Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike

  • rojane
  • 11:11 30 Tebax 2023
  • |
img
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) da ku bi lez serdana Îmraliyê bike.
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 30 meh in bi ti awayî agahî nayê wergirtin.
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî bûyerên di navbera 30'yê nîsana 2023 û 31'ê tîrmeha 2023'yan de qewimîne serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da.
 
Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê wergirtin.
 
MAFÊ ŞANDIN Û WERGIRTINA NAMEYAN TÊ ASTENGKIRIN
 
Di serlêdanê de hat ragihandin ku hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin û wiha hat gotin: "Mafê xwe yê şandin û wergirtina nameyan jî tê astengkirin. Mafê xwegihandina parêzeran, parastinê û darizandina adîl jî di nav de serlêdêr ji hemû mafên xwe yên bi peymanan parastî ne bêpar têne hiştin, têkiliya wan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin û di bin tecrîdeke mutleq de ne. Bi vê serlêdana ku em li komîteya we dikin, li ser tecrîda mutleq a ji hemû rîskên binpêkirinê, rewşa agahîwernegirtinê încommunîcado, ragirtina li nava şert û mercên binpêkirina qedexeya êşkenceyê û bûyerên têkildarî mijarê rû didin, em agahiyê didin we û daxwazên xwe ji we re radigihînin."
 
DI NAVA SÊ MEHAN DE 37 SERLÊDAN BÊBERSIV HATIN HIŞTIN
 
Parêzeran diyar kirin ku rewşa wernegirtina agahiyê 'încommûnîcado' bênavber giran dibe û bi bîr xistin ku di navbera 30'yê nîsanê û 31'ê tîrmeha 2023'yan de di pêvajoya 3 mehan de li gel 25 serlêdanên parêzeran 12 serlêdanên malbatê bêbersiv hatin hiştin.
 
Parêzeran bal kişandin ser wê yekê ku nameyeke bi tenê ya serlêdêran jî negihîştiye wan û diyar kirin ku ew aqûbeta nameyên ji Îmraliyê re têne şandin jî nizanin.
 
BI CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ HEWL DIDIN BÊHIQÛQIYÊ BINIXUMÎNIN
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku di nava sê mehan de birîna 'cezayên dîsiplînê' dewam kirin û diyar kir ku 30'ê hezîrana 2023'an tevî ku cezayê 'dîsiplînê' yê 3 mehan qediya jî serlêdanên di meha tîrmehê de ji aliyê malbatê ve hatin kirin, hatin redkirin.
 
Parêzeran ragihandin, ku ji bo rakirina astengiya li pêşiya hevdîtina malbatê 10'ê tîrmehê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hate dayin, li ser vê yekê jî hîn bûn ku "cezayê dîsiplînê" yê nû hatiye birîn.
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku bi "cezayê dîsiplînê" yê nû hewl hat dayin ku bêhiqûqî bê nixumandin.
 
Parêzeran diyar kirin ku hemû biryarên qedexeya dadgerî û îdarî bêbingeh in.
 
FIKAR DI ASTA HERÎ BILIND DE YE
 
Di serlêdanê de hat gotin, "Bi rengekî şênber hatiye destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve biryareke polîtîk e ku xwe naspêre hiqûqa navneteweyî û hiqûqa hundirîn. (...) Ji ber ku hiqûqî û qanûnî nîne, di dema bicihanîna van biryaran de agahî ji parêzeran re nayê dayin, parêzer li derve têne hiştin û bi rengekî veşartî bi cih tê anîn."
 
Di serlêdanê de hate ragihandin ku "fikarên li ser jiyan, tenduristî û ewlehiya hiqûqî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û hate gotin, hikumeta AKP'ê tespît û pêşniyarên CPT bi cih nîne, bêhiqûqiyê dewam dike û hewl dide ranteke siyasî jê werbigire.
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku komîte divê êdî dest ji helwesta xwe ya bicihanîna prosedurên asayî berde û bi gotina "Sibe dibe ku dereng be" hişyarî hat dayîn.
 
DAXWAZA SERDANA 'LEZGÎN'
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji CPT xwest ku li derveyî bernameya xwe ya serdanê bi rengekî "lezgîn-acîl" serdana Îmraliyê bike û ev daxwaz rêz kir: 
 
"* Komîteya we li gel eşkerekirina tespît û rapora xwe ya li ser serdana dawî, divê bi rengekî lezgîn serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike.
 
* Serdana parêzeran tavilê pêk were, bi rêk û pêk bibe û astengiya bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê bêne bidawîkirin.
 
* Serdana malbatê û wasî bê kirin, bi rêk û pêk bibe û dawî li astengiya bi cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bê anîn.
 
* Li gel bicihanîna mafê serdanê, serlêder karibin bi malbat û xizmên xwe re mafê telefonê yê rûtîn bi kar bîne.
 
* Astengiyên li pêşiya mafê name, telgraf û faksê hemû bêne rakirin.
 
* Kiryarên lid ijî hiqûqê yan jî pratîkî yên li hemberî mafê wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibe.
 
* Ji bo rakirina êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê, şert û mercên xerab û rewşa încommunîcado tedbîr bêne wergirtin û xala 10/2 a peymanê bi cih bê anîn."

Sernavên din

01/09/2023
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir
11:13 Şêniyên Taxa Febrîqeyê: Qeyûm bi darê zorê malên me diherifîne
11:02 Încî: Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê weke qadek siyasî tevdigere
11:01 Demîr: Em ê plana îmarê ya qeyûmê Êlihê bibin Dadgeha Îdareyê
10:29 Jin naxwazin Asim Sûltanoglû li Rihayê be!
10:15 Parêzer Çakas: Li hundir û li derve mirov tên zindanîkirin
09:59 Cenazeyê Turan ji bo definkirinê dibin Mêrdînê
09:51 Cotkarên ku garis çandine: Heke çareserî neyê peydakirin em ê dest ji cotkariyê berdin
09:50 Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna
09:06 Dayikên Aştiyê: Li Rojhilata Navîn mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e
09:05 Di 64 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandina kurdî bû: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:04 Avahiya pirxesardîtî nayê hilweşandin!
09:04 Ji ciwanan tûrnûvaya fûtbolê: Roja dawî 3'yê Îlonê ye
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê da ber firotinê
09:02 Ji baregehên leşkeriyê re rêyên asfaltkirî, ji gel re jî rêyên xerabe!
09:02 Ehmed Xoceyê PYD'î: Şoreşa Rojava destkêftiyên kurdan mîsoger dike
09:00 ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:24 Li gundê Çamîlî operasyona leşkerî: Xaniyek hat gulebarankirin
00:27 Cenazeyê Tûran ê bi saetan hat sekinandin gihîşt Amedê
30/08/2023
16:35 Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ didome: Bi dehan DAIŞ’î û tiryakfiroş hatin girtin
16:19 Malbata Turan cenaze wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket
16:01 Li Îranê aktîvîstên hatin girtin bi tacîzê re rû bi rû man e
15:27 Hunermendê ku ferzkirina dersokê protesto kirî hate girtin
15:10 Girtiyê nexweş Ormanli hate berdan
13:41 Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
12:34 Rapora 'pêwîstî bi taloqkirina ceza nîne' dane Turan ê jiyana xwe ji dest da
11:46 Jinan banga 1'ê Îlonê kir: Em biherikin Qada Îstasyonê
11:45 Hunermendê li dijî ferzkirina girêdana dersokê derketî hate binçavkirin
11:40 Dadgeha Îranê cezayê hepsê û qamçiyan li 5 welatiyên kurd birî
11:34 Berteka li dijî projeya wezaretê: Divê Girtîgeha Amedê weke ‘mekana hafizeyê’ bimîne
11:14 Kirkazak: Divê li dijî Lozanê peymaneke civakî were çêkirin
11:11 Parêzeran serî li CPT'yê dan: Dibe sibê dereng be, bi lez û bez serdana Îmraliyê bike
10:54 Baran: Heke paradîgmaya Ocalan di hiş û jiyana me de be wê tecrîd pûç bibe
10:54 Li Gabonê leşkeran dest danîn ser rêveberiya welêt
10:37 Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da
10:21 Altan: Çareserkirina meseleya kurd hevtayê komara demokratîk e
10:14 Şaredarê AKP'yî ku hatiye tayînkirin şaredariyê xistiye bin deynan
09:53 Bi Emîne Şenyaşar re rojek: Di her kêliya jiyana wan de edalet heye
09:40 Banga ji bo rakirina tecrîdê: Her kes berpirsiyar e
09:19 Bi awayekî kelemçekirî birin nexweşxaneyê lê nehat dermankirin
09:18 Ji ber navê dozger der barê parêzer Aktar de îdianame hat amadekirin
09:02 Teqemeniyên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn dibin cihê xetereyeke mezin!
09:02 'Tirkiye ji PDK'ê xwestiye ku şerê li hemberî PKK'ê bi awayekî fermî îlan bike'
09:01 'Hişmendiya tunehesibandina kurdî ev sed sal in neguheriye"
09:00 ROJEVA 30’YÊ TEBAXA 2023’YAN
29/08/2023
21:57 Leşkerek mir
20:02 Ji koçerên li Farqînê hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
18:09 Li herêma Omeriyan operasyona leşkerî
17:26 Cenazeyê Koç nedan malbatê
16:52 TIR a wergeriyayî Rêya Armûşê ji trafîkê re girt
16:47 Wezîrê Dadê nexwest bi Emîne Şenyaşar re hevdîtinê bike
16:22 Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî ‘pîrên mûçe werdigirin’ dan
16:04 Cezakirina Celalettîn Can hat şermezarkirin
15:56 Bi hinceta ‘navê te di nûçeyê de derbas bûye’ doz li rojnameger Çelîk hate vekirin!
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan