Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin

  • rojane
  • 16:57 12 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED -  Parêzerên rojnamegerên li Amedê tên darizandin diyar kirin ku rewşa girtîbûnê ya rojnamegeran veguheriye cezayê. Ji parêzeran Resûl Tamûr diyar kir ku xwediyê şîrketê ku şahidê nepen got “min 4-5 caran dîtiye” di wan dîrokan de li Brukselê bû û bi dosyayê hatiye lîstin. 

 
Danişîna ewil a 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin di roja duyemîn de didome. Parastinên rojnamegerên girtî û negirtî û îfadeyên şahidên eşkere û nepen hatin girtin. Niha jî parêzer parastinê dikin. 
 
ŞAHIDÊ NEPEN ÎDIA VALA DERXIST 
 
Şahidê nepen gotibû ku di navbera salên 2019-2020’an de 4-5 caran xwediyê Pel Produksiyonê Hayrettîn Çelîk dîtiye. Li ser vê yekê parêzer Resûl Temûr wiha got: “Lê Hayrettîn Çelîk di sala 2013’an de li Brukselê bi cih bûbû. Mimkin nîne ku şahidê nepen Çelîk di wan dîrokan de dîtibe. Heta gelek xebatkarên Pel Produksiyonê yê li vê derê nizanin ku Hayrettîn Çelîk şirîkê berê ye. Mimkin nîne ku haya şahidê nepen ji vê hebe.” 
 
Bi domdarî Temûr got ku dozger hewl dide rojnamegeriyê pênase bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl dide rojnamegeran û rojnamegeriyê têxe bin serdestiya xwe. Di nava salekê de li Tirkiyeyê 30 rojnamegerên kurd hatin girtin. Ev daneye bi tena serê xwe nîşan dide bê ka rojnamegerên bi tacîzeke darazê ya çawa re rû bi rû ne. Hewldan heye ku xebatên pîşeyî yên rojnamegeran bi rêya vê dosyayê manîpule bikin. Piştî binçavkirinê dest danîn ser alav û amûrên rojnamegeran. Me li dijî vê îtîraz kir lê ev îtîraz hatin redkirin.” 
 
‘BÊYÎ HAZÎRUN LÊGERÎN HATE KIRIN’
 
Bi domdarî Temûr ev tişt anî ziman: “Piştî binçavkirina miwekîlên me, biryara nepeniyê bo dosyayê dan. Me biryarên ku li dijî wan îtîraz nayê kirin xwestin lê destûra wan jî nehat dayîn. Tenê hejmara dosyayê dan me. Em neçar man ku îtîrazên xwe bêyî haya me ji naveroka dosyayê hebe bikin. Agahiyên di dosyayê de bi me re nehatin parvekirin lê heman dosya bi çapemeniya alîgir re hatin parvekirin. Di heman demê de ji bo şîrketên navborî biryar hat dayîn ku rojekê lêgerîn were kirin. Me li dijî biryara dirêjkirina lêgerînê îtîraz kir lê hate redkirin. Lê bi îtîraza ji bo dadgeha jor re biryarên lêgerînê ji bo 5 rojan hate dirêjkirin. Bi giştî 30 rojan li şîrketên miwekîlên me lêgerîn hate kirin. Dema lêgerîn bi dawî bûy, me xwest şîrketan dewr bikin. Me li wir dît ku hewl didin girtekê bi 2 hazîrûnan bidin îmzekirin. Dema jê pirsî jî ji me re gotin; ‘ev mijar we eleqedar nake.’ Em hîn bûn ku ev girtek, têkildarî lêgerîna 30 rojan û hazîrûn e. Ew kes, 30 rojan li wir nebûn. Lê di roja dawî de anîn wê derê û weke ku di dema lêgerînê de li wir bin, bi wan girtek dan îmzekirin. Em dixwazin ku li van kesan were guhdarîkirin û qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin.” 
 
‘BI DOSYAYÊ HATE LÎSTIN’
 
Parêzer Temûr, destnîşan kir ku 4 meh piştî 8’ê hezîrana 2022’yan ku miwekîlên wan hatibûn girtin, li dosyayê girteka “zindîkirinê” hatiye zêdekirin û di 2’yê kanûna 2022’yan de jî girteke din li dosyayê hatiye zêdekirin. Temûr, wiha pê de çû: “Ev her du girtek nîşan didin ku bi dosyayê hatiye lîstin, di demên piştre de girtek hatine amadekirin û li dosyayê hatine zêdekirin. Em dixwazin ji kesê/a pispor were pirsîn bê ka bi dosyayê hatiye lîstin an na.” 
 
‘MANÎPULASYON HEYE’
 
Temûr, bi lêv kir ku dema dozgger dosyayê amade dike, neçare ku delîlên lehê û eleyhî bi hev re kom bike û wiha derbirî: “Lê belê di nava hezaran bernameyên miwekîlên me de tenê çendek jê hatine hilbijartin û weke hêmayê sûc hatiye nîşandan. Dozgerê lêpirsînê delîlên lehê nenirxandiye û ev yek jî manîpulasyon e.” 
 
‘JI BO BLOKEYA HDP’Ê ŞAHIDÊ NEPEN HATE AFIRANDIN’ 
 
Temûr, bi bîr xist ku îfadeyên şahidê nepen 6 meh piştî girtina miwekîlên wan hatine girtin û wiha got: “Di erefeya sersalê di roja şemiyê de li şahidê nepen hatiye guhdarîkirin. Dozger wê demê di betlaneyê de ye lê betlaneya xwe nîvco dihêle û tê li şahidê nepen guhdarî dike. Ev şahidê nepen jî di doza girtina HDP’ê de, di çarçoveya blokekirina hesabên HDP’ê de û li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind tê guhdarîkirin. Blokeyê danin ser hesaba HDP’ê û piştre jî ev bloke tê rakirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, ji ber hinek karên şîrketên produksiyonê bi HDP’ê re kirine, fatûreyên kar weke delîl nîşan dide û hewl dide di navbera HDP û van şîrketan de têkiliyeke rêxistinî ava bike. Lewma bi lez û bez li şahidê nepen tê guhdarîkirin. Anku ji bo qutkirina alîkariya xizîneyê ya ji bo HDP’ê û blokekirina hesabên wê li vî şahidî tê guhdarîkirin. Hewl didin li ser van şîrketan têkiliyeke rêxistinî ava bikin.” 
 
DAXWAZA BERDANÊ 
 
Temûr diyar kir ku divê domdirêjiy girtina miwekîlên wî li ber çavan bê girtin û xwest bên berdan û got: “Miwekîlên min 13 meh in girtî ye. Heke ji niha şûn ve girtî bên darizandin, wê ev bibe dîlgirtin.” 
 
‘HÛN PÎŞE Û NIYETÊ NÎQAŞ DIKIN’ 
 
Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok jî xalên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) û Qanûna Bingehîn ên azadiya derbirînê jimart û got: “Ji rojnamegeran çavkaniyên wan nûçeyan tê pirsîn. Di vir de niyetek xerab heye. Hûn pîşeyê û niyetê didin nîşqaşkirin. Hûn tiştek li dijî destûra bingehîn e didarizînin. Em çawa nikarin dadgeriya we ji we jêpirsîn bikin, hûn jî nikarin rojnamegeriyê ji rojnamegeran bipirsin. 
 
Ev rojnamegeriya maf û mafên welatiyan dikin. Ev rojnameger deng û çavê kurdan û bindestan in. Divê ev 15 rojnameger neyên mexdûrkirin. Pêwîste rojnamegerên ku behsa pirsgirêka kurd dikin bên parastin.”
 
Di îdianameyê de delîlên li dijî hiqûqê hene. Hûn nikarin rojnamegerna wek ‘terorîst’ binav bikin. Heke hûn vê bikin hûn nikarin binê vê tije bikin. Ne girîng e nûçeyên rojnamegeran li ku hatine belavkirin. Dozger delîl nedîtine, şahidek veşarî afirandiye. Em daxwaz dikin ku hemû naverokên nûçeyan ji dosyeyê bên derxistin. Em dixwazin hemû rojnameger bên berdan.”
 
‘GIRTINA WAN ZIVIRIYE ÎNFAZÊ’ 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn jî axivî û destnîşan kir ku girtina rojnamegeran veguheriye înfazê û ew daxwaz dikin ku ev îdianameya pûç bi dawî bibe. 
 
‘ROJNAMEGER BILA BÊN BERDIN’ 
 
Ji parêzerên TGS’ê Ulku Şahîn jî diyar kir ku rojnameger nûçeyan ji gel re radigihînin, berpirsiyariya wan li hemberî gel heye û xwest rojnameger demidlest bên berdan. 
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî bal kişand ser bernameya rojnameger Omer Çelîk û wiha got: “Hûn ji Omer Çelîk dipirsin ‘çima te vê kiriye’. Ev rojnameger e, heke bername çêneke wê çi bike. Rojnameger Abdurrahman Gok wêneyên Kemal Kurkut girtibûn. Ev qenata hemû rojnamegeriyê ye. Nûçe çêkirina Osman Şiban ê li Şaxê ji helîkopterê hat avêtin ne sûc e. Em dixwazin hemû rojnameger bên berdan.” 
 
Parêzer Rûşen Seydaoglû jî da zanîn ku di îdianameyê de tu delîlek şênber nîne û bername, nûçeyên hatine çêkirin dikin “endamtiya rêxistinê.” 
 

Sernavên din

13/07/2023
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
12/07/2023
22:36 Rojnamevan ji girtîgehê derketin
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin
19:46 NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
18:00 Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin
16:58 Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
16:57 Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin
16:29 Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart