14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin

  • rojane
  • 11:07 27 Îlon 2023
  • |
img

AMED - Salîha Onkol diyar kir ku hovîtiya ku hatiye serê keça wê Ceylan Onkol ji bîra nekiriye û got: “Zarokek li ku were kuştin, mîna ku Ceylan ji nû ve hatibe kuştin tê ber çavên min.” 

 
Zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a bi ser gundê Kanîspî ya navçeya Licê ya Amedê ve pezê xwe diçêrand, bi guleya havanê ya ji qereqola leşkerî hatibû avêtin, hat qetilkirin. Bi ser kuştina Ceylanê re ewqas sal derbas bûn lê belê hê jî kujerek jî nehatiye dîtin û darizandin. 
 
Bedena Ceylana biçûk şeş saetan li cihê bûyerê ma heta ku dozger çû cihê bûyerê. Dayika wê Salîha Onkol, parçeyên laşê keçika xwe di pêşa xwe de berhevkirin, şêniyên gund bedena Ceylanê bi pelên dara berûyê pêçandibûn û malbatê hemû delîlên li cihê bûyerê radestî Serdozgeriya Komarê ya Liceyê kir. Lê belê di raporên der barê kuştina Ceylanê de ku ji aliyê leşkeran û polîsan ve hatibûn amadekirin de hat îdiakirin kirin ku Ceylan bi dasê hatiye kuştin. Rayedarê leşkeriyê yê wê demê Yuksel Şanliturk malbat neheq kiribû û gotibû ku malbat ji bo tezmînatê werbigire xwe mexdûr dike û bi van gotinan xwestibû ser bûyerê bigire. 
 
SERÎ LI DMME’YÊ DAN 
 
Piştî salekê ango di sala 2010'an de parêzerên malbata Onkol ji bo ku biryara veşartina ser dosyayê were rakirin û hemû daxwazên wan dihatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di gulana 2012'an de ji bo ku lêpirsîneke bibandor û bêalî neyê birêvebirin, daxwazên kûrkirina lêpirsînê hatin redkirin. Tevî dema derbas bû jî doz nehat vekirin û tawanbarek ango sûcdarek jî nehat dîtin, ji ber vê yekê dîsa serî li DMME’yê hat xistin. DMME 5 sal şûn ve di 17’ê çileya 2017’an de serlêdana malbata Onkol bi encam kir û biryara “di warê lêpirsîna bibandor û binpêkirina maf nehatiye binpêkirin” da. Serdozgeriya Komarê ya Licê di nîsana 2014’an de biryara ku ji bo tespîta kiryaran a di dosyayê û raporan da têr nakin biryara lêgerîna daîmî derxist. 
 
PÊVAJOYA TEZMÎNATÊ 
 
Malbat Onkol bi hêceta berpirsiyartiya di teqînê de û binpêkirin heye li dijî Wezarat Karên Navxweyî bi daxwaza 100 hezar lîre madî û 150 hezar lîre jî tazmînatê serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê da û doz vekir. Dadgehê biryara ku 28 hezar û 208 lîre tazmînat ji bo malbatê were dayîn da. Parêzerên malbatê li dijî vê biryarê derketin û îtîraz kirin. Li ser vê dijderketinê dadgehê biryara bi giştî 283 hezar lîre ya madî û manevî ji bo malbatê were dayîn da. 
 
AWIRÊN CEYLANÊ LI KUJERAN DIGERE  
 
Her çiqas 12 sal bi ser bûyerê de derbas bû jî heta niha hê jî yek faîl jî nehatiye darizandin. Li ser navê Ceylanê gelek berhemên hatin çêkirin û Ceylan bû mijara gelek stran û wêneyan û pêşengehan. Her çiqas ji Meclisa Tirkiyeyê hatibe xwestin ku bûyera Ceylanê were lêkolînkirin jî lê bes hemû daxwaz bêbersiv man. 
 
Wextê ku Ceylan 7 salî bûye li dibistana seretayî wêneyek wê ku ew bi tenê ye heye û ew wêne ji bîra kesî naçe. Nêrîn ango awirên Ceylanê bi wî faroniyê wê yê zer dilê bi milyonan însanan êşand. Ew wêneyê karxezalî 12 sal in di bîra her kesî de ye û ew awirên wê li bende ye ku kujer werin darizandin. 
 
'MIN PARÇEYÊN LAŞÊ WÊ HEMBÊZ KIR’ 
 
Dayika Ceylanê, Salîha Onkol bi van gotinan dest bi axaftina xwe dik, “Bi ser kuştina Ceylanê re hezar jî derbas bibe, ez ê Ceylana xwe ji bîr nekim…” Piştî van gotinan, di qirika Saliha Onkol de gotin sar û asê dimînin. Lê Salîha Onkol bi dilek êşiyayî û bi jan dîsa jî qala qetilkirina keça xwe dike û dibêje, “Kêliya ku Ceylan hat qetilkirin, ez li malê bûm. Dengek hat, li ber guhê min olan da. Cîrana min qîr kir. Got, ‘tiştek ketiye nava hewyanan’. Ez rabûm û ber bi pez ve beziyam. Ez çûm û min bi çavê serê xwe dît ku bedena Ceylan parçe parçe bûye. Min bedena parçekirî hembêz kir. Parçeyên bedena wê 6 saetan li wir hat hiştin.” 
 
‘DENGÊ WÊ JI HIŞÊ MIN NAÇE’ 
 
Onkol destnîşan kir ku heta ew sax be wê kul û kesera keça xwe ji bîra neke û wiha axivî: “Hemû gundiyên me ji Ceylanê hez dikirn. Zarokek pir jîr û serkeftî bû. Pir kêfa wê ji heywanan re dihat. Ew keça min î herî biçûk bû. Dengê wê ji hişê min naçe. Hizra ku Ceylan her tim li ba min be, her tim bi min re be heye. Dema ez hevalên wê yên di temenê wê de dibînim, carek din êş û kulên min xwe der dikin. Ez gelek xegîn dibim.” 
 
HEZAR SAL JÎ DERBAS BIBE…
 
Salîha Onkol ji bo hesreta keça xwe wiha dibêje: “14 sal derbas bûn… Çawa keça min kuştin û kî wê kuşt? Divê ku heta niha kujer bihatana dîtin. Bi hezaran zarokên wek Ceylan hatin kuştin. Zarokek li ku were kuştin, mîna ku Ceylan ji nû ve hatibe kuştin tê ber çavên min. Dilê min diêşe û parçe dibe. Ez êşa wan dayikan wek êşa xwe dibînim û di dilê xwe de dijîm. Li kîjan welatî dibe bila bibe, bila êdî şer bi dawî bibin û em aştiyê dixwazin. Di şer de her tişt bi serê zarokan tê. Hezar sal jî derbas bibe ez ê Ceylana xwe ji bîr nakim û nedim jibîrkirinê.” 
 
MA / Rewşan Saglam 
 
 
 

Sernavên din

29/09/2023
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake