Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê

  • rojane
  • 17:16 10 Tebax 2023
  • |
img
ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Can Memîş diyar kir ku dozger di Doza Kobanê Kobanê de li ser texmînan sûcan diafirîne û wiha got: “Dozger mîna dayik û bavê min, derengçûna min a malê, geriyana min kiriye pirsgirêk. Ev tişt, di hiqûqa cezayê de asteke nû ye.” 
 
Rûniştina çaremîn a 28’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja çaremîn de didome.
 
Ji siyasetmedaran Zeynep Karaman a li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin û parêzerê wê di danişînê de amade bûn. 
 
Danişîna dozê bi parastina endamê MYK’a HDP’ê yê berê Can Memîş dest pê kir. 
 
NOBETA SER SÎNOR A LI DIJÎ DAIŞ’Ê WEKE DELÎL HATIYE NÎŞANDAN 
 
Memîş, anî ziman ku di mutalaayê de maîla “Ji Şengalê heta Xezeyê koordînasyona piştevaniyê” weke delîla dijber hatiye nîşandan û wiha got: “Ev maîl piştî bûyerên Kobanê hatiye. ‘Ji Şengalê heta Xezeyê koordînasyona piştevaniyê ‘ weke sûc hatiye nîşandan. Dema Şengal tê gotin divê tiştekî krîmînal neyê bîra kesekî. Tiştekî dilêşe ku platform weke sûc tê nîşandan. Heta dozgeriyê tespît jî nekiriye bê ka ev maîl ji min re hatiye yan na. Di postayeke beriya xebera min navê min derbas bûye û ev yek min nake parçeyeke wê organîzasyonê.”
 
Bi domdarî Memîş got ku her kes dikare bi sedema ku li ser telefonê neaxiviye were tawanbarkirin û wiha domand: “Ez bi xwe bi Berfîn Ozgul Kose re axivîm. Di îdianameyê de qala ‘kesên din’ ên nediyar tê kirin. Tiştek nedîtine ku me pê tawanbar bikin îcar dibêjin ‘li ser telefonê naaxive ji ber ku têkiliyeke rêxistinî heye.’ Îcar ev li mutalaayê zêde kirine. Ji min pirsîn bê ka tev li bûyerên Kobanê bûme yan na. Ji min nepirsîn bê ka di 1, 2 û 3’yê cotmehê de li ku me. Tenê li ser civînê disekinin bê ka tev li bûme yan na. HDP, rêxistinên jinan, komeleyên cuda, komên çepgir û hwd. li Pirsûsê ‘nobeta sînor’ girtin. Ji bo rê li ber hatin û çûna DAIŞ’ê bigirin ev nobet girtin. Ev nobet ne li dijî Tirkiyeyê, li dijî DAIŞ’ê ne. Îcar ev yek çawa li dijî me tê bikaranîn? Di mutalaa û rapora emniyetê de tespîta tiştekî derqanûnî nehatiye kirin. Hêzên ewlekariyê jî li wir bûn. Ma heke destûra qeymeqamtiyê nebe dê kî bikare li wir nobetê bigire û daxuyaniyê bide?” 
 
‘DI HIQÛQA CEZAYÊ DE TIŞTEKÎ NÛ’ 
 
Memîş, wiha domand: “Ez li Pirsûsê bûm lewma bi organîzekirina bûyerên Kobanê têm tawanbarkirin. Ev yek tenê texmîna dozger e. Hewl dide sûcan biafirîne. Çûna min a Pirsûsê, neaxaftina min a bi tele3fonê û vegera min a Stenbolê weke çalakî nîşan da ye. Mîna dayik û bavê min derengçûna min a malê, her tim geriyana min kiriye pirsgirêk. Tiştekî deraqiliye ku di dadgehan de ev tişt ewqas tê axaftin. Ev yek di hiqûqa cezayê de astekî nû ye.” 
 
‘ENCAMA NIRXANDINA TEXMÎNÎ SÛC E’ 
 
Memîş, got ku endamtiya wî ya MYK’a HDP’ê weke sûc hatiye destnîşankirin û wiha pê de çû: “Pêbaweriya îfadeyên şahid nehatine piştrastkirin. Lê esas hatine girtin. Cihgirtina min a di nava HDP’ê de weke sûc hatiye nîşandan. Lê tenê weke encameke nirxandina texmînî di mutalaayê de cih girtiye. Kotaya temen a di rêziknameyê de jî stratejiyek bû. Di CHP û AKP’ê de jî ev kota ye heye. Em dibêjin bila ciwan bikevin nava siyasetê û bên teşwîqkirin. Komele têkildarî vê mijarê bi AKP û CHP’ê re jî protokolan îmze dikin. Dema em li vê mutalaayê dinêrin, divê çi ciwan siyasetê nekin. Dibe ku ji hêla dozger ve bên darizandin. Tu kes ji ber endamtiya xwe ya partiya siyasî nabe sûcdar. Ji ber gumanan kesek nikare vî mafî binpê bike. HDP çareserî û aştiyê esas digire.”
 
‘ÎDAMEKE CIVAKÎ YE’
 
Memîş, bi lêv kir ku meqama dozgeriyê hêza cemaweriyê weke gefekê bi kar tîne û wiha bi dawî kir: “Dozger dixwaze em tevek di çarçoveya 302’yê de bên cezakirin. Dozger mecbûre ku ji bo vî cezayî çalakiyên şênber tespît bike. Ji roja ev doz dest pê kirî heta niha min 4 zanîngeh qedandin. Heta ku ev doz bidome jî ne dikarim bikevin karekî ne jî dikarim tiştekî bikim. Ev yek, darvekirineke civakî ye.” 
 
Şandeya dadgehê hemû hincet qebûl kir, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî ya ji bo Can Memîş red kir û heta 14’ê tebaxê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir