Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin

  • rojane
  • 10:31 19 Tîrmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan "Lozana Civakî" pêşniyar kir û destnîşan kir ku serkeftina gelê kurd û tirk bi nûjenkirina Lozanê pêkan e. 

 
Peymana Lozanê ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di bin navê “aştiyê” de ji aliyê dewletên netewe ve hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe. Bi ser Peymana Lozanê re sed sal derbas bûn. Bi peymana ku di 20'ê Mijdara 1922'yan de li bajarê Lozanê ya Swîsreyê bi beşdariya nûnerên Îngilistan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yugoslavya û Tirkiyeyê dest pê kir û di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de biryar hat dayîn û kurd ji wê demê ve bêstatû hatin hiştin. Kurdistan di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hat parvekirin.
 
Komara Tirkiyeyê ya ku li ser hîmê Împaratoriya Osmanî û bingehên Peymana Lozanê hatiye avakirin, di vê sedsal dawî de li dijî kurdan feraseta îmha û înkarê pêk aniye. Kurdên ku ev sed sal in li dijî polîtîkayên qirkirinê yên netew-dewletan li ber xwe didin, di sedsala Lozanê de dixwazin Peymana Lozanek nû pêk bînin. Kurd xebatên ji bo “Lozana Civakî” didomînin, bi konferans û komxebatên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê berdewam dikin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku Lozan ji bo tirkan temam bûye, lê ji bo kurdan kêm maye û di hevdîtinên li gel parêzerên xwe de destnîşan kir ku divê kurd Lozanê nû bikin û bal kişand ser girîngiya “Lozana Civakî” û got ku çareseriya hemû pirsgirêkan ev e û hem kurd hem jî tirk bi nûjenkirina Lozanê dikarin bi ser bikevin.
 
‘DIVÊ JI BO KURDAN LOZAN BÊ TEMAMKIRIN’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 3'ê kanûna 2008'an de li ser "Lozana Kurdan" rawestiyabû û diyar kir ku Îngilîzan Peymana Sevrê ferz kiriye û got: “Ez ne alîgirê Sevrê me, ez bêtir li ser Lozanê disekinim. Du mebûsên kurd jî birine Lozanê. Li wir hat gotin, 'Em weke nûnerên tirk û kurdan li vir in' lê tedbîrên pêwîst nehatin kirin. Ji bo tirkan Lozan temam bûye. Ji bo Kurdan pêwîst e îro were temamkirin. Ez ji vê re dibêjim Lozana Duyemîn an jî qedandina Lozanê. Temamkirina Lozanê wê bi demokratîkbûna komarê re pêk were. Divê kurd bêjin ‘em Peymana Sevrê qebûl nakin, em dixwazin Lozana xwe nûjen bikin’. Di dema îmzekirina Lozanê de Îsmet Înonû du mebûsên kurd bi xwe re birin û wek ‘Ev kurd in, nûnerên kurdan in’ da nasîn. Gotibû, ‘Em ê bi xwe pirsgirêkê çareser bikin’. Parlamenterên ku Îsmet Înonû bi xwe re biribû Lozanê parlamenterên Amedê bûn. Yek ji wan Fevzî Beg bû. Divê em Lozana Duyemîn bi nûjenkirina Lozanê bixin meriyete. Bi vî awayî Misak-i Millî jî berfireh kirin. Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê jî daxilî nav peymanê kirin.” 
 
‘DIVÊ MAFÊN KURDAN BÊN NASÎN’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 14'ê çileya 2009'an de diyar kir ku divê Misak-i Millî û Peymana Lozanê were nûjenkirin û wiha got: "Dema ku ez dibêjim Misak-i Millî dikare were nûjenkirin, mebesta min ne ew e ku axa li Iraqê an jî li deverên din bi Tirkiyeyê ve bên girêdan. Misak-i Millî beşek ji Iraqa niha heta Silêmaniyê girtibû ser xwe. Mûsil-Kerkûk di sala 1926’an de bi destwerdana Îngilîzan ve girêdayî Iraqê kirin. Îngilistan ku bi qasî tiliyek welatekî giravê ye, hemû cîhan li ser tiliya xwe dibe û tîne. Îro Brîtanya li ser siyaseta cîhanê serdest e. Divê peymana Sykes-Picot jî bikeve rojevê. Peymana Kasrî Şîrîn jî divê bê nûkirin. Peymana Kasrî Şîrîn jî wê demê ji aliyê feodalan ve hatiye çêkirin. Parlamenterên kurd jî Peymana Lozanê îmze kirine. Lozan ji bo kurdan temam nebûye. Misak-i Millî jî ji bo kurdan kêm maye. Divê îro ev bi rêbazên çareseriya demokratîk werin temamkirin, mafên kurdan jî bên nasîn.” 
 
BANGA JI BO FELSEFEYA AVAKAR A KOMARÊ 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 21'ê çileya 2009'an de destnîşan kir ku gelek planên li ser kurdan bi Peymana Sykes-Picot dest pê kiriye û got: “Projeya Kurdistana Mezin jî bi Sykes-Picot re hat amadekirin. Her cure lîstikan dilîzin. Ji bo vê jî min got ku divê Misak-i Millî bê nûkirin. Baş e, gelo ev dabeşkarin e? Na, di têgihiştina me ya çareseriyê de dabeşkirin tune ye. Em ne li dijî komarê, li dijî sînoran in. Armanca min ew e ku ruh û prensîbên salên pêşîn ên Komarê di dema Misak-i Millî de bidim xuya kirin. Banga min ew e ku ez bangî bingeha damezrandina Komarê, felsefeya damezrandina wê bikim."
 
PÊNC PRENSÎB 
 
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ji bo nûjenkirina Lozanê divê kurd di konferans û komxebatan de prensîban nîqaş bikin. Pênc prensîbên ku Ocalan qala wan dike wiha ne:
 
“Prensîba Şer û Aştiyê: Şer çi tîne, çi dike, tê çi wateyê? Aştî çi tîne, çi dibe, çi ji kê re tîne? Aştî çawa pêk tê? Divê ev bên zelalkirin. 
 
Prensîba yekitiyê: Kurdên Tirkiyê, Kurdên Îranê, Kurdên Sûriyê û Iraqê vê rewşê dê di nav xwe de gotûbêj dikin. Ev yekitiya di nava kurdan bi xwe de ye. Ew ne li dijî sînorên dewleta ku tê de ne. Kurdên li Tirkiyeyê bi Tirkiyeyê re li ser rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Kurdên li Îranê bi Îranê re rêbaza çareseriya demokratîk a pirsgirêkên xwe nîqaş dikin. Lê belê kurdên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê di nav xwe de têkilî û yekitiya xwe dikarin ava bikin. dEv ne li dijî wan dewletan e, avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk a kurdan e. Li vir çareserî ne di netew-dewletê de, di xitimandina netew-dewletê de ye. Kurdistana mezin ne çareserî ye, wê her derî bike qada şer. Kurdistana biçûk jî ne çareserî ye. Çareserî di çarçoveya rêgezên konfederalîzma demokratîk de birêxistinkirin e.
 
Prensîba demokratîk: Sepana vê prensîbê ev e; Rakirina hemû astengiyên li pêşiya maf û rêxistinbûna kurdan e. Rakirina hemû astengiyên destûrî û qanûnî û pêkanîna veguherîna demokratîk e.
 
Prensîba Mafên Çandî: Naskirin û pêkanîna çanda kurdan bi giştî. Divê ev hemû prensîb bên zelalkirin. Mebesta wan çi ye, sînorên wan çi ne, divê hemû bên diyarkirin.
 
Prensîba Siyaseta Demokratîk dikare bê zêdekirin. Dibe ku Peymana Civakî jî were pejirandin. Wek şert û mercên civakî, perwerdehî û aborî jî dikare li van were zêdekirin.”
 
‘DIVÊ HAYA KURDAN JI LÎSTIKAN HEBE’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 28’ê çileya 2009’an ya li gel parêzerên xwe de diyar kir ku neteweperestî ne çareserî ye û wiha axivî: “Hemû kom dikarin bi hev re bijîn û pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Hemû beş, ereb, kurd, tirk, sunî, elewî, êzidî, bi kurtasî hemû çand û bawerî xwe di nava vê yekê de temsîl dikin û firsendê dibînin. Ya sereke demokrasî ye. Demokrasî dewlemendî ye. Demokrasiya rast dewlemendiyê tîne, aştiyê tîne, jîngeheke saxlem bi xwe re tîne. Ji bo jinan jî wisa ye. Gelê tirk û kurd dikarin bi hev re bijîn, a rast, dîrokî û dadmend jî ev e. Ev demokrasî ye. Ew hêza demokrasiya wê ye ku Îngilistanê ewqas dewlemend û bi hêz dike. Lê li cihên din vê nakin, yekdestdariyê dikin. Pere û neteweperestiyê bi kar tînin. Bi rêya çend holdîngên ku li Amed, Bedlîs û Wanê ava kirine, kurdan li dora xwe kom bikin, kurdan di bin kontrol û zextê de dihêlin, pêşî li daxwazên demokratîk digirin. Di vê mijarê de ez kurdan hişyar dikim, bila ji van lîstikan haydar bin. Divê ev yek ji gel re baş bê ravekirin." 
 
‘DIVÊ LINGÊ LOZANÊ ALIYÊ KURDAN BÊ NASÎN’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 4'ê sibata 2009'an de anî ziman ku kurd bi nîqaşkirina Lozana xwe dikarin rê li ber aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn vekin û got: "Di pêvajoya Lozanê de kurdan bi Komarê re tevgeriyan e. Di vê serdemê de divê ku lingê kurd ên ku neqediyaye ji nû ve bi avakirina Lozanê biqedînin. Ev jî bi naskirina azadî û mafên demokratîk ên kurdan û mîsogeriya wan ya destûrî-qanûnî pêk tê. Divê kurd ji bo vê yekê bixebitin.”
 
KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 27'ê adara 2009’an de bi bîr xist ku bi Lozanê komar hatiye avakirin û destnîşan kir ku bi "Lozana Kurdan" re jî dibe ku Komara Demokratîk ava bibe. Ocalan destnîşan kir ku Komara Demokratîk lihevhatineke demokratîk e û wiha got: "Lihevkirina her du gelan demokrasiyê tîne. Avakirina komarê çiqas girîng e, demokratîkbûyîna komarê jî ewqas girîng û watedar e. Komar hevkariya stratejîk a kurd û tirkan e, bi hev re jîyankirin e û heta dikarin bibin xwişk û birayên hev jî. Heke ev pêk were wê li Rojhilata Navîn bi rolek girîn rabe û bibe modelek nû. Heke kurd demokratîkbûnê bi dest bixin, demokrasî jî dê belavî seranserê Rojhilata Navîn bibe.” 
 
PÊŞNIYARA ‘LOZANA CIVAKÎ’ JI BO KURDAN HAT KIRIN 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya 1'ê tîrmeha 2009'an de ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan "Lozana Civakî" pêşniyar kir û wiha bang kir: "Lozana salên 1920'î Lozana neteweyî ye. Bi vê Lozanê komar hat avakirin. Ev komar heta îro maye, demokratîk nebû, niha pêwîstiya wê bi demokratîkbûnê heye, ji ber vê yekê ez dibêjim Lozana civakî, bi vê Lozana civakî wê hemû beşên civakê demokratîk bibin, îro bingeha vê yekê heye. Ev yek pêwîste. Divê li ser vê yekê xebat were kirin. Divê bi ji kûrahiya vê baş were were fêmkirin. Divê kurd ji Lozana Civakî re baş amade bin. Bi Lozana Civakî, kurd wê pêşengîya demokratîkbûnê bikin. Divê kurd ji Lozana Civakî re wek ku xwe ji şer re amade dikin, amade bin.”
 
‘KURD BI SER BIKEVIN WÊ TIRK JÎ BI SER BIKEVIN’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 17’ê adara 2010’an a li gel parêzerên xwe de diyar kir ku bi nûjenkirina Lozanê hem kurd û hem jî tirk wê bi ser bikevin û qezenc bikin û wiha got: "Nûjenkirina Lozanê neteweya demokratîk e, komara demokratîk e, welatê demokratîk e. Li ser vî esasî min ji bo çareseriya demokratîk, ji bo aştiyê ji vir ve gelek xebat kir. Lê hewldanên min nîvco man. Heke baş bê ravekirin, ji sedî 90’ê gelên Tirkiyeyê wê werin vê pêvajoyê. Divê xwediyên berpirsyariyê hebin.” 
 

Sernavên din

19/07/2023
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc