Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!

  • rojane
  • 09:58 26 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Welatiyek Amedê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê da û diyar kir ku ev polîtîka xelkê mehkûmî birçîbûnê kiriye û got: “Zindanan çêdikin, mirovan dibin dixin wê zindanê. Te tî û birçî dihêle. Paşê derî vedike, gepek nan û qedehek av dide te. Paşê jî ‘Tu her bijî padîşahê min’.” 
 
Xelkê Amedê ku hatin bazara taxê ya roja pênşemê ku li semta Ofîsê tê danîn û li dijî krîza aborî û bihakirina tiştên bazarê gilî û gazinên xwe anîn ziman. 
 
‘DIVÊ RÊVEBERÎ BIGUHERE’ 
 
Canan Tayfûr a dayika 3 zarokan da zanîn ku ew li kafeyekê dixebite da ku debara zarokên xwe bike û got: “Ez hatim bazarê lê min nikaribû tiştekî bikirim. Her tişt biha bûye. Em jî nizanin em ê êdî çawa bikin. Li cihek wek Ofîsê kirê bûne 10 hezar lîre. Avahiya bi sed hezar lîre dihat firotin kirine milyonek û nîv. Divê demildest rêveberî biguhere.” 
 
‘ÊDÎ EM NIKARIN ZEBEŞEKÎ BIKIRIN’ 
 
Servet Ozkaynak jî destnîşan kir ku ew êdî nikarin zebeşek û fêkiyan bikirin û got: “Bifikirin zebeşek êdî bûye 140-150 lîre. Em nanoziko dixebitin û debara xwe dikin. Em nikarin mîna berê tiştekî bikirin. Êdî bes e. Bila rêveberî biguhere.” 
 
‘SÛCÊ DEWLETÊ YE’ 
 
Salîha Beşer a bi meaşê exiyariyê debara xwe dike jî destnîşan kir ku berpirsiyarê van hemû bihakirinana dewlet û got: “Her ku diçe em feqîr dibin û nikarin tiştekî bikirin. Ev hemû sûcê dewletê ye.” 
 
Medya Çîftkuran jî anî ziman ku heke rewşa aboriyê wisa bidome wê kambaxî pêk were û got: “Heke bihabûn wisa bidome, em ê êdî ji birçîna bimirin. Me xwest ku hikûmet biguhere lê neguherî. Xwedê heqê me nehêle.” 
 
‘EM BI POŞETÊN BIÇÛK VEDIGERIN MALÊN XWE’ 
 
Baran Ûsta yê aşpêjiyê dike jî nerazîbûna xwe li dijî krîza aboriyê û bihabûnê anî ziman û wiha got: “Em berê bi kêfxweşî dihatin bazarê. Em bi pereyek hindik dihatin lê me bi poşetan tişt û mişt dibirin malê. Niha em bi pereyek zêde tên lê em bi poşetek biçûk vedigerin malê. Berpirsiyarê krîza aborî rêveberên welat in. Desthilatdariyê bi vê polîtîkaya xwe xelkê mehkûmî birçîbûnê kiriye. Zindanan çêdikin, mirovan dibin dixin wê zindanê. Te tî û birçî dihêle. Paşê derî vedike, gepek nan û qedehek av dide te. Paşê jî ‘Tu her bijî padîşahê min’. Li kolanan ji bo zarokên nexweşiyên SMA û parsek hene. Ev şerma desthilatdariyê û dewletê ye.” 
 
‘EM HATINE BER QEDANDINÊ’ 
 
Muge Guzel jî anî ziman ku tevî ew du kes li malê dixebitin jî nikarin debara xwe bikin û got. “Em hatine asta qedandinê. Bifikirin gelek kes ji ber aboriyê terka welatê xwe dikin. Gelek welatî ji ber aboriyê dawî li jiyana xwe tînin. Em di rewşek û welatek wisa de dijîn.” 
 
 

Sernavên din

29/08/2023
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?