Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû

  • rojane
  • 09:06 20 Îlon 2023
  • |
img
WAN - Li 5 penaberên ku cerdevanan ew xesp kirin, 22 sal û 11 meh ceza hat birîn. Di darizandina jinûve de, derket holê ku telefona penaberan ji aliyê sercerdevan ve hatiye bikaranîn. Penaberan beraet kir, dadgehê jî giliyê cerdevanên ku penaberan xapandin kir. Lê dîsa jî penabera tên dersînorkirin. 
 
Paneberên ku ji ber şerên navxweyî yên welatên xwe reviyan û hatin Tirkiyeyê rastî binpêkirinên mafan tên. Di bûyera li Wanê de 5 penaber ji aliyê cerdevanan ve hatin xespkirin, telefonî pere û amûrên wan ên din hatin desteserkirin. Penaberên ku careke din bi xespkirina komeke din a cerdevanan re rû bi rû man, ew û cerdevanên bêunîforma bi hev ketin. Penaber ji bo xwe biparêzin dest danîn ser çekên cerdevanan û wesayîtên wan. Penaberên ku cendirmeyan ew dan sekinandin, hatin binçavkirin û paşê bi hinceta muameleya xirab hatin girtin. Li penaberên hatin girtin 22 sal û 11 meh ceza hat birîn. Paşê darizandin jinûve dest pê kir û derket holê ku telefona penabeêrn hatine xespkirin li gund ji aliyê cerdevanekî hatiye bikaranîn. Bi vê re her 5 penaber  beraet kirin û der barê cerdevanên ku ew xespkirin de jî lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
CERDEVANAN PENABER XESP KIRIN
 
Di 15'ê Mijdara 2021'ê de penaberên bi navê M.T., N.A., R.Ş, S.A. ku ji Afxanistanê berê xwe dan Tirkiyeyê, ji navçeya Westan a Wanê xwestin peya heya Tetwana Bedlîsê bimeşin. Lê belê li gundê Narîkê yê Westanê cerdevanan ew desteserkirin û bi kuştinê gef li wan xwarin û dest danîn ser hemû eşyayên wan. Penaberêên ku saet, telefon û pereyên wan ji wan hatin stendin, paşê hatin berdan. Penaberên ku rêya xwe domandin, vê carê ku herêma Taşocagi ya Westanê car din ji aliyê kesên sivîl û çekên lûledirêj di dest wan de hatin sekinandin. Penaberên ku wer fikirîn kesên sivîl ew desteser kirine, çeka cerddevanekî ji wî stendin û paşê dest danîn ser wesyîtên cerdevanan. Paşê penaber li wesayîtê siwar bûn û ber bi Wanê ve çûn. Wê kêliyê cerdevan telefonî cendirmeyan kiin û gotin wesayîta wan hatiye desteserkirin. Penaberên ku çûn qereqola Westanê û xwestin tiştên hatine serê wan bibêjin, ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin û binçavkirin. 
 
Penaberên hatin binçavkirin 5 rojan di binçavan de hatin îşkencekirin û paşê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Westanê ve hatin girtin. Penaberan tiştên hatin serê wan gotin û diyar kirin ku armanca desteserkirina wesayîtê ew bû ku bên qereqolê û giliyê kesên ku ew detseser kirine bikin û çekên wan radestî qereqolê bikin. 
 
22 SAL Û 11 MEH CEZA
 
Der barê 5 penaberan de ku hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê, îdianame hat amadekirin. Penaberên ku li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Wanê hatin darizandin, bi îdiaya "şêlandinê" bi giştî 22 sal » 11 meh ceza li wan hat birîn. Paşê parêzerên wan îtiraz kir û dosyeyê ji Dadgeha Herêmê ya Wanê re şandin. Dadgehê jî diyar kir ku îfadeya hin kesan nehatiye girtin û biryara jinûvedarizandinê da. 
 
TELEFONA PENABERA LI MALA CERDEVAN HAT DÎTIN
 
Darizandina ku li Dadgeha Ceza ya Giran a 3'yan a Wanê hat kirin, cihê "bersûc" û "mexdûran" guhert. 
 
Di dema darizandinê de parêzerê dosyeyê IMEI'yan telefona cerdevanekî dît û xwest û cihê vê telefonê bê tespîtkirin. Di lêkolînan hat kirin de telefona navborî li gundê Narîkê bi awayekî çalak tê bikaranîn. Di lêkolînê de derket hlê ku telefon ji aliyê kurê sercerdevan A.A. tê bikaranîn. Kurê sercerdevan S.A. ku adgehê gazî wî kir, îdia kir ku wî telefonê ji navenda Wanê ji diaknekê stendiye. Gava dadgehê û penaberan ji S.A. pirsîn ku wî telefon ji kîjan dikanê stendiye, S.A. gotinên li hev dernayên gotin û paşê got nayê bîra wî. 
 
CERDEVAN: SER BÛYERÊ HAT GIRTIN
 
Di heman danişînê de cerdevanekî jî îfade da. Cerdevan di îfadeya xwe de got: "Cerdevan A.A. telefon birine malê. Paşê gava min aqûbeta telefonan jê pirsî got, ew dane serçawîş. Ser vê bûyerê digirin, lê paşê A.A. telefonê dide kurê xwe. Min ev yek bi xwe lêkolîn kir û pê hesiyam." 
 
GILIYÊ CERDEVANAN KIR
 
Di danişîna dawî de kişf bû ku cerdevanan penaber şêlandine. Her 5 penaber di 9'ê Sibata 2023'yan de beraet kirin û hatin berdan. Lê dadgehê der barê cerdevan A.A, S.A., N.A., T.O, V.E. û Î.T. yên penaber şêlandin de li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir. 
 
Lê belê her 15 penaberên ku 17 mehan di girtîgehê de mab, şandin Navenda Paşveşandinê. Ji van penaberan yek jê li Wan û yên din jî li Îdirê li Navenda Paşveşandinê e. Paneber 7 meh in ji bo dersînorkirinê li navenda paşveşandinê ne. Hemû îtirazên ji bo vê hatin redkirin û herî dawî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dyaîn. 
 
MA / Adnan Bîlen 
 
 
 
 

Sernavên din

23/09/2023
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye