Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere

  • rojane
  • 12:14 9 Tîrmeh 2023
  • |
img
 
ENQERE - Girtiyê bi navê Muhammed Mahmûd Dervîş di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji hêla OSO’yê ve hate girtin û rastî her cureyên îşkenceyê hat. Piştre jî radestî dewleta tirk hate kirin û heman îşkence li girtîgehên Tirkiyeyê jî dom kir. Dervîş ku dibêje “Her cureyên îşkenceyê li min hatin kirin”, bi sala ye li malbata xwe digere. 
 
Welatiyê bi navê Muhammed Mahmûd Dervîş li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin û bi sala ye li malbata xwe digere. Tevî her cureyên îşkenceyê yên ji sala 2015’an heta niha jî hewl dide jiyana xwe bidomîne. Tiştên ku Dervîş di nava 8 salên dawî de jiyayîn, wehşeta komên paramîlîter ên OSO’yê û miameleya dermirovî ya li girtîgehên Tirkiyeyê jî radixe ber çavan. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê
 
Dervîş, li paytexta Sûriyeyê Şamê ji dayik bû û çîroka wî bi tevlibûna nava refên PKK’ê dest pê kir. Di 2014’an de kete 20 saliya xwe û ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê derbasî Şengalê bû. 6 mehan li gel civaka êzdî li dijî êrişan têkoşiya û piştre jî berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûbû hedefa êrişên DAIŞ’ê. Di dema şerê li Kobanê de guleyek li patika wî ket û birîndar bû. 
 
BI SAXÎ XISTIN GORÊ
 
Wê demê ji bo tedawî bibe çû cem malbata xwe ya li Moskovê. Dervîş, felc dibe, 3 caran emeliyat bû û 6 mehan hate tedawîkirin. Ji ber birîna guleyê, lêva wî bi temamî ket û 3 caran ji lêva xwe emeliyat bû. Piştî ku tedawiya wî temam bûy, di sala 2015’an de careke din berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di sala 2018’an di dema dorpêçkirina Efrînê de Dervîş hate girtin û rastî îşkenceyên dermirovî hat. Di îşkenceyê de lingê wî yê rastê hate birîn û hemû diranên wî hatin kişandin. Komên paramîlîter ên OSO’yê, Dervîş bi saxî di gorê de binax kir û bi rojan di gorê de hişt. Piştî ku sax ji gorê derxistin jî li ser sînor radestî dewleta tirk hate kirin. Leşkeran, Dervîş birin Nexwexşaneya Dewletê ya Îskenderûnê. Dîmenên îşkenceyê yên Dervîş li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin û wisa tê texmînkirin ku malbata Dervîş dibêje qey zarokê wan mirî ye.
 
 
BI SAYA HEMŞÎREYÊ XELAS BÛ
 
Dema Dervîş birin nexweşxaneyê, pêdiviya wî bi xwînê hebû lê nehat dayîn. Lê hemşîreyek alîkariyê dide Dervîş û wî rizgar dike. Hêj niha jî di laşê Dervîş de bi dehan şopên mayînde yên guleyan, kêr û îşkenceyê hene. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, carnan bîra Dervîş diçe û tê. Piştî ku anîn Tirkiyeyê, salek û nîvan li Girtîgeha Îskenderûnê hate ragirtin û piştre hate berdan. Di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di encama îxbarekê de hate binçavkirin û dîsa hate girtin. 
 
LI GIRTÎGEHA HATAYÊ TUNDIYA DAIŞ’Ê
 
Dervîş, şandin Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. Li wir 3 salan zext lê hate kirin ku di qawîşa DAIŞ’iyan de bimîne. Di vê navberê de cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Bi salan piştre parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûn serdana Dervîş û Dervîş jê re wiha got: “DAIŞ’iyên li girtîgehê her roj, her deqîqe, her saniye li min dixin. Çermê laşê min jî zimba kirine.”
 
LI GIRTÎGEHA TURKOGLÛYÊ ÎŞKENCEYA EL NUSRAYÊ
 
Di gulana sala 2022’yan de jî Dervîş li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglû ya Mereşê hate kirin. Îcar jî zext li Dervîş hatin kirin ku di qawîşa girtiyên El Nusrayê de bimîne. Destên Dervîş, ji hêla endamên El Nusrayê ve bi kêrên fêkiyan hatin birîn. Demek piştre jî derbasî qawîşa girtiyên siyasî bû. Dervîş, niha bi saya alîkariya girtiyên siyasî pêdiviyên xwe pêşwazî dike, êdî dermanên xwe peyda dike û dikare ji bo cihên têkildar serlêdanan bike. Dervîş, ji bo tedawiya diranên xwe yên bi îşkenceyê hatine kişandin çû cem bijîşkan. Bijîşk jî bi gotinên weke “Tu kesekî kirêtî” heqaret li Dervîş kir û nehat tedawîkirin. Demek piştre jî Dervîş şandin Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê. Ji ber lamika rastê ya Dervîş tune ye, bi zor û zehmet diaxive. Ji ber îşkenceyên dermirovî yên lê hatine kirin, Dervîş bi nexweşiyên giran re rû bi rû ma ye. Lê tevî vê yekê jî sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê nayê kirin. 
 
DERVÎŞ: MIN HER CUREYÊN EZYETÊ JIYAN
 
Dervîş, di meha nîsanê de ji bo Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) nameyek şand û wiha got: “Di encama derewên îtîrafkaran de cezayê muebbetê li min hate birîn. Min her cureyên ezyetê jiyan.” Di berdewama nameyê de vê bangê dike: “Ji we rica dikim ji min re bibin alîkar ku malbata xwe bibînim.” Nûnerekî qanûnî û vasîsê Dervîş nîne. Lewma dema kesek jê re pereyan dişîne jî doz lê tê vekirin. 
 
BANG HATE KIRIN KU BI MALBATA WÎ RE PEYWENDÎ WERIN DANÎN 
 
Dervîş, da zanîn ku bavê wî ji Qamişloyê ye, helbestvanekî muxalîf e, di sala 2005’an de ji hêla rejîma Esad ve hate girtin û piştî ku tevahiya mal û milkê wî hate desteserkirin, li gel malbata xwe koçî Belçîkayê kiriye. Dervîş, got ku navê dayika wî Mîne Maxlup Arap e û xwîşka wî Evîn Mahmûd Dervîş jî li Moskovê dijî û bijîşka çav e. Bi domdarî Dervîş, bi lêv kir ku dayik û bavê wî li bajarê Bruksel a Belçîkayê dijî û bang kir ku bi wan re peywendî bên danîn. 
 
DEMA DI GORÊ DE DILOP BI DILOP AV DANÊ
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Omer Faruk Yazmaci di meha gulanê de çû serdana Dervîş û Dervîş tiştên jiyayîn jê re vegot. Yazmaci, têkildarî tiştên Dervîş jiyayîn bi ajansa me re axivî. Yazmaci, got ku dema ji hêla çeteyên OSO’yê ve dihat îşkencekirin, dest û lingên wî bi traktorê ve hatine girêdan û bi kîlometreyan li erdê hatiye kaşkirin. Yazmaci, wiha domand: “Piştre jî xistine goreke ji hesin û bi axê hatiye veşartin. Gora ji hesin rojê tenê carekê dihat vekirin, ji petekî avê yê hatiye qulkirin de dilop bi dilop av didan wî. Bi vê avê jî tenê lêva wî şil dibû.” 
 
 
‘YAN DÊ BIBÎ ÎTÎRAFKAR AN JÎ EM DIRANÊN TE ÇÊNAKIN’
 
Yazmaci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema li Hatayê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, gefa ‘yan tu dê bibî îtîrafkar, an jî em diranên te çênakin’ lê hatiye xwarin. Niha li Girtîgeha Kirşehîrê dimîne û got ku mafê sihbet, xwendin û atolyeyan ji destê wî hatiye girtin. Her wiha cilên jê re tên şandin jî radestî wî nayên kirin. Ji ber ku vasîsê Dervîş tune ye, heta cil jî jê re nayên şandin. Banga min ji bo raya giştî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”
 
‘BEDEN Û RUHÊ WÎ BI ÊŞAN TIJE YE’
 
Yazmaci, axaftina xwe wiha dom kir: “Berpirsyartiya me tevane ku ji bo kesekî rastî îşkenceyên wiha giran hatiye, kesekî ku malbat û rêhevalên wî weke mirî dizane li edaletê bigerin û dengê wî bidin bihîstin. Ji bo parastina mafên Dervîş û mexdûrên din, banga min ji bo parastvanên mafên mirovan e. Tevî ewqas îşkenceyan jî, îradeyeke mezin nîşan daye û jiyaye. Lê hêj jî nekariye birînên xwe bipêçe. Beden û ruhê wî bi êşên giran tije ye.” 
 
‘DIVÊ EM BÊDENG NEMÎNIN’
 
Herî dawî jî Yazmaci ev tişt anî ziman: “Banga min ji bo her kesî ye ku ji bo Muhammed Mahmûd Dervîş û kesên din ên xwedî heman çîrokan bikevin nava liv û tevgerê. Divê em li hemberî van bûyerên wiha hovane bêdeng nemînin. Bêdengiya li hemberî îşkence, miameleya dermirovî û miameleya xerab, tê wateya hevkariya wan sûcan. Divê çapemenî û rêxistinên civaka sivîl guh bidin vî dengî û çîroka Muhammed Mahmûd Dervîş li her derê belav bikin. Ev pir girîng e. Ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên mafan, ji bo dengê kesên rastî îşkenceyê hatine bêhtir bidin bihîstin û ji bo edalet pêk pê, ev çîrok girîng e. Divê rayedarên dewletê jî guh bidin vî dengî. Divê ji bo pêşîlêgirtina îşkence, miameleya xerab û zilmê, edaletê pêk bînin û mexdûr bên parastin. Ji bo têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê, pêkanîna edaletê û bidawîkirina îşkenceyê divê em bi hev re têbikoşin.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

09/07/2023
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin