Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê

  • rojane
  • 09:04 26 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan Veysî Sarisozen diyar kir ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di serdanên xwe yên Bexda û Hewlêrê de polîtîkaya şantajê esas girtiye û got: "Ger hikûmeta Iraqê serî li ber polîtîkayeke şantajê ya bi vî rengî bitewîne, dibe ku şerên gelekî xwîndar çêbibin. Divê her kes baldar be." 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê didomin. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, sê rojan li ser hev li Iraqê hin hevdîtin kirin. Fîdan ku hevdîtin bi rayedarên hikûmeta Iraqê re kir, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî rûnişt. Di rojeva serdanan de krîza avê, têkiliyên petrol, aborî û bazirganiyê û êrişên li Herêma Kurdistana Federe hebûn. Fîdan, di civîna çapemeniyê ya bi Mesrûr Barzanî re kir, ji bo tevkariyê malavayiya PDK'ê kir û peyam da ku bi taybetî dê tevkariya ji bo êrişên li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê bidomin. 
 
Rojnamevan-nivîskar Veysî Sarisozn serdanên Fîdan û encamên wê yên gengaz nirxandin. 
 
Sarisozen bilêv kir ku sedema sereke ya serdanên Hakan Fîdan şer û krîza aborî ye û got ku ji lew re desthilat di polîtîkaya derve û şerê li Kurdistanê de xitimiye. Sarisozen anî ziman ku Tirkiye di gelek warên şerê li Zap û Avaşînê yên nêzî du sal in didome de têk çûye û got ku gelek windahiyên wê çêbûne. Sarisozen destnîşan kir ku polîtîkaya şer a Tirkiyeyê bi polîtîkaya aborî ya niha re li hev nake û got: "Sedema sereke ya krîza aborî, şer û mesrefên şer e." 
 
ARMANCA SERDANA FÎDAN
 
Sarisozen wiha domand: "Tirkiye dixwaze barê şer li Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê bar bike. Lewma li hemberî gerîlayan serî li provakasyon û komployên cur bi cur dide. Armanc ew e ku pêşmergeyan û gerîlayan bera hev bide û di navbera kurdan de şerekî navxweyî çêbike. Ger MÎT pevçûneke wiha biafirîne, Tirkiye dê li Başûrê Kurdistanê li çiyayan şer neke, dê bi bi tanq û topan têkeve Başûr û li Hewlêrê rûnê. Bi vî awayî dixwaze hem barê leşkerî hem jî aborî yê şer li rêveberiya Başûr û dewleta Iraqê bar bike. Armanca vê serdana sofîke ya Hakan Fîdan ev e." 
 
PLANEKE TALÛKE
 
Sarisozen bal kişand ser naveroka hevdîtina Hakan Fîdan û got ku xwestiye PKK daxilî nava lîsteya "terorê" bê kirin û tişta ku xwestiye tam ji hikûmeta Iraqê bi dest nexistiye. Sarisozen bilêv kir ku ger Îran PKK'ê daxilî nava lîsteya "terorê" bike dê PDK jî hêzê ji vê bigire û dibe ku ew jî PKK'ê daxilî nava lîsteya "terorê" bike. Sarisozen got: "Di rewşeke wiha de dê Iraq û hêzên Barzanî jî bi hev re şer bikin. Em bi planeke gelekî krîtîk û talûke re rû bi rû ne. Lewma divê mirov vê provakasyonê bi awayekî eşkere li bara raya giştî bibêje. Tirkiye ji bo ji krîza aborî xelas bibe û pê re jî ji bo şerê li dijî PKK'ê bidomîne, vê planê xistiye rojevê." 
 
'DIVÊ HER KES BALDAR BE'
 
Sarisozen destnîşan kir ku Tirkiye polîtîkayeke şantajê û provakasyonê esas digire û bal kişand ser krîza avê: "Ji ber ku kaniyên avê yên Dîcle Firatê li nava sînorên Komara Tirkiyeyê ne, Tirkiye avê wekî amûreke şantajê bi kar tîne. Yanî li hêlekê hem meseleya vê nîqaş dike hem jî li hêla din ji bo Iraq PKK'ê daxilî nava lîsteya 'terorê' bike, polîtîkayeke şantajê dike. Ger hikûmeta Iraqê serî li ber polîtîkayeke şantajê ya bi vî rengî bitewîne, dibe ku şerên gelekî xwîndar çêbibin. Dixwazim vî tiştî ji raya giştî re bibêjim: Gerîla xeteke bi îhtiyat û realîst esas digire. Bi tu awayî pozîsyoneke wê ya maceraperest yan jî tolhildêr tune ye. Ez hêvîdar im dê pêşmergeyên welatparêz jî di vî warî de hesas tevbigerin. Pevçûneke çend rojan a gerîla û pêşmergeyan, dê bibe sedem ku Tirkiye dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê bike. Divê her kes baldar be." 
 
Sarisozen di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ger dilê PDK'ê û hêzên Barzanî hebe ku ji bo çarenûsa axa xwe rolekê bilîzin, divê baş hay ji van planên Tirkiyeyê hebin û berbayê van lîstikan nekevin. 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

29/08/2023
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?