya Efrînê meşrû dikin.  Barzanî PDK û ENKS' şîrikiya Pergala ku dewleta tirk dixwazê li Efrînê ava bike dikin. Li Efrînê kurdetî nemayê hertişt bû ye zimanê tirkî, saziyên Barzanî dibêjin em temsiliya kurdetiyê dikin lê tiştên ku ev dikin ne tiştên kurdevaran in." 
 
Roj di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Weqfa Barzanî dixwaze hevkariya xwe "Em xwedî li zarokên Efrînê derdikevin meşrû bike" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Efrînê destirêjayî li dijî zarokan tê kirin lê saziya Barzanî tê li Efrînê 'Ji bo zarokan navenda Çandê' vedike ev jî bi vê yekê dibin berpirsyarê vê destdirêjayiyê yanî dibêjin ji bo zarokan Efrîn aramê heke yek bejê Efrîn aramê û were li vir destdirêjayî ji zarokên wan bê dê çawa bibe? Dewleta tirk jixwe dagirkerê û berpirsê van sûcan e lê yên ku dewleta tirk re şîrikiyê dikin jî hevkarê vî sûcîne û nikarin xwe meşrû bikin." 
 

Sernavên din

09/07/2023
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin