Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne

img

ENQERE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di komcivîna li Meclisê de bal kişand darizandina rojnamegerên kurd û got: "Pêdiviya vê civakê bi çapemeniyek rasteqîn û rastiyan heye. Hevalên me yên kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine, 13 meh in girtî ne." 

 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, di civîna koma partiya xwe ya heftane de geşedanên di rojevê de nirxandin. 
 
Uçar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û diyar kir ku girtiyê nexweş Bişar Yazıci bi îfadeya şahidê veşartî 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Uçar da zanîn ku Yazici ji ber nexweşiya kezebê ku lê peyda bûye jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê wî de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Çi li girtîgehê çi li derve, berpirsyariya mafê jiyanê ya gel-welatiyan dewlet e. Lê belê dewlet û ATK di şexsê Yazici de mirina hemû girtiyên nexweş îmze dikin. Bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan li dijî polîtîkaya mirinê, vê bêhiqûqiya mirinê têdikoşin. Ez dixwazim diyar bikim ku ev têkoşîn têkoşîna me ye jî. Em ê dengê xwe bilind bikin û li cem wan bin.”
 
BERTEKA LI DIJÎ BERSÛCÊN ÊRIŞKAR 
 
Uçar bal kişand ser biryara beraetê ya doza bersûcên ku li Enqereyê êrişî saziyên elewiyan kiribûn û nerazîbûn nîşanî biryara beratê da û got bersûc bi polîtîkaya bêcezahiştinê re tên berdan. 
 
ÊRIŞÊN LI SER DAYIKÊN ŞEMIYÊ 
 
Uçar bal kişand ser êriş û binçavkirina li dijî Dayikên Şemiyê û got: “Qada Galatasarayê bi destê Dayikên Şemiyê bûye qada edaletê. Lê her hefte ji paş ve tên kelemçekirin û binçavkirin.” 
 
'ROJNAMEGERAN JI BER KU RASTIYÊ NIVÎSANDIYE GIRTÎ NE’ 
 
Uçar li ser danişîna rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Amedê de hatin girtin û îro dadgehkirina wan pêk tê jî nirxand û got: “Îro danişîna doza 15 xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku 13 meh in li Amedê girtî ne, tê lidarxistin. Em ji xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku ne alîgir in, ji rastiyê tawîz nadin, hewl didin ku bibin dengê nedîtî û nayê bihîstin, demildest bên azadkirin û pîşeya xwe bikin. Pêdiviya vê civakê bi çapemeniyeke nepartî heye, pêwîstiya wê bi rastiyan heye. Hevalên me yên ku xebatkarên çapemeniyê ne, ji ber nivîsandina heqîqetê 13 meh in di girtîgehê de ne. Em baş dizanin ku hevalên me yên xebatkarên çapemeniyê îro li dadgehê ne; ew ê bi dirêjî rave bikin ka rojnamegerî çi ye û çawa rojnamegerî ne sûc e. Divê ku rojnameger bên berdan.” 
 
‘EM BI HILWEŞÎNÊ RE RÛ BI RÛ NE’ 
 
Uçar axaftina xwe wiha domand: “Gelên me yê hêja, me dest bi heyamek ku desthilatdariya AKP MHP jê re dibêje sedsala nû ye kir. Hem welat bi xwe hem jî civak bi xwe bi hilweşîneke giran re rû bi rû ne. Kî dixwaze vî welatî standardîze bike; hikûmeteke ku dixwaze wê bike yek tîp û yekreng, ji bo ku vê pêk bîne çi ji destê wê tê dike. Bi her cure bêhiqûqî, her cure sansur, zext, gef, desteserkirina mafan, xizanî, gendelî, talan û polîtîkayên şer re hewl dide vê civakê bi tenê bihêle.”
 
NAVNÎŞANA SIYASETA DEMOKRATÎK 
 
Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser senaryoyên li dijî HDP’ê û siyaseta demokratîk tên çêkirin û got: “Tenê navnîşanek siyaseta demokratîk heye, ew jî em in. Doza Kobanê ya li dijî HDP’ê dozek tertîpkirî ye. Di nava vê dozê de HUDA PAR jî heye.” 
 
ŞIRÎKATIYA HUDA PAR Û DESTHILATÊ 
 
Uçar bal kişand ser hevkariya HUDA PAR’ê ya li gel Tifaqa Cumhur û got ku Hîzbûllah niha jî ji ber wê hevgirtina bi Tifaqa Cumhur re encamê digire. 
 
KRÎZA ABORÎ
 
Uçar krîza aborî ya ku zêde dibe jî rexne kir û got: “Krîza aborî ji şerê heyî ku tê birêvebirin qut nîne. Ji ber şer aborî jî têk diçe. Em ê li ber vê krîza aborî jî bêdeng nemînin.” 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Uçar destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê dê nikaribe têkoşîn û siyaseta demokratîk têk bibe û xwest her kes li dijî dozên kumpasê û êrişên li ser siyaseta demokratîk berê xwe bide nava têkoşîna hevpar. 

Sernavên din

13/07/2023
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
12/07/2023
22:36 Rojnamevan ji girtîgehê derketin
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin
19:46 NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
18:00 Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin
16:58 Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
16:57 Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin
16:29 Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart