KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl da zanîn ku li ser maseyên TÎS’ê ji mafên xwe yên şexsî bêpar tên hiştin û wiha got: “Em ê li dijî pergala ku hewl dide fatûreya krîzê bo kedkaran bibire têbikoşin.” 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Mêrsînê, têkildarî daxwazên xwe yên Peymana Kar a Komî (TÎS) li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo jiyaneke mirovane qanûna sendîkayê ya bi TÎS’î û bigrev” û “Reqem derew xizanî rastî ye” hatibûn vekirin. Her wiha girseyê dirûşma “Kedkar dê ji AKP’ê hesabê bipirsin” berz kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl, endamê MYK’a Egîtîm Senê Sînan Mûşlû, hevserok û rêveberên HDP’a Mêrsînê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Îktîdarê bi pereyê li mûçeyan zêde kirî re kedkar û teqawid terkî hejariyê kir. Îktîdarê got ku mûçeyê herî kêm ê kedkarê cemaweriyê dê bibe 22 hezar lîre lê ev tenê di gotinê de ma. Weke KESK’ê me li ser maseya TÎS’ê daxwazên xwe anîn ziman. Me xwest ku heqdestekî bingehîn bê diyarkirin. Li vî welatî daxwaza li ser sînorê xizaniyê jî weke daxwazeke zêde tê dîtin. Êdî mirov nikare tiştekî bibêje. Daxwazên me daxwazên biçûk in û ji bo jiyaneke mirovan e.” 
 
DAXWAZ
 
Sumbul daxwaz wiha rêz kir: “Divê dema mûçe tên zêdekirin ne daneyên TUÎK’ê yên derew lê sînorê xizaniyê esas were girtin. Di vê çarçoveyê de jî divê mûçeyê ku îktîdara heyî weke ‘mûçeyê herî kêm’ pênase dike li gorî malbateke ji 4 kesan pêk tê bi ser sînorê xizaniyê re be. Anku em dixwazin bi çileya 2024’an re derkeve 45 hezar lîreyan. Em dixwazin di bacê de edalet hebe, bacên neyekser bên kêmkirin, baca serwetê bê anîn, mehane 3 hezar û 325 lîre alîkariya xwarinê were dayîn, ji bo hemû kedkarên cemaweriyê salê du caran kêmtirîn mûçe weke îkramiye were dayîn, bi kîjan tê pênasekirin bila bê pênasekirin lê divê pereyê lêzêdekirî li mûçeyên me bê zêdekirin. Heta ku kreşên cemaweriyê yên bêpere tên vekirin, divê ji bo hemû zarokên temenê wan di navbera 0-6’ê de 5 hezar lîre alîkariya kreşê were dayîn, divê mûçeyên teqawidbûyan li gorî sînorê xizaniyê were zêdekirin, ji bo hemû kedkarên cemaweriyê bi bihayê 50 metre kup gaza xwezayî alîkariya sotemeniyê were kirin, kesên bi awayekî keyfî bi OHAL-KHK’an ji kar hatine derxistin dîsa li peywira xwe vegerin, hemû mafên wan ên hatine xwarin dîsa lê werin vegerandin û qanûna Lêpirsîna Ewlekariyê û Lêkolîna Arşîvê were betalkirin.” 
 
‘EM JI VÊ PERGALÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E’ 
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl axivî. Yeşîl, bal kişand ser sepanên antîdemokratîk ên li ser maseya TÎS’ê yên di 6 serdemên berê de û wiha domand: “Ev bû 6 serdem ku kedkar ji mafên xwe yên şexsî bêpar hatine hiştin. Me di vê serdemê de li ser maseyê got ku qanûn beriya mafan tên û daxwazên xwe amade kirin. Em ê her tim daxwazên kedkarên cemaweriyê li ser maseyê bînin ziman. Li dijî rejîma heqdestê ya nû me daxwazên xwe yên însanî anîn ziman. Em ê li dijî rejîma dixwaze fatûreya krîza aborî bi kedkaran bide birîn têbikoşin. Em li vir bangî hikûmetê dikin; em ê dev ji têkoşîna xwe ya wekheviyê bernedin. Wer in em bi hev re ji vê pergalê re biêjin bes e.” 
 
‘BI NANÊ ME NELÎZIN’ 
 
Sekreterê Giştî yê KESK’ê Şenol Koksal jî di çalakiya li pêşiya Defterdariya Antalyayê de axivî û hem îktîdar hem jî sendîkaya alîgir hişyar kir. Koksal, got ku jiyan li gorî daneyên TUÎK’ê naherike û wiha bang kir: “Bi pariyê nanê me nelizîn.” 
 
LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HATIN DAYÎN 
 
Têkildarî heman mijarê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Îzmîrê li pêşiya Serbijîşktiya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê; Platforma Şaxan a KESK’a Wanê li pêşiya avahiya Aydin Perîhanê; Platforma Şaxan a KESK’a Şirnexê û sendîkayên girêdayî wê li pêşiya Midûriyeta Tenduristiyê ya Baijar; Platforma Şaxan a KESK’a Semsûrê jî li Qada Jiyanê ya Konteynir a KESK’ê daxuyanî da. 
 

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir