Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!

img

RIHA - Li gundê Girê Hişk ê 4 kîlometre dûrî Çemê Firatê, meseleya ava vexwarinê dibe sedema mirina heywanan û nexweşketina zarokan. 

Li gundê Girê Hişk ê navçeya Bêrecûka Rihayê ku 4 kîlometre dûrî Çemê Firatê ye, 20 roj in bi hinceta "arîze heye" ava şebekeyê tune ye. Gundê ku serjimairya wê du hezar e, debara xwe bi sewalvaniyê dike û ji ber ava tune ye zehmetiyê dikişîne. Li gund nêzî 40 hezar pez û hezar dewar hene. Heywanên ku têr avê venaxwin nexweş dikevin û dimirin. Li gund ku her roj çend heywan dimirin, şêniyên gund ji bêgavî tankêrên zengargirtî avê dikişînin. Her cara ku avê dikişînin 250-300 TL mesrefê gundiyan diçe. Ji ber qutkirina avê, welatiyan serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê daye, lê daxwaznameyên wan nehatine bersivandin. Gundiyan got ku muxatabekî nabînin. 
 
Şêniyê gund Şakîr Îzcî (55) diyar kir ku nêzî 10 sal in li gund mesleeya avê heye û got: "Berê bîrên avê hebûn, lê ziwa bûn. Ji bo ava şebekeyê binesazî heye, lê av tune ye. Tiştekî wiha li gundên derdorê tune ye. Em ji mecbûrî avê bi tankêran dikişînin. Ava ku em dixin depoyan ancax têra me ya rojekê dike. Em sewalvaniyê dikin, lê ji ber ku em nikarin têr avê bidin heywanan, heywan dimirin. TOKÎ tên çêkirin û 2 kîlometreyan dûrî me ne, lê ava wan heye. Dikarin ji taxa me avê bidin TOKÎ'yê. Rayedar tim dibêjin 'temam em ê hel bikin', lê avê nadin. Ger avê nedin gund, em ê nikaribin sewalvaniyê bikin." 
 
AV TUNE YE, LÊ FATÛRE HEYE!
 
Saadettîn Îzcî (24) jî bilêv kir ku ava wan tune ye, lê ji ber hewaya di boriyan de saetên avê dixebitin û heqê fatûreyê didin. Îzcî got: "Av tune ye, lê her kes heqê fatûreyan dide. Zivistanê meseleya avê tune ye, lê havînê heye. Zivistanê av kêm diçe, lê havînan ji ber kar zêde av diçe. Divê binesaziyeke li gor vê bê çêkirin. Bi salan e ev pirsgirêk heye. Me ji CÎMER'ê re jî nivîsand. Rayedar tim me eware dikin. Dizanin fatûreyê bibirin, lê avê nadin." Îzcî diyar kir ku Çemê Firatê 4 kîlometreyan dûrî gund e û got: "Av Firatê didin gelek deran, lê nadin me. Em sewalvaniyê dikin, ji xeynî vêt u dahateke me tun eye. Bila rayedar êdî dengê me bibihîsin. Em gilî dikin, lê encamek bi dest me nakeve." 
 
‘NE PQAIJ E’
 
Mûstafa Îzcî (46) jî da zanîn ku bi traktoran avê dikişînin gund û wiha axivî: "Ji ber ku fiyetê mazotê biha ye, her roj heqê avkişandinê jî zêde dibe. Milet ehm ji bo xwe hem jî ji bo heywanên xwe avê dikişîne. Lê ji ber ku hindirê tankêran zengar girtiye, ava tê kişandin ne paqij e. Zarok ji ber vê avê nexweş dikevin û heywan jî ji ber ku têr avê venaxwin dimirin. Di ehfteyekê de 7 pezên min mirin. Her heywanek rojê herî kêm divê 50 lître avê vexwe, lê niha roj heye qet venaxwin." 
 
'EM NAXWAZIN DEST JI AXA XWE BERDIN'
 
Îbrahîm Îzcî jî destnîşan kir ku siyasetmedarên AKP'î di ehr hilbijartinê de dibêjin "em ê meseleya avê çareser bikin" û got: "Piştî hilbijartinê sozên xwe jibîr dikin. Di hilbijartina dawî d ejî soz dan, lê piştî hilbijartinê jibîr kirin. Em tenê avê dixwazin. Bila rayedar dengê me bibihîsin."
 
Cûma Îzcî (57) jî diyar kir ku ji ber kêmbûna avê di hefteyekê de 9 pezên wî mirine û wiha got: "400 pezên min hene. Ez nikarim hemûyan av bidim. Roj heye av bi devê wan nakeve. Ji ber vê nexweş dikevin. Em tenê avê dixwazin. Êdî bila dengê me bê bihîstin. Bila bes me ji hilbijartinê heya hilbijartinê bixapînin. Gelek kesan dest ji sewalvaniyê berdan. Ger em sewalvaniyê nekin, em ê koç bikin. Em naxwazin dest ji axa xwe berdin." 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

04/09/2023
14:59 Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin
14:45 Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin