Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin

  • rojane
  • 17:20 26 Tebax 2023
  • |
img
 
 
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê destnîşan kir ku Onder Poyraz ê di Girtîgeha 2’yemîn a Ewlehiya Bilind a Dûmlûya Erziromê de tê ragirtin girtiyê nexweş e, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin, tedawiya wî tê astengkirin û ji bo berdana wî bang kir. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di 596’emîn “Rûniştina F”yê ji bo girtiyên nexweş, li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Rûniştina vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê rewşa wî giran Onder Poyraz ê di Girtîgeha Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin. Gelek parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li  çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin”, “Bila girtiyê nexweş Onder Poyraz were berdan” hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş werin berdan”, “Tedawî maf e, nayê astengkirin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî jiyan e” hatin berzkirin. 
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahînê daxuyaniya vê hefteyê xwend. 
 
Şahînê destnîşan kir ku di girtîgehan de astengkirina tedawiya girtiyan û binpêkirinên mafan berdewam dikin û da zanîn ku girtî ji ber van sedeman gelek caran bi grevên birçîbûnê dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Şahînê anî ziman ku girtî ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên “Dikare di girtîgehê de bimîne” di girtîgehan de têne ragirtin û got ku divê di vê mijarê de demildest hin gav werin avêtin. 
 
NEXWEŞIYÊN POYRAZ
 
Şahînê bibîr xist ku di asta herî jor de nexweşiyên ûr û gurcîkan li Poyraz peyda bûne û got ku ji ber birînên li piştê, Poyraz ji ber êşê nikare bi rehetî tevbigere û ji ber felcê nikare destekî xwe bi kar bîne. Şahînê diyar kir ku Poyraz tevî ev qas nexweşiyan jî heya niha sirgûnî gelek girtîgehan hatiye kirin û got ku serîlêdanên Poyraz ên ji bo tedawîkirinê jî bêbersiv mane. 
 
DI QAWÎŞA YEKKESÎ DE TÊ RAGIRTIN
 
Şahînê di berdewama axaftina xwe de got ku Poyraz tevî nexwşiyên xwe di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û wiha pê de çû: “Ji ber astengiya tevgerînê, nikare jiyana xwe bi tena serê xwe bidomîne, ji ber nexweşiya xwe ya ûr, çi tiştê dixwe vedireşîne û ji ber van sedeman jî tenduristiya wî pir zû xera bûye.”
 
‘TEVÎ SERDANÊN ME NAYÊ TEDAWÎKIRIN’
 
Şahînê agahiyên ku hevjîna Poyraz pê re parvekiribûn jî axivî û bi devê hevjîna wî ragihandin: “Li gorî agahiyên hevjînê min bi min re parve kiriye, dema Poyraz nerihet dibe wî dibin revîrê, êşbirekê lê didin û bi gotina ‘Tiştekî te nîn e’ cardin wî dişîin hucreyê. Heya ku rewşa wî gelek giran nebe gazî ambûlansê nakin. Dema ji Erziromê li min geriya anî ziman ku felcê li destê wî xistiye. Rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe. Êdi nikare pêdiviyên xwe peyde bike. Ez di 9’ê tebaxê de ji bo hevdîtina vekirî çûm cem wî. Ji ber tedawiya wî hatiye astengkirin rewşa wî xirabtir bûye. Ji ber felcê nikare destê xwe bi kar bîne. Rehên destê wî asê bûne, nikare tiliyên xwe bilivîne. Heke Onder di dema xwe de bihata tedawîkirin dê karibûya destê xwe bi kar bine. Tevî ew qas serîlêdan û daxwaznameyên me jî nehat tedawîkirin.”
 
Şahînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû girtiyên nexweş werin berdan û got: “Em ji bo paratsina mafê tenduristî û jiyanê bang li rayedaran dikin ku karê xwe bikin û em bang li raya giştî jî dikin ku di vî warî de hesas bin." 

Sernavên din

29/08/2023
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?