Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!

  • rojane
  • 10:06 6 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Desthilatdariya Tirkiyeyê dixwaze heyfa têkçûna DAIŞ’ê ya li ber berxwedana Kobanê ji siyasetmedarên HDP’ê bistîne. Ji Doza Kobanê 18 girtî 108 siyasetmedar tên darizandin. Ji her girtiyek ji Doza Kobanê tê darizandin re 38 caran cezayê muebeda giran tê xwestin. Biryara dozê nêz dibe. 
 
Kobanê di meha îlona 2014’an de ketibû nava nehperoşkên DAIŞ’ê. Her devera Kurdistanê û gelek deverên cîhanê her der bû Kobanê. Şervanên kurdan û dostên xwe bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan. Berxwedana nava Kobanê, tesîra xwe li er bi milyonan kurd û dostên wan kir û wan rakir serhildanê. Di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de seranserî bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi milyonan kurd rabûn ser pêyan û piştgirî dan Kobanê. Bi ser serhildana piştevaniya Kobanê re 9 sal derbas bûn. 
 
Di xwepêşandan ango serhildana piştevaniya Kobanê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku têkçûna DAIŞ’ê qebûl nekir û dixwazin heyfa berxwedana Kobanê ji siyasetmedarên HDP’ê hildin. Piştî 6 salan li dijî HDP’ê di 25’ê îlona 2020’an de operasyon hat kirin û di bin navê “Doza Kobanê” de li siyasetmedaran doz hat vekirin. 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin. Danişîna 35’emîn a dozê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Ji her siyasetmedarekî re ji 29 “sûcên” cuda 38 caran cezayê muebeda giran û 19 hezar û 680 sal cezayê hepsê tê xwestin. 
 
ÇALAKÎ KIRIN MIJARA DOZÊ 
 
Êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di 5’ê Cotmeha 2014’an de gihîştin asta komkujiyê. Kurd û dostên xwe di 6’ê Cotmehê de li her deverê daketin kolanan. Di serî de li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û li bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û bi tevahî li 35 bajaran çalakiyên xwepêşandanê hatin lidarxistin. Endamên Hîzbullahê û polîs û leşkeran êrişî girseyan kirin. Li ser vê yekê hêrsa xwepêşandanê mezin bû. Di vê navberê de roja 7’ê Cotmehê Serokkomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li Dîlokê bû û axaftinek sosret kir. Erdogan gotibû, “Kobanê wa ket û vaye dikeve.” Ev gotinên Erdogan serhildana gelê kurd û dostên wan hin mezintir kir. Li 7 bajarên bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin. Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 8’ê Cotmehê de xwepêşandan sekinînin. 
 
Tevî ku 9 sal bi ser xwepêşandanan re derbas bûn jî lê hê jî bîlançoya çalakiyan nehatiye eşkerekirin. Lê li gorî agahiyên ji aliyê raya giştî ve tên zanîn di xwepêşandanan de 54 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 48 sivîl û 2 polîs, li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî 46 kesan jiyana xwe ji dest daye, li gorî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî 37 kesan canê xwe ji dest daye. 
 
PÊVAJOYA BER BI DOZA KOBANÊ VE 
 
Serokkomarê AKP’ê Erdogan piştî bûyeran bi sê rojan di 11’ê cotmehê de li Rîzeyê axivî û bi gotina “em ê hesabê vê yekê bipirsin” gef li siyasetmedarên HDP’ê û kurd xwarin. HDP ji bo mirina 54 kesan û birîndarbûna bi sedan kes were zelalkirin û rastiya wê derkeve holê, di salên 2016, 2017 û 2018’an de sê caran pêşniyaznameya lêkolînê da Meclisê. Ev daxwaz her car ji aliyê AKP-MHP’ê ve hat redkirin. 
 
Piştî 6 salan îdianameya 3 hezar û 530 rûpelî û ji 324 klasoran pêk tê, di 30'yê Kanûna 2020'î de pêşkêşî dadgehê hat kirin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ew di 6 salan de berhev kir û HDP'ê wê wekî "Doza Kûmpasê" pênase kir, di nav hefteyekê de, di 7'ê Çileya 2021'ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Heya niha di çarçoveya dozê de 18’ê girtî 108 kes tên darizandin. Danişîna 35’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ya li Girtîgeha Sîncanê didome. 
 
GAZINKER
 
Di îdianameyê de ku HDP bi sûcine giran tê tawanbarkirin û di warê hiqûqê de cihê nîqaşan e, Wezareta Dadê, AKP, CHP, Huda Par, MHP, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, MÎT, Wezareta Karên Navxweyî, Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezareta Parastinê û Saziya Goşt û Şîr jî di nav de 2 hezar û 676 nav wekî gazinkerên mexdûr cih digirin. 
 
XWEDÎ LI BERXWEDANA KOBANÊ DERKETIN 
 
Siyasetmedaran diyar kirin ku banga derketina kolanan ji aliyê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê ve li dijî gefên qirkirinê yên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bangek rewa ye û destnîşan kirin ku ji ber çavê xwe ji hovîtiya DAIŞ'ê re nagirin 3 sal in di girtîgehê de ne. Siyasetmedarên ku bal kişandin ser têkiliyên hikûmeta AKP'ê yên bi DAIŞ'ê re, bi parastina xwe careke din serhildana Kobanê hembêz kirin. 
 
Daraz ango şandeya dadgehê dixwaze dozê li ser îfadeyên şahidên bi navê Kerem Gokalp, Mahîr û Merdan Ruştu Ovalioglû yên navên wan eşkere û şahidên veşarî bi rê ve bibe û siyasetmedaran ceza bike. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê heta niha mirina 37 kesan qebûl kiriye. Heta niha tenê dosyeyên lêpirsînê yên Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş, Hasan Gokguz ên li Amedê, Mehmet Latîf Şener li Wanê ku endamên HUDA-PAR’ê ne û endamên Hizbullahê ne û her wiha Ekrem Kaçaroglû yê li Îzmîrê bi lînckirinê hat kuştin hatine vekirin lê dosyeyên mayî 9 sal in ji refên darazê nehatine vekirin. 
 
Faîlên van qurbaniyan bi piraniya wan polîs, leşker, cerdevan û endamên Hîzbullahê ne. 9 sal in dosyeyên van qurbaniyan di tariyê de hatine hiştin.  
 
LI ŞÛNA FAÎLÊN RASTEQÎN HDP TÊ DARIZANDIN 
 
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dosyeya Doza Kobanê jî ji bo doza girtina HDP’ê dike hinceta sereke. Lê hê jî faîl û berpirsiyarên serek nehatine darizandin. Desthilatdarî û daraz bi hev re dixwazin bi van dozan, heyfa têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ji siyasetmedaran û HDP’ê hilde. 
 
SIBÊ: Parêzer Sevda Çelîk Ozîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

07/10/2023
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn