'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'

  • rojane
  • 09:04 20 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak anî ziman ku daxwaza herî mezin a civînên gel ên li Amedê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Ji bo rakirina tecrîdê dê yek ji xebatên me yên girîng jî ew be ku em têkoşînê bi gel re birêxistin bikin." 
 
Civînên gel ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li 7 herêman didomin. Siyaseta kurd li kuçe, tax û gundan bi gel re dicive û guh li daxwaz û pêşniyazên gel dike. 
 
Civînên gel ên li Amedê ku di 14'ê Tîrmehê de dest pê kiribûn bênavber didomin. Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak di çarçoveya xebatan de li nêzî hefteyekeê ye tevlî gelek civînan bûye. Kirkazak têkildarî civînên gel axivî. 
 
Kirkazak ragihand ku dê civînên wan heya 25'ê tîrmehê li 7 herêmên Tirkiyeyê û herêmên erdhejê bidomin û got ku di civînan de pêşniyazên xurt derketine holê. Kirkazak destnîşan kir ku di civînan de texrîbatên ku komara tekparêz a sedsalî afirandine û êrişên li ser gelê kurd derketine pêş û got: "Ji bo 'em ê pêvajoya li pêşiya xwe çawa ava bikin?' rexne, tespît û pêşniyazên girîng hene. Em ê van hemûyan bi hev re binirxînin û bi pêvajoya konferansê re li ser pêşniyazên gelê xwe biryarekê bidin û pêvajoyeke nû birêxistin bikin." 
 
DAXWAZA JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ
 
Kirkazak anî ziman ku di civînên gel de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî tê nîqaşkirin û wiha pê de çû: "A rast astengkirina rola birêz Ocaan a ji bo gelê kurd, dibe sedema şerê sedsalî û înkarkirinê. Gelê kurd di vî warî de pir hesas e û di rakirina tecrîdê de bi israr e. Di civînan de ji bo rakirina tecrîdê îşaret bi têkoşîneke xurt tê kirin." 
 
'DIVÊ HELWESTA LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊ XURTKIRIN'
 
Kirkazak bibîr xist ku pêkanînên li Îmraliyê li Tirkiyeyê tên pêkanîn û wiha got: "Tecrîda ku AKP'ê li Îmraliyê daye dstpêkirin, mixabin îro ro sîrayetî hemû qadên jiyanê kiriye. DIvê hemû derdorên civakê li dijî vê tecrîda ku li hemberî mafên bingehîn ên mirovan e xwedî helwest be. Ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, xirabiyeke li civaka Tirkiyeyê ye. Em wekî partiyeke siyasî ku siyaseteke civakî dimeşînin, em dibêjin ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hewce be kî rola xw ebilîze ku ê herî pêşî birêz Ocalan e, divê rola xwe bilîze. Ji bo rakirina tecrîdê dê yek ji xebatên me yên girîng jî ew be ku em têkoşînê bi gel re birêxistin bikin." 
 
SIYASETA RÊYA SÊYEM
 
Kirkazak diyar kir ku di civînan de hatiye rexnekirin ku siyaseta Rêya Sêyem baş ji gel re nehatiye gotin û got: "Li Tirkiyeyê du blokên wekî hev hene. Bloka muhafizkear û netewperest ya xwe di AKP'ê de dide der û bloka sekuler-tekparêz a ku xwe di CHP'ê de dide der. Civaka Tirkiyeyê ne mecbûr e ji van her du blokan yekê hilbijêre. Ya ku van her duyan jî qebûl nake û doza jiyaneke wekhev-azad dike û doza demokratîkbûyîna komarê dike jî siyaseta Rêya Sêyem e." 
 
Kirkazak bilêv kir ku di civînan de bi taybetî hatiye ragihandin ku divê namzet ji herêmê bên bijartin û biryar bi gel re bên girtin û got: "Ev jî daxwaeke mafdar e. Rêveberiya xwecihî, tenê bi daxilbûna mirovên herêmê dikare bê çareserkirin." 
 
Kirkazak anî ziman ku di civînan de hatiye pêşniyazkirin ku divê li dijî tayinkirina qeyûman têkoşîneke xurt bê avakirin. 
 
Kirkazak da zanîn ku dê piştî civînên gel di navbera 25'ê tîrmehê û 5'ê tebaxê de hin komxebatan bikin û tiştên hatine pêşniyazkirin û rexnekirin dê dê wekî polîtîka bên diyarkirin û polîtîkayên hevpar jî bi konferansan nîqaş bikin. Kirkazak bilêv kir ku dê nîveka duduyan a meha tebaxê ji bo konferansan veqetînin û paşê dê kongreyê li dar bixin û bi vê re jî nexşerêya pêvajoya nû diyar bikin. 
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 

Sernavên din

23/07/2023
09:32 Akademîsyen Mukriyan: Gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be
09:04 Parêzer Şahîn: Tu cezayên dîsîplînê nikarin li pêşiya hevdîtinê bibin asteng
09:03 Li Amedê talankirina ekolojiyê
09:02 ‘Heta ku şer bidome wê krîza aborî jî berdewam bike’
09:01 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
22/07/2023
21:37 Rêveberekî Huda Parê hat kuştin
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan