Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin

img
STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de hat diyarkirin ku di malzaroka girtiya nexweş Şîvekar Ataş de kîst heye û divê tavilê bê emeliyatkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya hefteya 593’yan li pêşiya komeleyê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. 
 
Parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş jî tev li daxuyaniyê bûn û pankartên “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin”, “Bila girtiya nexweş Şîvekar Ataş were berdan” hatin vekirin û beşdaran dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin” berz kirin. 
 
‘BILA MAFÊ WÊ YÊ TENDIRISTIYÊ NEYÊ BINPÊKIRIN’ 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Oran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Girtiyên ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin bi mirinê re rû bi rû ne. Rayedarên dewletê mecbûr in ku ji bo parastina jiyan û tenduristiya girtiyan hemû tevdîran bigirin. Divê berpirsyariyên xwe yên neteweyî û navneteweyî pêk bînin û astengiyên li pêşiya mafê tenduristî û tedawiyê rakin.” 
 
‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ BÊ EMELIYATKIRIN’
 
Bi domdarî Onaran bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Şîvekar Ataş a 27 salî û ev agahî dan: “Nexweşiyên wê yên dil û tansiyonê pir pêş ketine. Her wiha di malzaroka wê de kîst heye. Ji ber kîstê di malzaroka wê de, hewceya tavilê bê emeliyatkirin. Lê ji ber lêgerîna tazî û kelemçekirina di dema tedawiyê de, Ataş nikare mafê xwe yê tedawiyê bi kar bîne. Dayika Ataş, Rabîa Ataş têkildarî mijarê bi me re agahî parve kirin û wiha dibêje; ‘Ji ber ku Şîvekar li dijî neheqiyan derket, li Girtîgeha Tarsusê hate îşkencekirin. Çavên wê reş û şûn bûn û birin odeya bisunger. Ji ber vê jî di laşê wê de birîn çêbûn. Di dema pandemiyê de tedawiya wê nehat kirin. Derîçeyê dilê wê riziyaye û divê her 20 rojan carekî derzî bi kar bîne. Lê di dema pandemiyê de nehat kirin. Her wiha divê ji ber fitqa piştê emeliyat bibe. Di hevdîtina dawî de min keça xwe nas nedikir. Gelek zeîf bûye. Ji min re got di malzaroka wê de du kîst derketine û divê tavilê emeliyat bibe. Ji bo emeliyatê hêj jî roj nedane û em li bendê ne. Em dixwazin keça min bê emeliyatkirin.’” 
 
Onaran, got ku mayîna Ataş a li girtîgehê xetereyeke mezin li ser rewşa wê ya tenduristiyê dike û bang li hemû saziyên têkildar kir. 
 

Sernavên din

08/08/2023
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!
14:14 Sûltanoglû ê ji doza Wexfa Ensarê tê nasîn li Rihayê dest bi kar kir
14:03 Gule li kolberan hatin reşandin: Kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:36 Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin
13:06 Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:03 Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya Îmraliyê: Dawî li sûcê îşkenceyê bînin
11:48 Midûrê ji ber nelirêtiya 2 milyon lîreyan bûbû rojev dîsa vegeriya ser karê xwe
11:39 Demografyaya Girê Spî tê guherandin
11:12 Li Îranê 9 endamên baweriya Bahaîyê hatin girtin
11:03 HDP: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
10:42 Mîhrîcana Gimgimê: Tevî komkujiyan jî em baweriya xwe dijîn
10:34 Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin
09:33 Xwebûnê bi manşeta ‘Dubare cezakirin’ bal kişand ser tecrîdê
09:01 ‘Heta ku Qada Galatasarayê venebe dê çalakiyên me bidomin’
09:01 ‘Divê gel li dijî talana xwezayê bên bahev’
09:01 Tevgerên ekolojiyê ku li Cûdî lêkolîn kirin: Li vir qirkirina çand, dîrok û xwezayê heye
09:00 Kevoka Aştiyê: Aram Tîgran
09:00 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ji xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me
09:00 Esnaf nikare bifiroşe, karker nikare mafê xwe bistîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'YAN
00:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû
06/08/2023
22:07 Li Duhokê êrişa SÎHA’yê: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
21:06 Ciwanan talana xwezayê bi pankartekê şermezar kirin
18:59 Karayê di 23 saliya xwe de hatibû girtin di 52 saliya xwe de hate berdan
18:48 Endamên TJA’yê Diyanet şermezar kirin
16:07 Telegram li Iraqê hate qedexekirin
15:50 Tirkiyeyê ava Rojava qut kir: 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin
15:42 Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin
13:36 Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin
13:20 Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
09:23 Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin
09:07 Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin
09:06 Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin
09:05 Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû
09:04 ‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN
05/08/2023
23:30 Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
22:26 Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan
20:50 Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
20:40 Panela azadiya çapemeniyê û medyayê: Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne
20:10 18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:50 Şandeya ekolojîstan ku xwest biçe Cûdî hate astengkirin
18:59 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:08 Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
16:44 ‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’
15:55 Xwestin girtiyê nexweş Guler ku ji sedî 94 astengdar e bê tehliyekirin
15:33 Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
15:13 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin
14:32 Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
14:13 Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan