Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye

img
AMED - Şaxa Egîtîm-Sena Amedê di encama komxebatê  xwe ya duh dabû destpêkirin de bal kişand ser hêza rêxistinbûyîne û destnîşan kir ku ji bo her kesî yek ji mijarên yekem û girîng aştiya civakî bê avakirin e.
 
Komxebata Şaxa Egîtîm-Sena Amedê di roja duyemîn de li Plaza Otelê berdewam kir. Seroka Giştî ya Egîtîm-Sen’ê Necla Kurul, endamên Egîtîm-Sen yên Amed, Semsûr, Dîlok, Riha, Hatay, Adana, Meletî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li komxebatê bûn. 
 
Nûnerên şaxên Egîtîm-Senê yên bajarên erdhejê, nûnerên rêxistinên civakî yek bi yek derketin ser dikê û pirsgirêkên li herêmê diqewimin û bandora erdhejê ya li ser pergala perwerdehiyê vegotin. 
 
Ewilî Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê ya Hejmar 1’ê Zulkuf Guneş axivî û bal kişand ser bandora desthilatê ya li herêmên erdhejê. Guneş anî ziman ku pratîka qeyûm şaredariyên beşdar (katılımcı belediye) ji holê rakirin. Guneş da zanîn ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi du şaredariyên xwe barê erdhejê hilgirt ser milên xwe û wiha got: “Desthilat, bi ewqas hêza xwe jî di erdhejê de lawaz ma. Her wiha şerê 40 sal in didome jî bandor li ser vê karesatê kir. Lowbedên ku wesayîtên zirxî ji bo sînoran dibirin, ji bo makîneyên kar bibin herêmên erdhejê tune bûn. Ev yek jî bandora şer dide pêşçav. Ji bo aştiyeke bi rûmet çi bikeve li ser milên me em amadene.”
 
GIRINGIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ
 
Nûnerên Şaxên Egîtîm-Senê yên Adana, Semsûr, Dîlok, Hatay, Meletî, navçeya Sîwerek ya Rihayê û nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê, Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, Komeleya Şêx Seîd û Rêhevalên Wî hwd. pirsgirêkên li herêmên erdhejê vegotin. Nûnêran bal kişand ser rêxistinbûyînê û destnîşan kir ku wan bi rêxistinbûyîna xwe ev karesate hinek jî be sivik kirin e. 
 
‘EV XEBAT GELEK BIQÎMET E’
 
Dawiya rûniştinê Seroka Giştî ya Egîtîm-Sen’ê Necla Kurul axaftina dawî kir û ji bo vê komxebatê Şaxa Egîtîm-Sena Amedê pîroz kir. Kurul, da zanîn ku xebatên wiha gelek biqîmet in. Kurul got ku gelek kes bi mantiqa dewletê tevdigerin û ji bo komxebatên wiha însiyatîf nagirin, her tiştî ji navendê dixwazin. Piştî axaftina Kurul, navberek hat dayîn û dû re pêşrapor hat xwendin. 
 
‘PLANSAZIYA TUNE KIRINA JINAN DI QADA GIŞTÎ DE YE’
 
Pêşrapor ji hêla endamê Şaxa Egîtîm-Sena Amedê Hîkmet Korkmaz ve hat xwendin. Korkmaz da zanîn ku parvekirina hejmareke hindik a daneyên fermî yên li ser herêmên erdhejê, plansaziya pêşerojê ji bo berjewendiya mirov, ked û xwezayê asteng dike. Korkmaz destnîşan kir ku di destê rayedaran de di der barê erdhejê de rapor hene, lê di van raporan de tu daneyên ku zarokên penaber û astengdar ên ku zimanê wan cuda ye, ji vê felaketê çawa bandor bûne, tuneye. Korkmaz bi lêv kir ku ji ber vê yekê lêkolînkirina daneyên ku ji qadê bi rêya KESK, TMMOB, TTB'ê hatine çêkirin, dihêle ku ew li ser van zarokên piştî karesatê bibin xwedî nêrînek giştî û got: "Em di heyamekê wisa de dijîn ku ji her 3 jinan 2 ji kar tên dûrxistin. Ji ber ku tu pilansaziyek ku piştevaniya tevlêbûna jinan di qada giştî de bike tune ye û plansaziya niha li ser esasê tunekirina hebûna jinan di qada giştî de ye.”
 
‘DESTHILAT JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD GAV NAAVÊJE’
 
Korkmaz da zanîn ku erdhej ne tenê meseleyeke çînayetî ye, di heman demê de meseleya nasnameyê ye û wek mînak nîşaneya pirsgirêka kurd e. Korkmaz diyar kir ku ji ber ku li hin bajarên  mexdûrên erdhejê ku bi giranî kurd lê dijîn, xizanî li gorî bajar û herêmên din gelek zêdetir e. Korkmaz bi domdarî wiha got: “Divê îro bi gel re Modela Aboriya Beşdarbûna Demokratîk bê avakirin. Dema em bi perspektîfa pirsgirêka Kurd nêzikî karesatan dibin, em dibînin ku hikûmeta ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavan naavêje û dijminatiya kurdan dike, bi pêkanînên nijadperestî karesata li herêmê ji nedîtî ve tê û di derbarê metirsiyên ku di dema karesatê û piştî wê de çêdibin xwedî siyaseteke şênber a pêşîlêgirtinê nîne.”
 
‘KRÎZA MAFÊN ZAROKAN’
 
Korkmaz got ku dema ku ew li krîza mafên mirovan ji hêla zarokan ve dinêrin, ev yek vediguhere krîza mafên zarokan. Korkmaz da zanîn ku ji ber vê yekê heke şer an jî karesatek xwezayî hebe, zarok di bin bandorê de ne û ev tişt gotin: “Zarokên li welatên ku mekanîzmayên parastina zarokan têra xwe naxebitin, pêkanînên dewleta civakî qels in û newekhevî kûr e û ji rewşên krîzê bêhtir bandor dibin. Li aliyê din zarokên li Amedê dijîn, tenê bi krîzên afetên xwezayî re rû bi rû nînin. Dema ku em li vir behsa zarokan dikin, em rastî gelek pirsgirêkan tên, nemaze xizanî.”
 
‘QADÊN ARAM Û EWLE NAYÊN AVAKIRIN’
 
Korkmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê komxebatê de ku rewşa zarokan û kesên ku destekê didin wan hatin axaftin, hat dîtin ku zarok di perwerdehiyê, tenduristî, ava paqij, xwarina bingehîn, stargeh, mezinbûna di hawîrdoreke saxlem de pirsgirêkên wan hene û mafên wan rastî binpêkirinan tên. Pirsgirêkên din ên ku ji hêla kesên ku berpirsiyariya lênêrîn û perwerdehiya zarokan rasterast û nerasterast in, têne jiyan kirin, rewşa zarokan dixe rewşek xeternaktir. Pandemî û qeyrana aborî ku bandor li herêmên ku di nava bajaran de nakokî û dubendiyên etnîkî lê tên jiyîn, nîşan dide ku ji bo zarok û her welatiyekî ku li vir dijî, qadên aram û ewle bi awayekî nayên afirandin. Ji ber vê sedemê, hewcedarî bi planên rêvebirina karesatê ya tevhev û beşdar heye ku tê de berjewendiyên herî baş ên zarokan û yên ku piştgiriya wan dikin, bêne berçav kirin. Bi munasebeta vê komxebatê careke din diyar dibe ku divê dewlet ne tenê ji bo zarokan ji bo hemû welatiyan tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê bigire û beriya karesatê divê ev tedbîr bi zelalî bên parvekirin. Di vê çarçoveyê de ji bo her kesî yek ji mijarên yekem û girîng aştiya civakî bê avakirin e.” 
 
Komxebat bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

04/09/2023
14:59 Pêşnûmeya Aram Tîgran bi îdiaya ‘qebe ye’ hat vegerandin
14:45 Biraziyê şaredarê AKP'î rojnameger derb kir û gefa kuştinê lê xwar
14:05 Bûldan: Em ê nehêlin ezyet li gelê me bê kirin
14:04 Doza Kobanê: Dosyaya tolhildana ji pêvajoya çareseriyê ye
13:08 Li Rojava di 9 mehan de 41 zarok hatin qetilkirin
12:59 Eşîra ereb a Tewadifê piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihand
12:55 Di danişîna rojnamevan Çaglar de dadger matmayî ma
12:01 DEDAŞ’ê li gundê Tilvaqiyê dîsa trafo jêkirin
11:55 Cezayekî mîna xelatê dan polîsê Cîhan Can kuştî: 21 hezar û 200 TL
11:45 Profesorê kurd ê piştgirî dabû çalakiyên li Îranê ji kar hate avêtin
10:42 Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin