'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"

  • rojane
  • 09:01 30 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê SES’ê Şiyar Guldîken kiryara Wezareta Tendûristiyê a ji bo E-Reçetemê şermezar kir û got ku divê demildest kurdî jî li E-Reçetemê bê zêdekirin. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû jî bertek nîşan da û got ku hişmendiya dewletê ya tunehesibandina kurdî neguheriye û ji bo xwedîderketina li kurdî bang kir. 
 
Wezîrê Tendûristiyê Fahrettîn Koca di 27 tebaxê de ragihandibû ku li ser e-reçetem’ê zimanê erebî, fransî, rûsî, almanî û îngilîzî zêde kirine. Piştî vê daxuyaniyê raya kurdî, sazî û dezgehên kurd û rewşenbîran bertek nîşan dan ku çima kurdî jî ne di nav de ye. Li dijî vê kiryarê Hevserokê Sendiqeya Kedkarên Tendûristiyê (SES) Şiyar Guldîken û Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû nerazîbûnên xwe anîn ziman. 
 
‘KURD NIKARIN BI ZIMANÊ XWE LI REÇETEYA XWE BINÊRIN’
 
Guldîken da zanîn ku e-reçetem, pergala dermanan e ji aliyê bijîşkan ve tê nivîsandin e û berê li ser kaxizê dihat nivîsandin, lê bi pêşketina teknolojiyê re niha nivîsandina dermanan ketiye ser medyaya dîjîtal. Guldîken destnîşan kir ku e-reçetem ji bo hêsankirina gihiştina daneyan hatiye çêkirin û her kes dikare bi rêya înternetê bigihije van daneyan. Guldîken anî ziman ku wezîrê tendûristiyê jî ragihand ku e-reçetm êdî bi 5 zimanan e, lê di nava van zimanan de kurdî tune ye. Guldîken, wiha berdewam kir: “Ev sed sal in tunehesibandina kurdan heye. Bi vê nêzikbûne dîsa me bi hev re ev tunehesibandin dît. Li vî welatî herî kêm 25 milyon kurd hene û nîvê wan jî li malên xwe, kolanan kurdî diaxivin. Dema diçin nexweşxaneyan jî dixwazin bi kurdî biaxivin, xwe îfade bikin û dermanê xwe jî bi vî awayî bibînin. Nedîtin û tunehesibandina kurdan di vir de jî derket holê. Dema ku yek bi zimanê îngilîzî bixwaze dê bi rihetî bikare lê binêre. Lê yeke/î kurd nikare mixabin.”
 
‘DIVÊ DEMILDEST JI VÊ ŞAŞIYA XWE VEGERIN’
 
Guldîken got ku gava SES hatiye avakirin, mafê xizmet û gihiştina tendûristiyê ya bi zimanê dayikê hatiye destnîşan kirin. Guldîken anî ziman ku ew SES’ê vê kiryarê şermezar dikin û diyar kir ku divê demildest dest ji vê şaşiyê bê berdan. Guldîken ev tişt gotin: “Çawa 5 ziman li e-reçetemê hatiye zêdekirin, divê kurdî jî ku gelek kes bi vî zimanî jiyana xwe dimeşînin, lê bê zêdekirin. Dema ku em diçin nexweşxaneyê û bi zimanê dayika xwe nexweşiyên xwe hîn bibin, em ê xwe baştir hîs bikin. Dema ku ev zelaliye çêbibe, wê li ser başbûna nexweşiyê jî bandoreke erênî çêbike.”
 
‘KURDAN WEKE HEMWELATÎ QEBÛL NAKIN’
 
Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî kurdî û destnîşan kir ku bi milyonan kurd hene lê dîsa jî zimanê kurdî li e-reçetemê nehatiye zêdekirin. Azîzoglû anî ziman ku ev polîtîka ji avabûna komarê ve hatiye û kurdan nasnakin, weke hemwelatî qebûl nakin. Azîzoglû bilêv kir ku heke dewletek welatiyên xwe weke hemwelatî qebûl neke şermezariyeke mezin e û wiha got: “Li vî welatî ne pêkan e ku pirsgirîk dernekevin, alozî dernekevin. Li kurdan nasnakin, lewma zimanê wan jî bi cih nake. Heke dewlet demokrat be, wê gelê kurd jî nas bike, zimanê wan jî û dê hewl bide xizmete baştir ji bo hemwelatiyên xwe bike.”
 
‘KURDÎ RASTÎ QEDEXE Û POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ TÊ’
 
Azîzoglû diyar kir ku zimanê kurdî di li cîhanê di warê zimanên dewlemend de di rêza 9’emîn de ye û têrî her tiştî dike. Azîzoglû destnîşan kir ku bi salan e kurdî rastiyê qedexe û polîtîkayên bişaftinê tê. Azîzoglû diyar kir ku ji ber ku kurdî bi polîtîkayên bişaftinê û qedexeyan re rû bi rû maye, nikare xwe nûjen bike û wiha bi dawî kir: “Ji ber van tiştan gel hinek têgeh ji bîr kirine û rastiyê bişaftinê hatine. Tên axaftina gel dinêrin û dibêjin ‘Kurdî têrî çi tiştî nake.’ Çawa têrî nake? Kurdî ji tirkî dewlementir e û zimanê şarezayiyê ye. Zanîngehên kurdan hene, li başûr heye, li rojava hatine avakirin û destûr bidin wê li vir jî çêbibe. Kurdî, têrî zanistê, felsefeyê, wêjeyê jî dike. Çend sal aştiyek çêbû, kurd ji aliyê çandî, wêjeyê de  gelek pêşketin. Her wiha zimanê kurdî jî pêşket û têgehin ku hatine jibîrkirin tev derketin holê. Dewletê, ji avabûna komarê ve heta niha hişmendiya  xwe neguhertiye. Di van 20 salên dawî de ji xwe re rêyeke nû çêkir, vîzyonek nû avakir. Lê ev vîzyon kesayetiya kurd jî, zimanê kurdî jî qebûl nake. Di vê pêvajoyê de hinek tiştên erênî hewce bûn. Desthilatê ji xwe re xapînokek avakir, niha jî xwe vedikişîne. Em tiştekî ji dewletê naxwazin, ji ber ku vê dewletê kesayetiya kurd qebûl nekiriye, zimanê wî jî qebûl nake. Banga me ji gelê me re ye, bila gelê me xwedî li zimanê xwe derbikeve. Zimanê te hebûna te ye, zimanê te kesayetiya te ye û heke zimanê te nebe tu ne kesî jî. Heke tu ne kes bî, tu di civakê de nikarî cihekî rûmet jî bigirî.”
 
Ma / Bazîd Evren

Sernavên din

01/09/2023
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan