‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'

  • rojane
  • 09:04 14 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Xizma windakiriyan Îkbal Eren bilêv kir ku dewlet deyndarê Dayikên Aştiyê ye û got: "Mecbûr in aqûbeta windakiriyan me ji me re bibêjin û kiryarên wan darizînin."
 
Li Tirkiyeyê di navbera 1990-2000'î de di binçavan de windakirina mirovan bû polîtîkayeke dewletê. Di van salan de b hezaran kes bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin û windakirin. Ji ber vê xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan cara ewil di 27'ê gulana 1995'an de roja Şemiyê bi daxwaza "Bila windakiriyên di binçavan de bi dawî bibin, bila aqûbeta windakiriyan bê eşkerekirin, bila berprisiyar bên dîtin û darizandin" li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê kirin. Ev çalakiya xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan tevî hemû îşkence, zext û zoriyan jî 963 hefte ye didome. 
 
Lê belê 23 hefte ye Qada Galatasarayê li ber Dayikên Şemiyê tê qedexekirin. Îkbal Eren, xwişka Hayrettîn Eren ê di 20'ê mijdara 1980'yî de di binçavan de hat windakirin, têkildarî biryara qedexekirina Qada Galatasarayê axivî. 
 
TÊKOŞÎNEKE 43 SALAN
 
Eren, anî ziman ku 43 sal in li birayê xwe yê li Mdiûriyeta Polîsan a Gayrettepe ya Stenbolê hat windakirin digerin û got ku lê belê heya niha tu tişt ji lêgerînên wan û serlêdanên wan derneketiye. Eren, wiha domand: "Me dizanibû hatiye binçavkirin. Navê wî di lîsteya binçavkirinan de hebû, lê piştî lêpirsîn hat destpêkirin ew rûpela ku navê wî tê de bû tune bû. Birayê min û 5 hevalên xwe hatibûn binçavkirin. Tew wesayîta birayê min jî li ber midûriyeta polîsan bû. Wê demê me dibihîst ku li wir gelek kes tên kuştin. Paşê hevalên birayên min li dadgehê xwestin birayên min bibînin. Her tim ji me re gotin, 'ne li vir e, me ew binçav nekiriye.'"
 
 
‘ME FÊM KIR KU NE BI TENÊ YE'
 
Eren, çalakiya li Qada Galatasarayê ya ji bo Hasan Ocak ê di 21'ê adara 1995'an de di binçavan de hat qetilkirin bibîr xist û wiha got: "Me bi wê çalakiyê fêm kir ku em ne bi tenê ne. Me bi vê çalakiyê fêm kir ku li welêt ev qas winda hene. Me wê gavê polîtîkaya dewletê fêm kir. Çalakiyên li qadê paşê bûn rojeva welêt." 
 
NERIHETIYA DEWLETÊ
 
Bi domdarî Eren destnîşan kir ku çalakiyên xwe yên li qadê heya hefteya 700'emîn domandine û got ku piştî ku wezîrê karên navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû ew kirine hedef çalakiyên wan hatine qedexekirin. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji wê rojê heya niha qad li ber me hat qedexekirin. Ew qad ji bo me pir girîng bû. Qad ji bo em windakiriyên xwe jibîr nekin mekanekî bîrê ye, lê dewletê bi qedexekirina wi re hem xwest em dest ji windakiriyên xwe berdin hem jî xwest Dayikên Şemiyê bên jibîrkirin. Ji lew re me hesab ji dewletê dipirsî û dewlet ji ber vê nerihet dibû. Gelek dayikên me jiyana xwe ji dest dan. Me ne dayikên xwe ne jî windayên xwe jibîr nekiriye. Em ê dest jê bernedin. Em her tim li wir bin." 
 
 
‘DEWLET DEYNDARÊ ME YE'
 
Eren, bilêv kir ku çalakiyên dikin mafekî Destûra Bingehîn e û di çarçoveya van mafan de diçin qadê û wiha pê de çû: "Her cara li wir em binçav dikin sûcekî din dikin. Binçavkirina me ne xema min e. Belê, ez ji ber îşkenceyê nerihet dibim, lê yên vê dikin sûc dikin. Çi qasî asteng dikin bila bikin. Dewlet deyndarê min, dêya min û malbata min e. Mecbûr in aqûbeta windayên me ji me re bibêjin û kiryarên wan darizînin." 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

17/09/2023
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê