Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne

  • rojane
  • 15:30 16 Îlon 2023
  • |
ŞIRNEX - Di pêşengtiya KCD’ê û DBP’ê de êrişên PDK’ê li navçeya Silopiyayê bi meşekê hat protestokirin. Tevî êrişên leşkeran jî daxuyanî hat dayîn û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz êrişên li ser başûrê Kurdistanê tên kirin şermezar kir û got: "Ev êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne. Ev êriş tenê di berjewendiya malbata Barzanî û hevkarên wan de ne. 
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên PDK'ê yên li Herêma Kurdistanê meşek tê lidarxistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED-TUHAD-FED), Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û welatî tev li meşê bûn. 
 
Welatiyên ji navçeyan û bajarên derdorê hatin, li noxteya ku di têketina bajarok de hat avakirin ji GBT’ê re hatin derbaskirin. Bi sedan kesên pankarta “Em xiyanetê qebûl nakin, em ê destkeftiyên xwe biparêzin” vekirin bi dirûşmeya “Bimre xiyanet” ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan. Koma dest bi meşê kir, rastî êrişa leşker û polîsan hat. Di êrişa bi ava şid a ji TOMA’yan hate avêtin de gelek kes birîndar bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. 
 
DI DEMA DAXUYANIYÊ DE MUDAXILE KIRIN
 
Piştî êrişan girse careke din di nava kolanan de hate ba hev. Polîs û leşkeran vê carê di dema Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diaxivî, bi bombeyên gazê êrişî girseyê kir. 
 
Leşkeran xwest pankartê girseyê vekiribû desteser bike. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal ji bo pankart neyê desteserkirin li ber xwe da û pankart ji destê leşker derxist. 
 
Amirek leşkeran gefa kuştinê li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz xwar û hewl da bi kulman li Aydenîz bixe. Li ser vê yekê di navbera leşker û Aydenîz de gengeşî derket û leşkeran vê carê êrişî şêwirmendên parlamenteran kirin. 
 
'EV NÎŞANA ÊRIŞÊN 100 SALÎ NE' 
 
Piştre girseyê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji bo sînorên sûnî bêwate bikin hatine Silopiyayê û wiha axivî: "Lê belê dewletê bi awayekî hovane êrişî me kir. Van êrişan nîşan da ku ev 100 sal in çawa êriş li gelê kurd tê kirin. Li dijî van êrişan tu dayik û welatiyekî gav paşde neavêt. Li gel hemû êrişan jî ev yek nîşan dan. Me îro careke din nêzîkatiya dewletê ya li destkeftiyên kurdan dît. Lê me paşde gav neavêtin. Yek ji sedemên ku îro dewlet bi vî rengî êriş kir jî ew bû ku li dijî PDK'ê bertekên me asteng bikin. Ji vir em careke din bang dikin; Ev êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne. Ev êriş tenê di berjewendiya malbata Barzanî û hevkarên wan de ne. Heke destkeftiyên kurdan bên parastin, divê berjewendiyên Kurdistanê li pêş bên girtin û parastin. Dema Hakan Fîdan çû Başur, me hemûyan dît ku êrişan çawa dest pê kir. Em ji vir careke din PDK'ê hişyar dikin. Divê helwesta dewleta tirk a di referandûma serxwebûnê, êrişên Efrîn û Serêkaniyê de neyê jibîrkirin. Çawa ku kurdan di pêvajoya Kerkûk û Kobanê de yekitiya xwe ava kirin, îro jî divê heman tiştî bikin."
 
BANGA JI BO BARZANΠ
 
Aydenîz ev bang li Barzanî kir: "Em ji vir gazî Mesût Baranî dikin, rol û mîsyona xwe bîne cih. Digot em birakujiyê naxwazin. Rewşa niha ne meseleya birakujiyê ye. Ev helwesta yek alî ya PDK'ê ye." 
 
Kêliya ku Aydenîz diaxivî leşkeran bi gazên îsotê carek din êriş kir. Piştî êrişê girse li nav taxan kom bûn. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan êrişan şermezar kir. Piştre girse belav bû. 
 

Sernavên din

17/09/2023
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê