Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere

  • rojane
  • 09:45 11 Tebax 2023
  • |
img
AMED -  Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku binpêkirinên li Girtîgehên Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind zêde dibin û wiha got: “Divê di raya giştî de hestiyariyek ava bibe. Divê zext li îktîdar û muxalefetê bê kirin ku di vê mijarê de gavan biavêjin.” 
 
Di Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya 30’ê cotmeha 2014’an de biryara “Plana Têkbirinê” hate dayîn. Di çarçoveya planê de li Tirkiye û Kurdistanê operasyonên “qirkirina siyasî” hatin destpêkirin û ev operasyon 8 sal in bênavber didomin. Li gorî daneyan, ji dîroka behsa xeberê heta sala 2022’yan hejmara kesên ketin girtîgehê ji sedî 150 zêde bû. Bi zêdebûna hejmara girtiyan re hemwext her wiha tecrîd û binpêkirin jî zêde bûn. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Tirkiyeyê ya Sala 2022’yan” de diyar kir ku di sala 2015’an de li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 177 hezar û 262 kes girtî bûn û ev hejmar di sala 2022’yan de derket 336 hezar û 315 kesan. Bi zêdebûna hejmara girtiyan re l girtîgehan binpêkirinên weke xwegihandina mafê tenduristiyê, îşkence, miameleya xerab, xwarinên nebaş û hwd. jî zêde bûn. Di sala 2022’yan de 81 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 852 binpêkirinên weke îşkence, miameleya xerab, miameleya rûmeta mirovan binpê dike hatin tespîtkirin. 
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz têkildarî binpêkirinên li girtîgehan û sepanên heyî bi ajansa me re axivî. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊ JIYANÊ 
 
Yilmaz, da zanîn ku ÎHD’ê di sala 2022’yan de li girtîgehan zêdetirî 10 hezar binpêkirin tespît kiriye û ev agahî parve kir: “Mafên bingehîn ên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê  (PMME) û Destûra Bingehîn de cih digirin, li girtîgehan tên binpêkirin. Mafê jiyanê pir zêde tê binpêkirin. Di nava sala 2022’yan de 81 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan 35 jê girtiyên nexweş bûn. Anku nexweşiyên van kesan ji hêla Wezareta Dadê û lijneyên rêveberiya girtîgehê ve dihat zanîn û van kesan ji ber tedawiya kêm û mercên nebaş ên girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên întîharê pir zêde bûne. Li gorî daxuyaniya girtîgehan, di sala 2022’yan de 19 girtiyan întîhar kirine. Erê weke întîharê hatiye ragihandin lê belê cenazeyên hinekan jê di dema otopsiyê de yan jî dema malbatan wan defin dikirin, hat dîtin ku li ser laşê wan şopên derbkirinê û tundiyê hene. Mixabin lêpirsînên têkildarî van bûyeran weke ku tê xwestin pêş nakevin û demek piştre biryara neşopandinê tê dayîn.” 
 
BINPÊKIRINÊN LI BI EWLEKARIYA BILIND Û TÎPÊN S YÊ 
 
Bi domdarî Yilmaz anî ziman ku binpêkirinên li Girtîgehên Tîpa S û Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind her ku diçe zêdetir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Taybetiya herî mezin a van girtîgehan ew e ku girtî tên îzolekirin. Bûyerên întîharê zêde bûne û vê yekê eleqeya xwe bi vê mijara îzolekirinê heye. Mijareke van girtîgehan heye ku divê mirov bi taybet li ser bisekine, zêdebûna bûyerên întîharê ye. Gelemperiya van bûyeran di sala 2022’yan de û li girtîgehên bi tîpa S û yên bi ewlekariya bilind qewimîn. Li vir me bi girtiyan re hevdîtin kirin û dibêjin ku carnan heta 16 mehan bi tu kesan re naaxivin û tenê bi xebatkarên girtîgehê re û kesên ji bo danişînê tên edliyeyê re daixivin. Heta demekî pir dirêj bi tu mirovan re muxatab namînin. Ev yek hem dike ku binpêkirinên heyî neyên bihîstin hem jî li dijî psîkolojiya mirovan e.” 
 
GIRTÎGEHÊN BINPÊKIRIN LÊ ZÊDE NE 
 
Di berdewamê de Yilmaz destnîşan kir ku têkildarî îşkence û miameleya xerab par zêdetirî 300 girtiyan gilî kirine û wiha pê de çû: “Herî kêm 150 girtiyan da zanîn ku lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Li Kurdistanê gelemperî li Girtîgehên Xarpêt, Girtîgeha Tîpa F a Amedê, Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Amedê û Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên jiyîn. Li Tirkiyeyê jî gelemperî ev binpêkirin li Girtîgeha Tekîrdagê û Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê tên kirin. Li Herêma Behra Reş jî gelek binpêkirin tên kirin. Lê ji ber ku ew der dûr e û malbat kêm caran diçin wê derê, serlêdanên girtiyan hinek dereng dimînin.” 
 
‘MERCÊN GIRTIYAN GIRAN DIBIN’
 
Parêzer Yilmaz daxuyand ku ev demekî dirêje li gorî rêgez û standartên gerdûnî nayê tevgerîn û ev tişt anî ziman: “Dema Tirkiye di rojên asayî de û dema ji bo Yekitiya Ewropayê gav diavêtin jî şert û mercên li girtîgehan baş nebûn. Ev şert û merc roj bi roj girantir bûn. Dema me di sala 2016’an de qala tecrîdê dikir, tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dihat bîra her kesî. Niha tecrîda herî giran li Girtîgeha Îmraliyê ye. Lê çêkirina girtîgehan û sererastkirinên nû yên ji bo şêweyê îdarî nîşan dide ku dê di rojên pêş de pirsgirêkên mezin derkevin. Girtîgehên Tirkiyeyê xwedî şert û mercên wisa ne ku kesek di demekî kin de tenduristiya xwe ya winda bike.” 
 
‘MUXALEFET DERNAKEVE DERVEYÎ SÎNORÊN ÎKTÎDARÊ’ 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên heyî yên li Tirkiyeyê, hewcehî bi çanda mafên mirovan heye û axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji mijara ku parastvanên mafên mirovan zehmetiyê dikişînin ev e; muxalefet jî sînorên îktîdarê derbas nake. Dema mijara behsa xeberê bû pirsgirêka kurd an jî daxwazên mafan ên muxalîfan, îktîdar û muxalefet ji hev pir zêde nafikirin. Ev jî dike ku pirsgirêk neyên çareserkirin. Lewma divê parastvanên mafan van mijaran bêhtir bikin rojev, serlêdanên fermî bêhtir bikin, di raya giştî de hestiyariyekê ava bikin û zextê li îktîdar û muxalefetê bikin ku bêhtir gavan biavêjin. Dema kesek tê mexdûrkirin divê bêyî ku li nasnameya wî binêrin, mafên wan biparêzin.” 
 
MA / Welat Ekîn
 

Sernavên din

11/08/2023
20:14 Li Cizîrê li gundê nêzîkî qereqolê şewat derket
19:38 293 êzidî vegeriyan Şengalê
19:29 Li Mereş, Meletî, Îzmîr, Edene û Çewlîgê erdhej çêbû
17:33 Dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:19 Li Wanê ji ber avê bertek nîşanî qeyûm dan
15:40 Nehiştin Ferît Şenyaşar bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike
15:27 Rapora girtiyên nexweş: Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin
15:16 Li Şirnexê piştî gulebarana leşkeran şewat derket
13:46 Li DYA'yê ji ber şewatan 53 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:24 Zema ji bo veguhestina komelî ya Stenbolê hatiye kirin kete meriyetê
13:13 Dorpêça li gundê Bilbêsê di roja 14’an de didome
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir