Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?

  • rojane
  • 09:01 22 Tebax 2023
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku PDK armanca Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistana Federe nabîne û got ku ev talûkeyeke mezin e. Her wiha Işik destnîşan kir ku dê pevçûneke mihtemel a PDK-PKK'ê bi kêrî Tirkiyeyê bê. 

 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe 3 sal in didomin. PDK, di sala 2021'ê destpêka van êrişên Tirkiyeyê de bi îstixbarata xwe piştgirî da Tirkiyeyê û paşê bi sewqiyata leşkerî ya ber bi Metînayê ve vê piştgiriya xwe mezintir kir. Lê ji 14'ê Tîrmehê ve rasterast daxilî nava van êrişan bûye û bi rêyên ku li gelek cihan çêkiriye qada êrişan berfirehtir dike. 
 
Rojnamevan Fehîm Işik êrişên Tirkiyeyê yên li Zap, Metîna û Avaşînê û piştgiriya PDK'ê nirxand. 
 
Fehim Işık
 
Işik bilêv kir ku Tirkiye piştî êrişên xwe yên di 2021'ê de yên li Garê, berê xwe daye herêma Zap, Avaşîn û Metînayê û dixwaze van herêman bi çekên kîmyewî û qedexekirî bi dest bixe û got ku lê dîsa jî negihîştiye armanca xwe û windahiyên wê zêde bûne. Işik bilêv kir ku Tirkiyeya ku negihîştiye armanca xwe du sal in hêzên herêmî, hêzên girêdayî PDK'ê daxilî nava operasyonê kiriye û got: "Dewleta tirk bi van gavên xwe, hewl dide qada ku lê tengijiye bi PDK'ê bi dest bixe."
 
Işik, bêdengiya navneteweyî ya ji bo çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê jî wiha şîrove kir: "NATO'ya ku Tirkiye endamê wê ye û hêzên navneteweyî bi awayekî sergirtî piştgirî dan Tirkiyeyê." Her wiha Işik diyar kir ku ev liv û tevgerên Tirkiyeyê yên li herêmê ne li derî geşedanên li Sûriyeyê ne. 
 
TALÛKEYA MEZIN
 
Işik diyar kir ku PDK armanca Tirkiyeyê ya bi awayekî mayinde li Herêma Kurdistanê bimîne nabîne û got ku ev talûkeyeke mezin e. Işik bal kişand ser bangawaziyên Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan jî û axaftina xwe wiha domand: "Bangawaziyên Karayilan, tenê ne ji bo PDK'ê bûn. Ji bo partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskarên li hemû parçeyan bû. Ji bo hemû kesên ku pevçûneke mihtemel a PDK-PKK'ê pêşbînî dikin bû. A rast herî zêde PDK dizane ku dê bihevrebûna PDK-TSK'ê di demên pêş de veguhere şerê PKK-PDK'ê. Sedema sereke ku pevçûnên di navbera 1992-1994'an de veguherîn şerekî navxweyî, bê guman ji ber helwesta gelê herêmê bû. Ango bangawaziya Karayilan ji bo civakê bû ku rola xwe bilîze." 
 
DÊ PEVÇÛNEKE MIHTEMEL BI KÊRÎ KÊ BÊ?
 
Işik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Tiştên heya niha di navbera hêzên kurdan de qewimîn, şerê serdestiyê bû, lê dîmena niha bi tememî dê bibe pevçûneke ji bo berjewendiyên dewleta tirk. Bifikirin di vî şerî de li aliyekî têkoşîna azadiyê ya kurd û li aliyê din jî li dijî vê hêza azadiyê li teref dewleta tikr a dagirker cih digire. Lewma dê gel tu carî vê pevçûnê nexwaze. Yanî daxuyaniyên endamê Polîtburo ya PDK'ê Alî Ewnî (yên rêveberên PKK'ê hedef girtin), daxuyaniyeke ku bi pesendkirina PDK'ê hatiye kirin û di warê pevçûneke mihtemel de ji bo konsolîdekirina gel e. Lê divê mirov li dijî vê pevçûna mihtemel, pêvajoyê li teref kurdan bi encam bike. Yan na dê ev pêvajo tenê bi kêrî Tirkiye û Îranê bê." 
 
Işik di dawiyê de destnîşan kir ku ji bo jiholêrakirina pevçûneke mihtemel a PKK-PDK'ê divê hemû kesên xwedî wijdan tevbigerin û got ku pevçûneke bi vî rengî dê bi tu awayî bi kêrî derdorên ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin neyê. 

Sernavên din

25/08/2023
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin