Qala remza têkoşînê Alî Çîçek kir: Em bi têkoşîna wan bêhnê distînin

  • rojane
  • 11:34 13 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Xwişka yek ji remzên berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek qala têkoşîna birayê xwe kir û destnîşan kir ku her ku ew dijî ji têkoşîna birayê xwe fêm dike û got: "Em îro bi têkoşîna wan bêhn distînin."
 
Çarenûsa kurdan a bi rêya îmhakirin û tunehesibandinê, bênasname hatiye hiştin piştî 27'ê Mijdara 1978'an bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) guherî. Têkoşîna li gel avabûna PKK derketiye holê, hat xwestin ku bi destê darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî bê tepisandin. Rêberê PKK Abdullah Ocalan 12'ê Îlonê darbeya "Herî berfireh ya Gladyoya NATO'yê" pênase kir û ev darbe wek wehşeta Zindana Amedê ya Jimara 5'an di dîrokê de cihê xwe girt. Bi hezaran kurd di bin îşkenceya rêveberiya serpel Esat Oktay Yildiran derbas bû û ji bo ku bibin îtîrafkar îşkenceya "Askiyê Filistînê" li wan hate ferzkirin. Zindana Amedê di nava 10 girtîgehên îşkence û sepanên dijî mirovahiyê lê dihat meşandin de wek "bi nav û dengbûna herî xerab a cîhanê" di nava dîrokê de cihê xwe girt.
 
ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN
 
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di Newroza sala 1982'yan de bi sê darikên niftikê li dijî îşkence û pêkanînên xerab agir berda bedana xwe. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên wek "Berxwedana Çaran" tên zanîn 18'ê Gulana 1982'yan de agir berdan bedana xwe. Dema rûpelên dîrokê 14'ê Tîrmeha 1982'yan nîşan da, ji kadroyên pêşîn ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek Rojiya Mirinê ya Mezin dan destpêkirin. Her çar pêşeng di têkoşîna Rojiya Mirinê ya Mezin de jiyana xwe ji dest dan. Ev çalakî hem bû bingeha têkoşîna kurdan hem jî mohra xwe li 41 salên dawî da. 
 
Alî Çîçek ê ku Kemal Pîr jê re digot (Stêrka Sor) û ji hêla kurdan bi vî navî tê nasîn di sala 1961'an de li mezrayeke biçûk a gundê Kûskûnlû ya navçeya Cûrnê Reş (Hîlwan) a Rihayê hate dinê. Çîçek di nav xwişk û birayên xwe de yê herî biçûk bû. Alî Çîçek hê ku diçû lîseyê bi sedema belavok belav kiriye 2 mehan hate girtin û di vê pêvajoyê de Kemal Pîr nas kir. Çîçek di heman demê de li gel hevalên xwe piştgirî da reva Kemal Pîr a ji girtîgehê. Çîçek di nava salên 1979 û 1980'yî de li navçeyên Curnê Reş û Sêwregê di nava têkoşînê de wek çalakvanek cih girt û di darbeya 12'ê Îlonê de hate girtin û wî şandin Zindana Amedê. Alî Çîçek dema li dijî hovitiya girtîgehê bi hevalên xwe re dest bi çalakiyê kiribû hê 21 salî bû û jiyana xwe ji dest da. Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek qala têkoşîna birayê xwe kir. 
 
SALÊN ZAROKATIYÊ
 
Ayşe Çîçek destnîşan kir ku Alî Çîçek dema ku zarok bû ji karê cotkariyê heya karê malê gelek ked da û got: "Alî dibistana seretayî li navçeyê, dibistan navîn li Ceyhana Edenê xwend û em piştre hatin Rihayê. Lîseyê li Rihayê xwend. Me havînê di nav zeviyan de karkeriyê dikir û rewşa me ya aborî jî nebaş bû. Rojekê bi faşîstan re şer kir û piştre bi hinceta ku belavok belav kiriye, wî girtin. Di wê girtinê de bi naskirina Kemal Pîr bêhtir girêdayî têkoşînê dibe û careke din dest ji têkoşînê bernade. Mirovek pir baş bû û neheqiyê qet qebûl nedikir." Çîçek diyar kir ku hê Alî Çîçek biçûk bû pergala axatiyê û neheqiyên wê nîqaş dikir. 
 
TÊKOŞÎNA KURDAN A AZADIYÊ
 
Çîçek destnîşan kir ku malbata wan ji dema berê ve çepgir bû û birayê wî ji darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Hûseyîn Înan pir bi bandor bûye û wiha axivî: "Her ku Alî jî mezin bû, bû yekî ji wan. Piştî ku li Edenê hate girtin me xwest ku wî ji tekoşînê dûr bixin. Lê wî ji me re digot ku 'Ev têkoşîna azadiyê ya kurdan e'. Bi biryar bû, ciwan bû, wêrek bû û li pêş bû. Rastiya wî tenê di gotinê de nebû, di pratîka xwe de jî wisa bû. Dema ku rûdinişt li ser sifrê ji çay û nan bêhtir tiştekî nedixwar. Dema yekî ji wî pirsîbana wî jî digot 'Hevalên min li wir birçî ne, ez nikarim li vir tişkî bixwim'." 
 
'HEVDÎTIN 5 DEQE, KURDÎ QEDEXE BÛ'
 
Çîçek da zanîn ku birayê wê piştî îxbara gardiyanekê, di pey darbeya 12'ê Îlonê de hate girtin û ev tişt gotin: "Wî girtin û birin Zindana Amedê. Wê demê hindî ku ji me dihat em diçûn serdana wî. Bi rojan îşkence li Alî kiribûn. Rojekê du leşker ketibûn bin milê wî û wî anîn. Me dizanî ji ber îşkenceyê wisa lê dikin lê me nedikarî em tiştekê bikin. Di zindanê de tecrîdeke giran hebû û me tu agahî ji wan nedigirt. Hevdîtin 5 deqe bûn. Li wir axaftina bi kurdî qedexe bû, me tenê bi gotina 'Çawa yî, baş î' (nasilsin, îyî misin) hevdîtin derbas dikir. Ji ber ku Alî nebû îtîrafkar wî di qawîşê de zêde nedigirtin û her tim îşkenceyê lê dikirin. Wî hemû çalakiyan girt ser xwe û dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Piştî çalakiyê me careke din wî nedît. Me dema agahiya şehadeta wan bihîst, hê zanibû ku ketine rojiya mirinê."
 
'WAN DÎROK NIVÎSAND'
 
Çîçek bi bîr xist ku ji ber têkoşîna Alî, Kemal Pîr û yên li cem wan ji Alî re digotin 'Stêrka Sor' û her kesî wî wisa bibîr dianî. Çîçek anî ziman ku di serî de wan Alî li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê veşartin û ji ber êrişên li ser gortistanê wan cenaze biriye Amedê. Çîçek bilêv kir ku ew her rastiyê dibînin, têkoşîn berdewam dike ji têkoşîn û berxwedana birayê xwe baştir fêm dike û got: "Em bi saya têkoşîna wan bêhnê distînin. Ew remza Kurdistanê ne û şehîdên azadiyê ne. Wan dîrok nivîsand."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

16/07/2023
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
15:22 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike
14:43 Çalakgerên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hin bajaran hatin bibîranîn
14:18 Îdianameya Merdan Yanardag hate qebûlkirin
14:18 Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
13:43 Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
12:53 Di lêpirsîna kuştina Temel de hejmara girtiyan bû 3 kes
11:48 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn: Çirûskên we gihîştin bi milyonan
11:34 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Hewlêrê di roja 58’an de didome
11:14 Ji ber doza hevjînê wî, nasnameyê nadinê
10:47 Li Mêrsînê 11 kes hatin binçavkirin
10:46 Derheqê 54 parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî lêpirsîn hate vekirin
10:36 Sercerdevanê Mûsa Çelîk qetil kirî tenê 20 mehan girtî ma
10:17 Li Licê îşkenceya li şivanan hatiye kirin: Necezakirin rê li ber bêperwatiyê vedike
09:44 Me xwe gihand dîmenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya malbata Şenyaşar
09:05 Şahidên 14'ê Tîrmehê: Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Dewlet hiqûqa xwe binpê dike
09:01 ‘ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere'
09:01 Bi birîndarî hat girtin, 31 salan girtî ma: Em deyndarên gelê xwe ne
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
13/07/2023
19:08 Dibe ku li Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan
18:47 Dadgeha Bilind daxwaza ji bo berdana Can Atalay red kir
18:29 2 HDP'î hatin girtin
18:21 Du keçên êzdî piştî 9 salan hatin rizgarkirin
17:52 Banga ji bo tevlîbûna civîna gel a li Geverê
16:35 23 sal û 4 meh ceza li kesên êrişî avahiya HDP’ê kiribûn hat birîn
16:24 Gotinên dawî yên leşkerê digotin ‘bi teqezayî mirî ye’: Ji mirina me fermandar berpirsyar e
15:38 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in
14:30 Tecrîd li Wanê hate protestokirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:06 KCD ji bo hevrûbûna qetlîama Geliyê Zîlan banga avakirina komîsyona heqîqetê kir
13:35 ‘TMO randevûyê nade cotkaran’
13:16 Tabelaya Parka Hafiz Akdemîr bi mehane nayê nûkirin
12:53 Jinek li Îzmîrê hat qetlkirin
12:52 Dag û Er 57 roj in li dijî binpêkirinan di greva birçîbûnê de ne
12:44 Pêşniyarqanûna ji bo Komkujiya Zîlanê: Bila bibe ‘Roja Bîranîn û Şînê’
12:38 Çepên Kesk û HDP: Sûcên li dijî zarokan zêde dibin, tedbîr bigirin
12:31 Di doza Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak de dê mutalaa bê dayîn
11:41 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
11:34 Qala remza têkoşînê Alî Çîçek kir: Em bi têkoşîna wan bêhnê distînin
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:40 Ji bo girtiyê nexweş Ozturk kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
10:38 Tenê 2 sal ceza li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştibû hat birîn
10:38 Li Mêrdîn û Şirnexê zem li avê hate kirin
10:04 Li Dîlokê bekçiyan kesek kuşt
10:03 Sarisozen: Di Lûtkeya NATO’yê de ji bo êrişan peyamên erênî hatin dayîn
10:03 Şahidên Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Ji bo şoreşgeran bû mînak, peyam berxwedan bû
09:23 Zeyneb Murad: Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin
09:06 Li Girtîgeha Şakranê ferzkirina 'şerîatê'
09:05 Biraziyê Bişar Yazici: ATK girtiyan ber bi mirinê ve dişîne
09:04 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe
09:02 Pirsûs di bin toz û dumana qeyûm de maye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
12/07/2023
22:36 Rojnamevan ji girtîgehê derketin
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin