Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin

img

AMED - Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan encama polîtîkayên şer e û got ku divê tecrîd ji holê bê rakirin. 

 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de 29 meh in tu xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Parêzer Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku divê demildest tecrîd ji holê bê rakirin. 
 
Bunyamîn Şeker
 
29 MEH IN TU XEBER NAYÊ GIRTIN
 
Şeker diyar kir ku ne pêkan e ku mirov nexebergirtina ji Îmraliyê ku 29 meh in didome bi hiqûqê rave bike û got ku tiştekî wiha ne di peymanên navneteweyî ne di hiqûqa gerdûnî û ne jî di hiqûqa Tirkiyeyê de heye. Şeker bibîr xist ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi dehan caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye, lê heya niha gavek jî nehatiye avêtin û wiha berdeam kir: "Bi dehan serlêdan li ber DMME'yê sekinandî ne. Hê jî gavek nehatiye avêtin. Di sala 2014'an de ji bo 'Mafê Hêviyê' biryarek hat dayîn. Tirkiye di vî warî de jî tiştek nekiriye û ev yek jî li ber Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê sekinandî ye. Hê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve gaveke hiqûqî nehatiye avêtin. Nepêkanîna hevdîtina bi birêz Ocalan re û dirêjkirina bêpêwendiya mutleq, ne li derî berjewendiyên siyasî û polîtîkayên dewletê ne. Feraseta netew-dewletê, ji bo ku fikirên birêz Abdullah Ocalan negihên gelê kurd û Rojhilata Navîn, vê pêvajoyê dirêj dike." 
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ TÊ KÛRKIRIN
 
Şeker bilêv kir ku dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê dirêj dikin û ev yek helwesta Tirkiyeyê ya li hember gelê kurd û meseleya kurd dide der. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de, ne li derî polîtîkayên şer in û wiha pê de çû: "Li her çar parçeyan li hemberî kurdan êriş hene. Ji bo ev yek bi ser bikeve tecrîda li ser birêz Ocalan tê domandin û dirêjkirin. AKP-MHP bi vê yekê dixwazin çi bikin?" Şeker destnîşan kir ku divê ev pirs bê nîqaşkirin. 
 
ENCAMA POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Şeker destnîşan kir ku krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe jî ne li derî van polîtîkayên ewlehîparêz in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo xelasiya ji vê, ji bo car din gelên Tirkiyeyê di warê aborî, siyasî û civakî de aram bibin divê dewleta Tirkiyeyê, desthilata AKP-MHP'ê bi awayekî dest ji van polîtîkayên şer berde. Pêvajoya 213-2014'an bi awayekî eşkere da der kir dewleta Tirkiyeyê hem di warê temsîliyeta derve de îtibarek xwe çêbû hem jî di warê îstiqarara aborî û siyasî de tecrûbe çêbûn. Lê ji ber ku dewlet, AKP-MHP'ê ji ber vê nerihet bûn rabûn 'pêvajoya çareseriyê' bi dawî kirin û kûrkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan esas girtin. Yanî bi polîtîkayên şerî civakê ber bi xitimandineke wiha ve birin." 
 
'GEL DIXWAZE TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
 
Şeker ragihand ku di civînên gel de daxwaza ji bo rakirina tecrîdê berbiçav bûye û wiha lê zêde kir: "Gel jî, di vî warî de bi van nîqaşan tecrîdê qbeûl nake. Dixwazin demildest tecrîd ji holê bê rakirin. Li bara gel û civakê qebûlkirina birêz Ocalan ji her kesî ve eyan e. Sedema ku tim doza rakirina tecrîdê tê kirin jî ev e." 
 
BERPRISIYARIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
 
Şeker destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî tecrîdê tenê ne girêdayî polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê ne û got ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê jî ji ber paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e ku li dijî modernîteya kapîtalîst hatiye çêkirin. Şeker bi lêv kir ku Tirkiye bi tena serê xwe nikare pergala tecrîdê ya li Îmraliyê pêk bîne û got: "Di vir de berpirsiyarî û payeke hêzên navneteweyî jî heye."
 
'DIVÊ TECRÎD JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'
 
Şeker anî ziman ku divê muxalefet li dijî polîtîkayên AKP'ê helwesteke xurt bide der û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar berbayî vê lîstikê nekevin. Pir eşkere ye ku di warê civakîkirina vê paradîgmayê, pêkanîna wê, di pratîkê de avakirina wê û zîndekirina wê de berprisiyarî dikeve ser milê saziyên gelê kurd jî. Mirov dikare bi vî awayî tecrîdê bêwate bike. Divê em vê tecrîda dewletê bêwate bikin û lîstikên wan pûç bikin. Di vî warî de berprisiyarî dikeve ser milê her ferdeke kurdan, her kurdî û gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn. Divê bi vê bîr û baweriyê û bi têkioşîneke wiha jiholêrakirina tecrîdê bê armanckirin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

30/07/2023
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê