Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin

  • rojane
  • 11:35 19 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Serokê Şaxa ÎMO’ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz bal kişand ku li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyên xesareke mezin gihiştiyê tenê 50 hatine hilweşandin û diyar kir ku hilweşandinên bêserûber dibin sedemê xetereyên mezin. 
 
Hate diyar kirin ku li Ameda yek ji 11 bajarên piştî erdhejên di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn weke “Herêma Afetê” hate îlankirin, di encama xebatên tespîtkirina xesarê de, xesareke giran gihiştiye 3 hezar û 252 avahiyan, xesareke navîn gihiştiye 2 hezar û 828 avahiyan û 32 hezar û 652 avahî jî kêm xesar in. Di xebatên hilweşînê yên li navçeya Rezan ku piştî 6 mehan dest pê kirin de ji 3 hezar û 252 avahiyên xesareke mezin gihiştiyê tenê nêzî 50 avahiyan hatine hilweşandin. Hilweşandinên li bajêr dest pê kirin bêyî bên avdan tên kirin û tax di nava tozê de dimînin. Di hilweşandinên bêyî bergiriyên ewlehiyê tên kirin de, avahiyên li derdorê nayên valakirin. 
 
Li taxên Şeyh Şamîl û Mevlana Halît ên navçeya Rezanê ku me dîmenên wan kişandin dîtin, avahiyên ku tevî ku rîsk in jî nayên hilweşandin xetere ne, di avahiyên hatine hilweşandin de negirtina tedbîrên ewlekariyê yên pêwîst dibe sedema berteka gel. Hilweşandinên bêav tên kirin şêniyên taxê yên di avahiyên saxlem de dimînin aciz dikin û ji kolanan tozeke zêde radibe. 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz, têkildarî hilweşandina avahiyan nirxandin kirin. 
 
‘ÎHALE BI DAYÎNA PEREYAN A WALÎTIYÊ HATIN KIRIN’ 
 
Korkmaz, da zanîn ku pêvajoya îhaleyê ya li taxan ji bo hilweşandina avahiyên xesareke giran gihiştiyê hatine destpêkirin meha borî qediya ye û hilweşandinê dest pê kiriye. Korkmaz, da xuyakirin ku îhaleyên ji aliyê Midûriyeta Şopandin û Koordînasyonê ya Razemeniyê ya Walîtiyê ve hatine organîzekirin, bi 'rêbazeke bazariyê' hatine kirin. Korkmaz, diyar kir ku îhaleya dawî hefteya borî hatiye kirin û got: “Ji kesê îhale standiye pere hatin stendin û îhale hate kirin. Ji bo îhaleyê tu bihayek nehatiye dîyarkirin. Li ser xurdeyê û malzemeyên vegerandinê, bi dayîna pereyan ji walîtiyê re hat kirin. Kesên xwedî bihayên bilind û referansên baştir û 'torpîla' wan heyî îhale wergirtin.”
 
‘BI MEQESÊ NA HILWEŞÎNIN’ 
 
Korkmaz, bi lêv kir ku di pêvajoya ji bo hilweşandina avahiyên xesareke giran gihiştiyê û di asta hilweşandinê de bergiriyên têrker nehatine wergirtin û wiha berdewam kir: “Ev avahî li navenda bajêr in û hema bêje her roj mîtroyekî dûrî wan derbas dibin. Têkildarî vê bergirî nehatin wergirtin û di dema hilweşandinê de jî nayên wergirtin. Ji bilî çend avahiyan divê cade were girtin. Cade nayên girtin, di dema hilweşandina avahiyan de divê avdaneke baş bê kirin. Xala ewil a rêziknameya me ya hilweşandinê, hilweşandina bi meqesê ye. Rêbazeke rîska wê kêmtir e. Lê hilweşandin bi meqesan nayên kirin. Tevî van hemûyan têgeheke jê re dibêjin asbest heye. Ev jî dibe sedemê nexweşiyên mezin. Nikarin pêşiyê li van bigirin.”
 
‘DIVÊ EV AVAHÎ DEMILDEST BÊN HILWEŞANDIN’ 
 
Korkmaz, bi bîr xist ku xetên fayê yên li herêmên hêj çalak in û destnîşan kir ku avahiyên bi xetere ne divê demildest bên hilweşandin. Korkmaz, axaftina xwe wiha domand: “Ji erdhejê ve nêzî bi milyonan erdhejok çêbûn. Erdhej hêj gelek nêzî me ye. Ji ber vê yekê divê demildest ev avahî bên hilweşandin. Ji xwe di erdheja 6’ê sibatê de xesareke giran gihiştê. Avahiyên ku vê erdhejê ranegir in hene. Dirêjbûna vê pêvajoyê tê wateya ku mexduriyeta xwediyên maf zêdetir bibe. Avahiyên ji bo erdhejê hatine çêkirin jî diviya bû hatibûna xelaskirin. Hêj mirovên di konan, konteyniran de û koç kirine hene. Divê ev mirov dîsa vegerin vê derê û pirsgirêka wan a bicihbûnê bi temamî ji holê bê rakirin.”
 
BERGIRIYÊN KU DIVÊ BÊN WERGIRTIN 
 
Korkmez bergiriyên ku divê bên wergirtin jî wiha rêz kirin: “Divê kolan û cadeyên avahî lê bên hilweşandin ji trafîkê re bên girtin. Divê avahiyên 50 mîtroyan dirêj bên valakirin. Dema avahî tên hilweşandin divê teqez bên avdan. Divê bi meqesê hilweşandin bên kirin. Divê hemû malzemeyên bikarin paş ve vegerînin, bikin ku paş ve vegerînin.”
 
MA / Welat Ekîn
 

Sernavên din

19/07/2023
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin