Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be

img
AMED - Parêzerê girtiyê nexweş Bûrhan Barût ku di girtîgehê de îşkence lê hatiye kirin, Cîhan Ulsen têkildarî îşkenceyê axivî û destnîşan kir ku heke agahiyên gihiştine ber destê wan rast bin, rewşa Barût di xetereyê de ye û dê parêzerên rêxistinên mafan biçin hevdîtinê.
 
Bûrhan Barût ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, di 10’ê tîrmehê de bi rêya telefonê îşkenceya li wî hatiye kirin ragihandibû. Barût di hevdîtina bi telefonê de diyar kiribû ku bi kelemçeyên hesin îşkenceya “girêka beraz” lê hatiye kirin û 8 gardiyanan li wî xistin e. Barût destnîşan kiribû ku yek sergardiyanê bi navê Omer û 8 gardiyanên din ku dibêje komeke taybet ya îşkenceyê ye, 5 saetan li wî xistine û ji ber nexweşiya xwe ya bêhntengiyê hatiye asta mirinê. Barût gotibû ku heke gardiyanên ku ji wî re xwarinê dibin 20 deqeyên din dereng biçûna, dê ew miriba û dibêje ku gardiyanên ji wî re xwarin birin jî matmayî man e. Parêzerê Barût, Cîhan Ulsen têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku heke agahiyên gihiştine ber destê wan rast bin, rewşa Barût di bin xetereyê de ye. 
 
TÊKILDARÎ BÛYERÊ GILÎ HATIYE KIRIN
 
Ulsen, da zanîn ku wan geşedanên derheqê îşkenceya li Bûrhan Barût hatiye kirin hefteya çûyî bi dest xistin e. Ulsen, diyar kir ku muvekîlê wî bi birayê xwe re ketiye têkiliyê û wisa haya wan ji bûyerê çêbûye. Ulsen, anî ziman ku îşkence bi rêya telefonê hatiye ragihandin, lewma haya wan bi berfirehî ji bûyerê nîne û wiha got: “Ewil hat zanîn ku ew tazî kirine û lêdane. Ji ber nexweşiya xwe ya bêhntengiyê bi binpêkirinên mafên tendûristiyê re rû bi rû maye û piştî îşkenceyê jî, daxwaza rapora lêdanê kiriye. Lê ev mafê wî jî nehatiye bicihanîn. Li gorî gotinên Barût, bi tevî îşkenceyê, gelek heqaret lê kirine û gef jî lê xwarin e. Me jî guh da gotinên muvekîlê xwe û birayê wî. Piştre me ji ber îşkenceya hatiye kirin û cezakirina berpirsyaran li Serdozgeriya Antalyayê gilî kir. Me di daxwaznameya xwe de giliyê Midûrê Saziyê, gardiyanên têkildar û sergardiyanê bi navê Omer kir ku muvekîlê min ji min re gotibû. Lê ev gilî kirin sînordar nîne, ev daxwaznameya giliyê ji bo hemû kesên têkildarî vê îşkenceyê bûye, peywira xwe ji bo karên ne baş bi kar anîne û muameleya xerab kirine." 
 
WÊ PARÊZER BIÇIN HEVDÎTINA BARÛT
 
Bi domdarî Ulsen bi lêv kir ku wan tenê serî li Serdozgeriya Antalyayê nedaye, her wiha wan serî li Desteya Teftîşê ya Wezareta Dadê û Desteya Şopandin û Îdareya Girtîgehê jî dan e. Ulsen, got ku piştî bûyer li ser çapemeniyê cih girt, gelek baro û rêxistinên mafan jî hesasiyetek nîşan dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh me destûrnameyên hem parêzerên mafên mirovan yên Baroya Antalyayê hem jî parêzerên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derxistin. Ew ê biçin bi Bûrhan re hevdîtinekê bikin û hûrgiliyên îşkenceyê, hûrgiliyên meseleyê hîn bibin. Em jî dê li gor vê yekê agahiyên zelaltir bi dest bixin. Piştî van hevdîtinan em jî dê di çarçoveya agahiyên hevalên me yên parêzer dane me de bi yek beyanan agahiyê bi Wezareta Dadê û Serdozgeriya Antalyayê re parve bikin. Em ê bi rêya çapemeniyê jî ragihînin. Qasê ku ji destê me tê em ê lêpirsîna kesên ku îşkenceyê dikin, kesên ku çavên xwe li ber îşkenceyê digirin, kesên derbarê îşkecekaran de lêpirsînê nadin destpêkirin bişopînin.”
 
‘DIBE KU REWŞA WÎ DI XETEREYÊ DE BE’
 
Ulsen bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyê nexweş Bûrhan Barût daye destpêkirin û da zanîn ku li gorî gotina malbata wî di 7 tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ulsen, da zanîn ku hûrgiliyên vê mijarê jî dê piştî hevdîtina parêzeran derkeve holê û wiha berdewam kir: “Jixwe nexweiya astimê lê peyda bûye û mafên xwe yên xizmeta tendûristiyê wernagire. Çûyîna nexweşxaneyê deynin aliyekê, mafî wî yê revîrê jî tê astengkirin. Heke agahiyên li ber destê me rast bin û ji 7’ê tîrmehê ve di greva birçîbûnê de be, rewşa wî di xetereyê de ye. Ji ber ku hem nexweşiya wî ya astimê heye, hem jî vê nexweşiyê niha gelek nexweşiyên din jî bi xwe re aniye.”
 
‘DIBÊJÎ QEY LI DIJÎ BÛRHAN ÎŞKENCEYEKE SÎSTEMATÎK HEYE’
 
Di berdewamê de Ulsen diyar kir ku ew di asta Dadgeha Bilind de daxilî dosyeya Barût bûye û di darizandina esil de parêzerê wî nebûye. Ulsen, bi bîr xist ku Barût beriya niha jî di girtîgehên cuda de bi îşkenceyê re rû bi rû maye û ev tişt anî ziman: "Me bi hevalên xwe yên parêzer re şopandina van bûyeran jî kiribû. Di Girtîgeha Tekîrdagê de dîsa bûyerek wisa qewimî, lê weke hemû gavan serlêdanên me bi biryara neşopandinê biencam bû. Dibêjî qey li dijî Bûrhan îşkenceyeke sîstematîk heye. Ji ber ku dixwaze bê girtîgehek nêzî malbata xwe, lê hertim ev daxwaza wî tê redkirin û dişînin girtîgehên hatin û çûyîna wê zehmet. Li Antalyayê jî serlêdanên wî û malbata wî ya ji bo sewqê hatibûn redkirin. Li Tekîrdagê jî heman tişt rû dida. Niha em li Antalyayê van kiryaran mezintir û sîstematîktir dibînin. Ev jî di me de fikra ‘Li dijî Bûrhan îşkenceyeke sîstematîk heye’ çêdike. Em weke meseleya Tekîrdagê dest ji vê meseleyê bernadin û heta encam tê girtîn em ê bişopînin.”
 
‘LI TIRKIYEYÊ KIRYARÊN ANTÎDEMOKRATÎK BELAV BÛNE’
 
Parêzer Ulsen têkildarî sepana hucreya yekkesî jî axivî û destnîşan kir ku wan beriya niha jî ji bo vê mijarê serlêdan kirine û çi encam bi dest nexistine. Ulsen, anî ziman ku weke cezayê dane Burhan ne besî wan be di her rewşê de cezayê wî girantir dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê di qonaxa em gihiştinê de kiryarên antîdemokratîk belav bûne. Dest ji rêgeza ‘dewleta hiqûqê’ hatiye kişandin û niha jî bûye ‘dewleta polîsan’. Em bi mekanîzmeyek desthilatê ku ji îşkenceyê re dibêje na, lê niha çavên xwe ji îşkenceyê re digire re rû bi rû ne. Banga me li hemû rêxistinên sivîl û mafan û hemû beşên di van mijaran de hesas in ku li dijî îşkenceyê bin. Ji ber ku heke îro hûn li dijî îşkenceyê dernekevin, dibe ku sibê hûn jî bibin kirde û mexdûrê vê îşkenceyê. Ji xwe rêxistinên me yên mafan her meh raporên binpêkirina mafên di girtîgehan de parve dikin, lê divê hemû beşên civakê bên ba hev û bi dengeke bilind bînin ziman. Ji ber ku sûcê îşkenceyê di şer de jî hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê sekna li dijî desthilatê peywir û berpirsiyariya hemû civakê ye. Ez ji vir banga piştgiriya vê têkoşînê dikim.”
 
MA / Bazîd Evren 
 
 

Sernavên din

02/08/2023
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî