Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de zarok jî di nav de heta niha herî kêm 150 kes hatine qetilkirin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in û Tirkiye qadên sivîlan bombebaran dike. Tirkiyeyê di 6’ê tebaxê de li gundê Çemankê yê Dihokê bi Balafirê Biçek û Bêmirov (SÎHA) wesayîtek hedef girt. Di êrişê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl hate qetilkirin û Haşîm Şakir jî bi giranî birîndar bû. 
 
Dewleta tirk ji 24’ê Tîrmeha sala 2015’an heta niha bi taybet jî qadên sivîlan ên Herêma Federe ya Kurdistanê hedef digire û zarok û jin jî di nav de heta niha gelek sivîl qetil kir. Li gorî rapora Bûroya Iraq Kurdistan a Tîma Navbeynkarên Xiristiyan (CPT); di encama 42 êrişên hewayî yên li dijî qadên sivîlan de 6 jê zarok herî kêm 20 sivîl hatin qetilkirin. 
 
Bi taybet jî gund û bajarokên girêdayî Dihokê ji hêla balafirên dewleta tirk ve hatin bombebarankirin. Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên ji sala 2015’an heta niha li dijî qadên sivîlan hatine kirin wiha ne: 
 
1’ê Tebaxa 2015’an: Di encama bombebarana balafirên şer a li dijî gundê Zergelê yê li Qendîlê de yek jê ducanî 2 jin û bi giştî 8 sivîl hatin qetilkirin û 27 kes jî bi giranî birîndar bûn. Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Necîp Rojhilat, Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Nedîm Pîro, Eyşê Xidir, Abdulkadîr û Mihemed Emîn.
 
24’ê Cotmeha 2016’an: Di encama bombebarana TSK’ê ya li navçeya Mêrgesor a Hewlêrê de welatiyên bi navên Herbî Alî, Muxdad Alî û Hamîd Muhammed jiyana xwe ji dest dan. 
 
19’ê Adara 2018’an: Di encama êrişa helîkoptera dewleta tirk a li dijî wesayîteke sivîl a li bajarokê Sîdekanê de 2 kes birîndar bûn. 
 
22’yê Adara 2018’an: Di encama bombebarana TSK’ê ya li dijî herêma Balekatî ya navçeya Çoman a Hewlêrê de welatiyên bi navên Şero Mahmûd, Mûstafa Wertî, Derbaz Sîmakolî û Îsmaîl Wertî jiyana xwe ji dest dan ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibûn herêmê. 
 
23’yê Çileya 2019’an: Di encama êrişa hewayî ya li dijî bajarokê Dêralokê ya Amediyê de 4 kes hatin qetilkirin. 
 
25’ê Çileya 2019’an:  Ji baregeha leşkerî ya dewleta tirk a li Şêladizê gule li sivîlan hatin reşandin û yek jê zarok bi giştî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. 
 
15’ê Gulana 2019’an: Balafirên dewleta tirk welatiyê bi navê Kazim Alî Feko yê 60 salî ku ji bo debara xwe givîj kom dikir, li ser sînorê Mergesor a Hewlêrê bi balafirên şer bombebaran kir û qetil kir. 
 
25’ê Hezîrana 2019’an: Balafirên dewleta tirk li herêma Goşîn a navçeya Soran a Hewlêrê de wesayîteke sivîl bombebaran kir. Di êrişê de ji du birayan yekî jiyana xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû. 
 
28’ê Hezîrana 2019’an: Balafirên dewleta tirk du wesayîtên li gundê Berd Kuran ê li Çiyayê Kortekê bombebaran kir. Di encama êrişê de ji malbaata Abdula bav Abdula Mîne (53) û zarokên wî Heryad Abdula (19) û Kurdistan Abdula (30) hatin qetilkirin. Dayik Rabî Mihemed û Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û kesekê navê wî nehat zanîn jî birîndar bûn. 
 
18’ê Hezîrana 2020’an: Di êrişa hewayî ya li Sîdekanê de welatiyê bi navê Ebas Mexdît hate qetilkirin. 
 
19’ê Hezîrana 2020’an: Balafirên dewleta tirk herêmên li çoltarê bajarokê Şêladizê ya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir. Di êrişê de 5 kes hatin qetilkirin. 
 
24’ê Hezîrana 2020’an: Di encama bombebarana qada geştê ya li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê de 2 sivîl hatin qetilkirin. 
 
27’ê Tîrmeha 2020’an: Di bombebarana çoltarê Amediyeyê de welatiyên bi navên Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed hatin qetilkirin. 
 
25’ê Gulana 2021’an: Dema ciwanê bi navê Bawer Ahmed ê 20 salî zeviya xwe ya li gundê Deşîşê av dida, dewleta tirk topbaran kir û birîndar bû. Welatiyên din ên li herêmê jî ji ber parçeyên şarapnelan birîndar bûn.
 
26’ê Gulana 2021’an: Di encama bombebarana dewleta tirk a li gundê Biherê de zarokê 16 salî Alî Muhsîn û birayê wî Hasan Muhsîn ê 20 salî ku bizinên xwe diçêrandin birîndar bûn. 
 
1’ê Hezîrana 2021’an: Welatiyê bi navê Ramazan Alî ê 70 salî, dema zeviya xwe dikoland ji ber topbarana dewleta tirk birîndar bû. 
 
8’ê Tîrmeha 2021’an:  Dewleta tirk ji baregehên leşkerî gule li gundê Hirûrê barandin û welatiyek birîndar bû. 
 
13’ê Tebaxa 2021’an: Welatiyê bi navê Îbrahem Hassan Mohamad (51), dema li gundê Deşîşê yê Kanîmasiyê zeviyên xwe dikoland, ji hêla leşkerên dewleta tirk ve hate qetilkirin. 
 
20’ê Tebaxa 2021’an: Welatiyên bi navên Ahmed Şakir (40) û Yousif Amir (26) di encama topbarana artêşa tirk ali dijî bajarokê Batifa ya Zaxoyê de hatin qetilkirin. Malbatên wan du roj piştî bûyerê cenaze dîtin. 
 
2’yê Sibata 2022’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk a li Wargeha Mexmûrê de 8 kes hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn. 
 
21’ê Gulana 2022’yan: Keyayê Tutaqalê Aram Haci Kaka Xan ê 43 salî û bûrayê wî yê 50 salî Îbrahîm Îsmaîl di encama bombebarana dewleta tirk de hatin qetilkirin. 
 
26’ê Gulana 2022’yan: Di encama bombebarana li qada geştê ya Bamernê de zarokên bi navên Yûsûf Kovan (13) û Avand Hişyar (11) hatin qetilkirin û zarok Sîpan Ferhad (8) jî birîndar bû. 
 
15’ê Hezîrana 2022’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk ali dijî navçeya Sinûn a Şengalê de zarokê 12 salî Salih Xidir hate qetilkirin û bapîrê wî Salih Xidir û 8 kes jî birîndar bûn. 
 
15’ê Hezîrana 2022’yan: Dema Nazir Omer (53) û kurê xwe Muhammed Nazir ê 24 salî li gundê Perexê baxçeyên xwe yên hejîr û hinaran av didan, ji hêla baregeha dewleta tirk ve hatin topbarankirin û birîndarkirin. 
 
17’ê Hezîrana 2022’yan: Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî qada geştê ya li gundê Kesta ya Amediyê de ji geştyaran Kazhin Taha Saeed (28), Nazira Abdulstar Ahmad (49) û Fawzya Diyar Omer birîndar bûn. 
 
17’ê Hezîrana 2022’yan: Baregehên leşkerî yên dewleta tirk gundê Kestê yê Amediyeyê gulebaran kir û 2 welatî birîndar bûn. 
 
17’ê Hezîrana 2022’yan: Di encama êrişa li dijî wesayîteke li Silêmaniyeyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
17’ê Tîrmeha 2022’yan: Di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan li dijî wesayîteke li navçeya Telafer a Mûsilê de yek jê jin bi giştî 5 kes hatin qetilkirin. 
 
20’ê Tîrmeha 2022’yan: Dewleta tirk qada geştê ya li gundê Perex a Derkarê ya Zaxoyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 jê zarok bi giştî 9 geştyarên ereb hatin qetilkirin. 
 
2’yê Kanûna 2022’yan: Li dijî 6 welatiyên ji bo berhevkirina kuvarik û gihayan çûn Çiyayê Kelaşîn a herêma Şarbajarê bombebaran hate kirin. Di êrişê de Azîz Muhamed jiyana xwe ji dest da û Muhamad Kadîr, Kwexa Muhamad, Zana Muhamad, Saeed Muhamad û Salih Kadîr jî birîndar bûn. 
 
1’ê Çileya 2023’yan: Newala Bazêyan a li herêma Bala ya Berwariyan bi awayekî giran hate bombebarankirin. 
 
13’ê Çileya 2023’yan: Du zarokên mîhên xwe diçêrandin, bûn hedefa bombebarana dewlet atirk. Di êrişê de zarokê 14 salî Bahjat Audî birîndar bû. 
 
7’ê Nîsana 2023’yan: Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê kir. 
 
10’ê Adara 2023’yan: Di encama êrişa li dijî wesayîteke li Çemçemal a Silêmaniyeyê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. 
 
3’yê Nîsana 2023’yan: Di encama êrişa li dijî çoltarê gundê Ardel ê Şeladizê de welatiyên bi navên Arîf Omer û Ahmed Husên hatin qetilkirin. Cenazeyên wan 11 roj piştre hatin dîtin. 
 
15’ê Nîsana 2023’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk a li dijî sê gundên navçeya Pencwênê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
22’yê Nîsana 2023’yan: Balafirên dewleta tirk gundê Sakarî yê Amediyeyê bombebaran kirin. 
 
28’ê Nîsana 2023’yan: Di encama teqîna mayînê ya li navçeya Amediyê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. 
 
3’yê Tîrmeha 2023’yan: Balafirên dewleta tirk çoltarê gundê Berçî yê Amediyeyê bombebaran kirin. 
 
6’ê Tebaxa 2023’yan: Di encama bombebarana dewleta tirk a li dijî çoltarê gundê Çinarto yê Çemçemal a Silêmaniyeyê de şewat derket. 
 
6’ê Tebaxa 2023’yan: Di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk a li dijî wesayîteke li gundê Çemankê yê Dihokê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl hate qetilkirin û Haşîm Şakir jî bi giranî birîndar bû. 
 
MA / Dilgeş Ruvanas
 

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir