Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin

  • rojane
  • 14:25 26 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Di rapora ku Partiya Çepên Kesk a li ser dorpêça leşkerî ya zêdeyî 2 meh in li gundê Bana dewam dike de hat amadekirin hat ragihandin ku zexteke giran li welatiyan tê kirin û welatî nikarin ji malên xwe derkevin
 
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Şirnex û navçeyên wê ku serdana gundê Bana yê navçeya Basa yê Şirnexê ku zêdetirî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye kiribûn, rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li gund jiyan li avahiya partiyê ya bajêr bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Ji bilî şandeya li Basayê lêkolîn kirin rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk jî di civînê de cih girtin. 
 
Di rapora ku ji aliyê Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak ve hat xwendin de hat diyarkirin ku dema heyet ji rêya sereke dikeve rêya gund ji aliyê 4 leşkeran ve hatiye rawestandin û wiha hat gotin: “Piştî pirskirina nasnameyê ya heyetê û endamên partiyên din ên bi wan re ji bo çavdêriyan bikin rêya xwe dewam kirin. 100 metre dûrî gund, hat dîtin ku rêya gund bi maşîna zirxî hatiye girtin. Li vir ji aliyê komeke qerebalix a leşkeran ve hatin rawestandin û careke din nasname hatin kontrolkirin. Heyeta ku bi hinceta di pergala GBT’ê de ‘pirsgirêk heye’ 40 deqîqeyan hate sekinandin, piştre karîbû bikeve gund.”
 
Di raporê de vegotin, çavdêrî û tespîtên gundiyan wiha cih girtin: 
 
“Piştî ku yekîneyên leşkeran ên demekî dirêj ji derveyî gund disekinîn 3 hefteyan hatine derdora gund, bi rêya mûxtar ji gundiyan re hatiye gotin ku '14 rojan qedexe hatiye danîn, ketin û derketinên li derdora gund wê bên kontrolkirin û di navbera saet 10.00-16.00'an de wê li nuqteya kontrolê ya di ketina gund de destûra çêrandina heywanan û avdana bexçe, rez û erdên çandiniyê bê dayîn. Di vê serdemê de tevî ku car caran maşînên zirxî ketin nava gund jî, li navenda gund xebatên lêgerîn û binçavkirinê nehatin kirin.
 
ÇERANDINA PEZ HATE QEDEXEKIRIN 
 
Di 13’ê îlonê de ji gundiyan re hat ragihandin ku çêrandina sewalan û daketina nava bexçeyan qedexe ye û destûr ji kesî re nayê dayîn. Gundiyan ji hêzên ewlehiyê re gotiye ku heke pez neyê çerandin nikare demekî dirêj di hundir de bimînin. Di heman rojê de ji gundiyan re bi rêya muxtar hat gotin ku 'berî derengiya êvarê dikarin heywanên xwe ji gund derxînin'. Piştre gundên nêz hatin agahdarkirin. Gelek gundî neçar man zêdetirî 300’î pezên xwe, bi lez û bez bişînin gundên din. Hejmareke kêm ji pez û dewaran li gund man.
 
BAXÇE BI ROJAN NEHATIN AVDAN
 
Tevî ku gundiyan bi belavkirina heywanên xwe ya li gundên derdorê re çareseriyeke demkî dîtin da ku ji birçîna nemirin, ji pirsgirêka avdanê ya rez û baxçeyên xwe re nekarîne çareseriyekê bibînin. Gundiyên ku diyar kirin ku ew nikarin zeviyên xwe yên ku wan bi hezar hewldan û zehmetiyê çandibûn av bidin, daxwazên xwe anîn ziman ku her malbatekê herî kêm 2 kes an jî komeke ji 3-4 kesan pêk tê ji bo xebatên avdanê bimeşînin li ser navê gund bên diyarkirin û diyar kirin ku ji aliyê madî û manewî ve zerareke mezin dîtine û debara wan nemaye. Her wiha gundiyên ku li dijî van zext û neheqiyan banga hestiyariyê li raya giştî kirin, daxwazên xwe yên ji bo pirsgirêkên ku jiyane di zûtirîn demê de çareser bibin anîn ziman.
 
DI BIN ZEXTÊN GIRAN DE NE
 
Ji aliyê şandeyê ve hate dîtin ku gundiyên piştî saet di 00.00’an de derketina wan a ji malê hatiye qedexe kirin, di bin zextan de ne, şertên jiyanî yên zehmet, zerarên dîtine û xebatên hilberînê sekinîne. 
 
Gundiyan ragihandin ku bi rêya muxtarê mizgeftê tu agahdarî nehatiye kirin û ji mizgefta gund tu daxuyanî nehatiye dayîn ku qedexe hatiye rakirin û hêzên ewlehiyê di 20’ê îlonê de beriya serdana şandeyê bi rojekê li herêmeke li aliyê jor ê gund bi cih bûne. Hate dîtin ku gundiyên pezên xwe ji gund derxistin nizanin ka dê çawa pezê xwe paş ve bînin û bi fikar bûne.”
 
LI HERÊMÊ ŞEWAT DERKET
 
Gundiyan ji şandeyê re ragihandin ku beriya hêzên ewlehiyê ji gund derkevin, tevî ku liv û tevgera leşkerî nebûye jî çend rojan dengê çekan hatiye û bombe hatine avêtin û ji dengê wan aciz bûne. Hate zanîn ku şewata li herêmê derketibû li gorî agahiyên şandeyê ji çavkaniyên herêmî wergirtin vemirî ye lê ji ber gundî nizanin ka qedexe rabûye an nerabûye nekarine biçin herêma şewat lê derketiye. Hate diyarkirin ku du kesên ji bo mevandariyê hatibûn gund ji ber dorpêç û qedexeyê li gund asê mane û di serdana duyemîn de karîne ji gund derkevin. 
 
Hate dîtin ku şêniyên gund ên nizanin qedexe rabûye an na li gund negeriyane, li gundê ku xuya ye aram e nerehetî serwer bûye. Şandeyê wêneyên şewata vemirî ya li herêma rez û baxçeyan û qada çandiniyê ya ji ber nehatine avdan zirar dîtine ji dûr ve kişandine û dîtiye ku xebatên avdan û hilberînê dest pê nekirine. Şandeyê piştî serdana gund xwest bi Walîtiya Şirnexê re hevdîtinê bike lê jê tu encam negirtin.” 
 
DIVÊ ZERARA MADÎ BÊ PÊŞWAZÎKIRIN 
 
Di beşa raporê ya encama de wiha hate gotin: Divê pêkanîna îlana “Herêma Ewlehiya Taybet a Derbasdar’ demildest bên bidawîkirin. Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê demildest bûyerên li gundê Bana qewimîne bêxe rojeva xwe û di mijara binpêkirinên mafan ên di encama Herêma Ewlehiya Taybet a Derbasdar qewimîne xebateke berfireh bê rêvebirin. 
 
Divê di serî serî de rêxistinên mafan, rêxistinên sivîl ên civakî û hiqûqê têkildarî mijarê serdana gundê Bana bikin. Di di serî de li zarokan her cure piştgirî pêşkeşî gundiyên di bin zextê de bên kirin û ziyanên madî yên çêbûne bên pêşwazîkirin.”
 
 

Sernavên din

29/09/2023
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake