Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin

  • rojane
  • 15:55 18 Tîrmeh 2023
  • |
img

WAN - Baroya Wanê, OHD û TUHAY-DER’ê têkildarî Girtîgehên Behrareş û Serhedê raporek aşkere kirin û destnîşan kirin ku di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin. 

 
Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER),  “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên li Serhed û Herêma Behrareş diqewimin” bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê aşkere kirin. Parêzer Sîmîn Atabay a naveroka raporê parve kir bal kişand ku li Tîpa T a Bafra, Tîpa S a Kavak a Samsunê, Tîpa L a Espiye a Gîresûnê, Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa M a Baybûrt, Tîpa H a Erzîromê, Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên hejmarên 1 û 2 yên Dûmlûyê, Tîpa L a Rîzeyê û Tîpa T ya Oltû ya Erzîromê gelek binpêkirinên mafan diqewimin. 
 
GIRTÎ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN
 
Atabay, diyar kir ku girtî û hikumxwarên daxwaza sewqa nexweşxaneyê dikin an dereng dibin an jî qet nabin û wiha got: “Li hin girtîgehan her çend dereng sewq bikin jî ji ber ferzkirina leşkeran a lêgerîna nava dev an jî mûayeneya bi kelemçe ya bijîşkî, girtî ji ber li dijî rûmeta mirovahiyê ne vê pêkanînê qebûl nakin. Ji ber vê yekê girtî bêyî mûayene bibin dibin girtîgehê. Girtiyên di raporê de navê wan derbas dibe ji me re ragihandine ku ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev a leşkeran girtiyan nabin nexweşxaneyê.”
 
KOTAYA PIRTÛKAN HEYE
 
Atabay, da zanîn ku li girtîgehan di navbera 3 û 10’an de kotaya pirtûkan tê sepandin, li gelek girtîgehan pirtûkên kurdî nayên dayîn û wiha berdewam kir: “Li temamî girtîgehên ku di rapora me de cih digirin hate ragihandin ku rojnameyên rojane yên weke Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê nadin girtiyan û hin qenalên televîzyonê yên mûxalîf jî nayên nîşandan. Hate diyarkirin ku gelek nameyên tên şandin nayên dayîn, heta hinek ji wan tên sansurkirin û tên dayîn û bi taybetî nameyên bi kurdî bi hinceta tercuman nîne nayên danîn, nameyên ku bi vegera qeydkirî neyên şandin, rêveberî nameyan nagihîne malbatan, ji ber vê yekê girtî neçar dimînin ku nameyan bi vegera qeydkirî bişînin.”
 
PIRSGIRÊKA XWARINÊ 
 
Atabay, qala pirsgirêka xwarinê ya girtî û hikumxwaran kir û wiha lê zêde kir: “Hate ragihandin ku xwarin têrker nînin û gelek kêm tên dayîn, li hin girtîgehan jî xwarin qasî ku nikare bê xwarin nebaş e û şert û mercên paqijiyê nayên pêkanîn. Hate diyarkirin ku bihayên qantînê zêde ne û cureyên wê gelek kêm in, ji ber vê yekê gelek girtî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û destûr nayê dayîn ku pêdiviyên girtiyên rewşa wan a aboriyê nebaş e ji aliyê girtiyên din vê bên pêşwazîkirin.”
 
‘GIRTÎ TÊN TECRÎDKIRIN’ 
 
Atabay, diyar kir ku girtî tên tecrîdkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li aliyê din li temamî girtîgehên serdana wan hate kirin aktîvîteyên qûrs, atolye, spor û hwd. ên ji ber pandemiyê hatine qedexekirin, tevî pandemî bi dawî bûye jî hêj qedexe ne û tenê destûr tê dayîn ku mehê careke aktîvîteya fûtbolê bê kirin. Girtiyên pê re hatine axaftin anîn ziman ku mafê telefona bi dîmen nadin wan, daxwaza wan bi hinceta binesaziya wê nîne nayê qebûlkirin lê girtiyên edlî ji vî mafî sûdê digirin. Dîsa ji aliyê girtiyan ve hate ragihandin ku li gelek girtîgehan her meh çend caran lêgerîna odeyan tên kirin ev yek derketiye derveyî armancê, ji bilî lêgerîna tiştekî qedexe ode tên belavkirin û hemû tişt tên belavkirin, di legerîna odeyan te nîzama leşkerî li girtiyan tê ferzkirin.”
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Atabay, a bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Bi taybetî divê ji girtiyên nexweş re şert û mercên guncaw ên tedawiyê bên peydakirin. Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de pêkanînên wekî lêgerîna nava dev û ferzkirina muayeneya bi kelemçe ya li ser girtiyên sewqî nexweşxaneyê tên kirin, divê tavilê bên rawestandin. Bi taybetî girtiyên li girtîgehên ewlehiyên bilind tên ragirtin ji bo tenduristiya laş û ruhê wan divê demekî dirêj tenê neyên hiştin. Nekirina xebatên qada hevpar ên girtiyan ku bi pêvajoya pandemiyê dest pê kirin, bû sedem ku şertên tecrîdê ku girtî tê de ne girantir bibin û tevî gefa pandemiyê kêm bûye û li her derê bergirî hatine rakirin jî qedexe didomin. Divê qedexe bên rakirin.”
 
‘DIVÊ LIJNEYÊN ÇAVDÊRIYÊ BÊN RAKIRIN’ 
 
Atabay, bi lêv kir ku divê sînordarkirina amûrên ragihandinê û qedexe bên rakirin û wiha domand: “Divê kotaya pirtûkan a tê sepandin bê rakirin, rojnameyên qanûnî yên tên daxwazkirin bên dayîn, divê qenalên tên daxwazkirin bên vekirin. Navendên Senifandin û Çavdêriyê û Rêziknameya Têkildarî Nirxandinê ya Hikumxwaran û îdareyên girtîgehan ên li dijî hiqûqê li dijî girtiyan bi rayeyên bêsînor hatine peywîrdarkirin û pêkanînên ku biryarên keyfî didin pêk tên. Divê rayeyên van lijneyên bên rakirin.”
Atabay, anî ziman ku Enes Bîlgen ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafrayê ye pirsgirêkên wî yên gurçikê hene, hema bêje her şev radibe, vedireşe, bi zorê xwarinê dixwe û di van çend mehên dawî de pir lawaz bûye. Atabay, da zanîn ku ji ber pêkanîna lêgerîna nava dev didome Bîlgen naçe saziyên tenduristiyê û rewşa wî her ku diçe nebaş dibe.
 
‘PÊKANÎNÊN LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ’ 
 
Atabay, bi lêv kir ku Azîz Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê tê ragirtin nexweşê Crohnê ye, divê di şertên normal de mehê carekê biçe nexweşxaneyê li ji ber pêkanînên heyî 2 meh in nikare biçe nexweşxaneyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji me re hate ragihandin ku ji makata girtiyê nexweş xwîn tê û her tim ji ser hişê xwe diçe. Xuyaye ku pêkanîna lêgerîna nava dev bidome wê rewşa tenduristiyê ya Yalçin her ku biçe nebaş bibe. Ji me re hate ragihandin ku girtiyê bi navê Yahya Guneş ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin nexweşê penceşêra kezebê ye û rewşa wî ewqas nebaş e ku ketiye nav nivînan. Hewceye Guneş bibin nexweşxaneyeke baş û demildest sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Li dijî qanûnan e ku bi dehan girtiyên nexweş ên wekî van ji ber pêkanînên ku li dijî rûmeta mirovan e re yên weke lêgerîna nava dev sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Ji ber xwe gihandina mafê tenduristiyê tê sînorkirin di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/07/2023
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc