Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin

  • rojane
  • 09:59 16 Tîrmeh 2023
  • |

AMED - Rojnamegerên ku piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan gotin: "Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Nikarin dengê me kim bikin."

Rojnamegerên di çarçovaya lêpirsîneke li Amedê hatiye destpêkirin de di 16'ê hezîrana 2022'yan de hatine girtin piştî 400 rojan, di 12'ê tîrmehê danişîna yekem de hatin berdan. Rojnamegerên ku piştî 13 mehan girtî man û hatin berdan zextên li dijî çapemeniya azad, sûcdarkirina xebatên xwe yên rojnamegeriyê nirxandin û pêvajoya binçavkirna nirxandin. 
 
'ARMANC TESFIYEKIRINA ÇAPEMENIYA AZAD E' 
 
Rojnameger Lezgîn Akdenîz destnîşan kir ku Çapemeniya Azad di têkoşîna xwe ya dîrokê de tim bi zextan re rû bi rû maye û li lijî vê yekê jî bedelên mezin daye. Akdenîz anî ziman ku rojnamegerên kurd ji van bedelan ku hatine dayîn her tim hêz girtin, xebatên xwe mezintir kirin û got: "Armanca vê operasyonê ji holê rakirina Çapemeniya Azad, tesfiyekirin û krîmînalîzekirina xebatên wê bû. Dîsa yek armancên wan jî tepisandina bandora rojnamegeran bû." 
 
Akdenîz da zanîn ku operasyon piştî salekê pûç bûye û got: "Em salekê di girtîgehê de man. Dema ku em derketin me got ku 'em li ku mane'. Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Em ê xebatên xwe nîvcoyî nehêlin. Em ê zêdetir bixebitin." 
 
ROJNAMEGERÊN JIN HEDEF TÊN GIRTIN
 
Rojnameger û wênesaz Neşe Toprak anî ziman ku ew ji ber kurdbûna xwe hatine girtin. Toprak da zanîn ku ew fikra azad diparêzin û got: "Nexwestin dengê kurdan were bihîstin. Ji ber wê xwestin rojnamegeriya di navbera gel û jiyanê de wekî pirekê ye, xera bikin. Ji ber vê yekê me hemûyan girtin."
 
Toprak diyar kir ku dixwazin dengê rojnamegeran kêm bikin û diyar kir ku ji ber wan heqîqetê derxistiye holê, hedef hatine girtin û got: "Jin naxwazin pêşketinên di nava civakê de veşartî bimînin û tim ji bo ku pêşketinên di nava civakê de derkevin holê dixebitin. Ji ber vê yeke jinan kirin binçavan. Di îdianameyan de tenê nûçeyên me hebûn. Nûçeyên min li ser hûnerê çêkiribûn kirin mijara sûcdarkirinê. Huner ji bo civakê girîng e. Xwestin dengê me  kin bikin. Em ê vê têkoşînê heya dawiyê bidomînin. Nikarin dengê me kin bikin."
 
'XEBATÊN ME NÎVCO NEMAN'
 
Remziye Temel jî da zanîn ku doza li wan hatiye vekirin bi helwesteke siyasî hatiye vekirin û girtina demdirêj jî encama vekê bû û got: "Mixabin em jî rastî vê darbeyê hatin. Ev pêvajo pêvajoyeke bi zehmet û cûda bû. Kêmbûn û zêdebûnên vê pêvajoyê çêbûn. Kêmbûna wê em ji xebatên xwe, ji heval û hogirên xwe dûr ketin. Zêdebûna wê jî hevalên me xebatên xwe gelek baş berdewam kirin. Xebatên me bi tu awayî nîvcoyî neman."
 
Temel da zanîn ku Çapemeniya Azad bi zextan nayê bêdengkirin û got: "Ji cihê ku em lê mane, em ê berdewam bikin. Hevalên me hê di hundir de hene, em ê mil bidin hev û di di demeke herî kin de, azadiya wan pêk bînin."
 
'ZEXT ENCAM NAGIRIN'
 
Rojnameger Abdurrahman Oncu jî destnîşan kir ku ew bi awayeke bêhiqûqî hatine girtin û got ku operasyon ji bo ku tirsê di nava civakê de belav bikin pêk anîne. Oncu bilêv kir ku xebatên wan yên pîşeyî kirine mijara sûcdariyê û bi bîr xist ku ew ê xebatên xwe bidomînin. Oncu got: "Tu desthilat rexneyê qebûl nakin' û di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê rojnamegeriya çepgir a Çapemeniya Azad bidomînin û anî ziman ku dê zext encam negirin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

19/07/2023
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc