Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû

  • rojane
  • 11:29 20 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Li Amedê temenê bikaranîna hişbirê daket 12 saliyê û di sala 2023’yan de 2 hezar 173 kes jî bi sedema hişbirê hatin darizandin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr anî ziman ku bazirganiya hişbirê belavî dibistanan bûye û got ku tevdîrên pêşîlêgirtinê şert in. 
 
Rapora Baroya Amedê ya bi navê “Têkoşîna li dijî bikaranîna madeyan” a di 15’ê îlonê de bi daxuyaniyekê eşkere kiribû, rewşa bikaranîna madeyên hişbirê da ber çavan. Li gorî rapora Baroyê ya di navbera 1’ê çîle û 9’ê îlonê de amade kiribû, têkildarî zarokên di bin temenê 12 salî de, di sala 2020’an de 15, di sala 2021’an de 8 û di sala 2022’yan de jî derbarê 16 zarokan de kirariyên edlî hatin kirin. Her çiqas di sala 2021’an de hejmara zarokên kirarî lê hatine kirin kêm bibe jî, di sala 2022’yan de ji sedî sed rêjeya bikaranînê de zêdebûnek çêbûye. 
 
ZÊDEBÛNA HEJMARAN
 
Di raporê de ev agahî hatin parvekirin: 
 
* Di sala 2023’yan de li bajarê Amedê, ji ber sûcê “Bazirganî û çêkirina madeyên hişbir û hişyariyê” ji hêla Serokatiya Baroya Amedê ve bi giştî  ji bo kesên hatine darizandin 2 hezar 173 parêzer hatin tayînkirin. 
 
* Di vana kesên hatine darizandin de ji 12 saliyê biçuktir 7 kes, di navbera temênên 12 û 15 saliyê de 2 kes, di navbera temênên 15 û 18 saliyê de 27 kes, di navbera temenên 18 û 25 saliyê de 479 kes (29 ji wan jin) di navbera temenên 25 û 60 saliyê de hezar 617 kes (75 ji wan jin) ji 60 saliyê mezintir 41 (5 ji wan jin) kes hene. 
 
* Ji hêla Serokatiya Baroya Amedê ve ji bo 291 kesên ji ber sûcê “Ji bo bikaranîn û ji bo firotinê bi xwe re gerandina madyên hişbir an jî hişyarkirinê” an jî “Hişbir an jî bi xwe re madeyê hişyarkirinê bikaranînê” hatine darizandin, parêzer hatine tayînkirin. Di navbera kesên hatine tayînkirin ji 12 saliyê biçûktir kesek, di navbera temênên 12 û 15 saliyê de 6 kes, di navbera temenên 15 û 18 saliyê de 43 kes, di navbera 18 û 25 saliyê de 96 kes (3 ji wan jin) di navbera temênên 25 û 60 saliyê de 140 kes (6 ji wan jin) ji 60 saliyê mezintir 5 kes (yek ji wan jin) hene. 
 
* Li Amedê ji hêla Serokatiya Baroya Amedê di sala 2023’yan de ji bo 27 kesên ji ber sûcê “Hişbir an jî hêsankirina bikaranîna madeyên hişyarkirinê” 27 parêzer hatin teyînkirin. Di nava kesên hatine darizandin de di navbera 15 û 18 saliyê de 2 kes, di navbera 18 û 25 saliyê de 6 kes (hemû zilam) di navbera temenên 25 û 60 saliyê de jî 19 kes (hemû zilam) hene. 
 
* Di navbera dîrokên 1'ê çileya 2023'yan û 9'ê îlona 2023'yan de bi giştî ji bo hezar û 491 kesan parêzer hatin peywirdarkirin. Di nava kesên hatine darizandin de 8 ji wan ji 12 saliyê biçûktir, 80 ji wan jî di navbera temenê 12-18 saliyê de bûn. Kesên din jî ji 18 saliyê mezintir bûn. 
 
CIH NEDAN SAZIYÊN SIVÎL
 
Cîgirê Serokê Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr têkildarî raporê û destnîşan kir ku di dema pandemiyê de jî bikaranîna hişbirê zêde bûye û anî ziman ku li gorî Destûra Bingehîn cîgirên 11 wezaretan ku bi navê Lijneya Bilind a Têkoşîna Dijî Hişbirê (BMYK) hatiye avakirin û hin saziyên girêdayî van wezaretan, ji têkoşîna li dijî madeyên hişbirê, berpirsyar in û got: “Divê saziyên edlî û îdarî li dijî bikaranîna hişbirê xebatên hişyariyê bikin. Lê em dinêrin ku ev xebatên hişyariyê baş nayên kirin û em ji agahiyên nûçeyan dişopînin ku li ber deriyê dibistan û saziyên tenduristiyê jî, bazirganiya van madeyan tê kirin.”
 
‘CEZAYÊN PÊŞGIR ŞERT IN’
 
Ozdemîr da zanîn ku divê di pêvajoya darizandinê de tevdîrên tenduristiyê û xebatên rehabîlîtasyonê jî bên meşandin û got: “Divê cezakirinên ku karibin pêşî bi bikaranîn û bazirganiya hişbirê bibirin werin pêkanîn. Lê em dibînin ku cezayên tên dayîn jî, pêvajoya cezakirinê jî nikarin pêşî bi bikaranînê bigirin.” Ozdemîr bi bîr xist ku zarokên 12 salî jî dikarin xwe bigihînin madeyên hişbirê û got: “Ev agahiyên me parve kirine agahiyên şênber in û ji van gelektir jî di dosyeyên edliyeyê de hene. Em pê dizanin ku kesên van sûcan dikin ji xwe re parêzeran digirin û hejmara van kesan jî gelek zêde ye. Divê xebatên di çarçoveya madeya 58’emîn a Destûra Bingehîn werin pêkanîn. Em ê rapora xwe bidin Lijneya Bilind a Têkoşîna Dijî Hişbirê (BMYK) û dê daxwaza zêdekirina tevbîran bikin. 
 
 

Sernavên din

23/09/2023
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye