Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê

  • rojane
  • 09:15 26 Îlon 2023
  • |
img
MÛŞ - Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku Komkujiya Vartînîsê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku lewma divê nekeve ber demboriyê. 
 
Li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê, di 3'yê Cotmeha 1993'yan de mala malbata Ogutê hat şewitandin. Di malê de bav Nasir Ogut, hevjîna wî Eşref Ogut û zarokên wan Sevîm, Sevda, Mehmet Şakir, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatin qetilkirin. Tekane bersûcê di dozê de tê darizandin Bulent Karaoglû jî, çendî bi bultena sor lê tê gerîn, hê jî nehatiye zevtkirin. Dê danişîna 19'an a dozê di 27'ê îlonê de li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê bê lidarxistin.
 
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk bal kişand ser xetereya demboriyê ya dozê. 
 
BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ
 
Karaçelîk bibîr xist ku dê di Doza Vartînîsê de têkoşîna edaletê ya 30 salan di 3'yê Cotmehê de bi dawî bibe û got: "Lê fikarên me hene, lê belê di warê hiqûqî de jî argumanên me yên pir xurt hene. Me gelek caran anî ziman, divê ev doz nekeve ber demboriyê û em ê vê yekê tim bibêjin. Di meseleya demboriyê de, di warê îşkence û mafê jiyanê de hin biryarên navneteweyî û nirxandinên hiqûqî hene." 
 
SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
 
Karaçelîk bibîr xist ku têgiha sûcê li hemberî mirovahiyê di sala 2005'an de ketiye hiqûq Tirkiyeyê û got ku dê  şîroveya "Hukmeke wiha tune bû, ev hukmê li hemberî bersûcan nayê nirxandin" qebûl nekin. Karaçelîk wiha domand: "Di biryarên navneteweyî de tê destnîşankirin ku divê di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî neyê pêkanîn. Madem em jî parçeyeke hiqûqa navneteweyî ne, divê em hiqûqa neteweyan ji nedîtî ve neyên. Lê belê di dozên bi vî rengî de yên salên 90'î de biryarên wiha bêtalih hatin dayîn. Em di vî warî d epir zelal in, Doza Vartînîsê di çaroveya sûcê li hemberî mirovahiyê de ye. Di vê de tu şik û guman tune ne. ÇArçoveya sûcê li dijî mirovahiyê diyar e. Ma mirov dikare bibêje ku di navbera zarokên di komkujiya Vartînîsê de hatin şewitandin û kesên ew şewitandin de hisûmetek heye? Yanî di vê komkujiyê de hemû taybetmendiyên sûcê li hemberî mirovahiyê hene. Em jî li bendê ne ku dadgeh nekeve nava xerabeteke hiqûqî ya bi vî rengî." 
 
Karaçelîk bal kişand ser dema dozê ku bi salan domandiye û got ku piştî têkoşîneke edaletê ya 30 salan divê wiha neyê gotin: "Belê me biryar da ku kî malbata we bi hovîtî qetil kiriye, me ev yek etspît kir, lê em nikarin ev qas ceza li kiryar bibirin." Karaçelîk destnîşan kir ku ev yek li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Di bûyerên wiha de divê lêpirsînên çalaktir bên kirin." 
 
‘DIVÊ NEKEVE BER DEMBORIYÊ'
 
Karaçelîk bilêv kir ku gumanên wan ên der barê dozê de nemane û wiha domand: "Me asta ku 'gelo kirine yan delîl kêm in?' derbas kiriye. Me got dê bersûc bireve, lê dîsa tiştek nekirin. Wekîs ûcekî pir hêsan be gazî kiryar nekirin, tenê nivîs ji Stenbolê re hat şandin. Talîmat hat nivîsandin, lê biryara anîan bi darê zorê jî nehat dayîn. Bersûc di danişîna ewil de raporek şand. Raporê ji nexweşxaneyeke dewletê girt. Wê gavê li vir vû û paşê li ber çavê he rkesî çû. Em dibêjin komkujiya Vartînîsê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye, lewma divê nekeve ber demboriyê. Di vîw arî de biryarên DMME'yê hene." 
 
Karaçelîk destnîşan kir ku di warê negirtina bersûc de berpirs şandeya dadgehê ye û got ku ev yek jî girêdayî polîtîkayên bêcezahiştinê ye. 
 
‘DIVÊ RASTÎ DERKEVE HOLÊ'
 
Karaçelîk bilêv kir ku dadgeh dê piştî 3'yê Cotmehê ji bo demboriyê biryaêr bide û got ku lê divê rastî derkeve holê. Karaçelîk ji bo hestiyariyê bang li raya giştî kir û xwest her kes xwedî li vê dozê derkeve. 
 
MA / Berîvan Kûtlû
 

Sernavên din

26/09/2023
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin