Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal

  • rojane
  • 09:13 7 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Şemê Remo ya 65 salî ku li dijî leşkerên ku xwestin bikevin Şengalê bûbû mertal, wiha got: "Yek ji me jî bimîne em ê nehêlin ku ew peymana 9'ê Cotmehê li Şengalê pêk bînin." 
 
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li dijî civaka êzidî fermana 73’yan pêk hat. Hêzên PDK’ê yên ku parastina Şengalê dikirin ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan û civaka êzidî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hiştin. Di heman kêliyê de hêzên PKK’ê xwe gihandin civakê û rê li ber komkujiyeke mezintirîn girtin. Gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê gel ji çeteyan rizgar kirin. Civaka êzidî ji bo parastina xwe Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) avakirin. Civaka êzidî ya ku kêlî bi kêlî xwe bi rêxistin kir Meclisên xwe avakirin, hêza xwe ya parastinê xurt kirin û pergala xwe ya xweser avakirin û xwestin ku hikûmeta Iraqê xweserî û statuya Şengalê nas bikin. Lê di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin ku careke din Şengalê têxin bin kontrola xwe. Li ser vê hewldanê Şengalî ketin çeperê berxwedanê û nehiştin ku vê peymanê li Şengalê pêk bînin. 
 
Li ser peymanê sê sal derbas bûn. Êzidî sê salin li dijî vê peymanê li ber xwe didin û vedigerin ser axa xwe. Her wiha êrîşên dewleta tirk ên hewayî yên li dijî Şengalê jî didomin. Dayika Şemê Remo ya ku li dijî peymana 9’ê Cotmehê de di çeperên berxwedanê de cihê xwe yê herî pêş girtibû û bi kevirê di destê xwe de li dijî maşîneyên zirxî li ber xwe dabû, peymana 9’ê Cotmehê nirxand. 
 
'HÊRÎ ZÊDE ÊRÎŞÎ JINAN KIRIN'
 
Dayika Şemê ya diyar kir ku pêşiya fermanê pêşmergeyan soz dabû ku ew ê wan biparêzin, destnîşan kir ku pêşmergeyan xiyanet li wê soza xwe kirin û wiha axivî: "Beriya niha pêşmerge jî û artêşa Iraqê jî li vir bûn. Ji hidûd bigire heta Bexdayê û Başûrê Kurdistanê parastina wê pêşmerge û artêşa Iraqê dikin. Beriya fermanê pêşmerge di nava gundên me de bûn. Pêşmergeyan ji me re gotin, 'tiştek çêbibe em ê we biparêzin netirsin' me jî bawer kir û em ji wan pişt rast bûn. Pişta me ne bi hikûmeta Iraqê bi pêşmergeyan gerim bû. Me got dê sedî sed me biparêzin. Lê wisa nebû. Û sedemê fermanê jî pêşmerge bi xwe bû, wan em firotin, Şengal firotin. Dinya alem hemû dizane ku pêşmergeyan Şengal firote Kerkûkê. Em di destê DAIŞ'ê de hiştin. Me dît ku keç û jinên êzidî çawa di bazaran de tên firotin, çawa êzidiyan qir dikin, çawa zarokan ser jê dikin. Hêrî zêde jî êrîşên xwe li ser me jinan kirin. Me dît ku siyaseteke çawa li ser me tê meşandin."
 
'NEKARÎNE BERXWEDANA ŞENGALÊ'
 
Şemê Remo, bi lêv kir ku li gel lihevhatina Hewlêr û Bexdayê êrîşên li dijî Şengalê zêde bûn û wiha domand: "Êzidî di fermanê de xelas nekirin vê carê jî serî li peymana 9'ê cotmehê dan. Em li dijî 9'ê cotmehê sekinîn. Heta ku emrê me têra bike û heta ku em sax bin jî û yek jineke êzidî bimîne em ê tu carî jî nehêlin ku peymana 9'ê cotmehê di Şengalê de pêk bînin. Heta ku yek ji me bimîne jî em ê li dijî wê tebikoşin. Dinya hemû dizane ku di Şengalê de berxwedaneke mezin çêbûye. Ji ber wê jî hikûmeta Iraqê jî êrîşî me kir. Ji ber planên Tirkiyeyê û malbata Barzanî hikûmeta Iraqê jî em hedef nişandan. Hevalên me şehîd ketin û hikûmeta Iraqê bû sebebê vî tiştî. Hikûmeta Iraqê dît ku xeteriya wê tê de heye nêçar ma ku paş ve gavê biavêje. Pêşmerge jî xwe ceriband got, 'min Şengal ji DAIŞ'ê xelas kiriye, min Şengal parastiye' lê nekarî. Piştî şerê di nava Sinûnê û Xanê wan jî êrîşî me kir û me wê demê jî şehîd dan. Ew hevalên me ji ber hevkarên DAIŞ'ê şehîd ketin. Xwestin êrîşî me bikin û me tune bikin lê nekarîn. Bi rastî jî me berxwedaniyeke mezin di Şengalê da û nekarîne me. Niha jî nikarin. Nikarin me, heke ku kariban dê niha li vir bi cih biban. Dinya alem jî dibîne her roj êrişî pêşengekî/e me dikin. Êrişî kesên ku DAIŞ ji vir derxistin dikin û wan hedef digirin."
 
'EM Ê NEHÊLIN KU EW BIKEVIN ŞENGALÊ'
 
Dayika Şemê Remo, bi lêv kir ku heta ku dilopek xwînê di laşê wan de dimîne ew ê li dijî vê peymanê li ber xwe bidin û got: "Niha bi rêbazeke din bêşer dixwazin peymana 9'ê cotmehê pêk bînin û me tune bikin. Dibêjin, 'Me Şengal parastiye û em ê derbasî Şengalê bibin'. Niha dixwazin ku bi rêbazeke cuda derbasî Şengalê bibin û baweriya êzidiyan bi xwe bînin. Lê baweriya êzidiyan bi wan nayê. Heke ku artêşa Iraqê û pêşmergeyan Şengal parastiban yek DAIŞ'î jî nediket Şengalê û yek keç û jineke êzidî nediket destê DAIŞ'ê de. Ew hevkarên DAIŞ'ê ne. Malbata Barzanî, Iraq û Tirkiye hevkar in. DAIŞ ji ku çêbû, kesk e, sor e, şîne çiye, ji ku derket? Tirkiye DAIŞ'ê çêdike, pêşmerge û Iraq jî pêşiya wê vedike. DAIŞ ev e. Êrîşên Tirkiyeyê DAIŞ'in. Her roj pêşengeke/î me hedef digirin. Roja fermanê zarokên ku emrê wan nebûne 20 tev li hêza xwe bûn. Ji bo ku heyfa vê civakê bistîne tevli bûn. YBŞ hêza me ye, YJŞ hêza me ye. Ew zarokên êzidiyane. Dibêjin,' PKK di Şengalê de ye û ew ne hêzeke asayi ye' şerme û rûreşiye. Her carê zarokên êzidiyan qetil dikin. Heke ku ne ji vê hêzê ba niha yek mal nevegeriyaba Şengalê.Îro êzidî bi saya vê hêzê bi rehetî vedigerin Şengalê. Heke ku hêzeke dijmin di Şengalê de hebûya ma me dikariya vegeriyan Şengalê, me dikariya biçin baxçeyên xwe? Dixwazin ku peymana 9'ê cotmehê pêk bînin û serî li van gotinan didin. Êzidî qir nebûn, xelas nebûn bi saya vê hêzê. Em ê li dijî vê peymanê her û her li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku ew bikevin Şengalê. Heke ku qeweta me têra bikira em ê êrîşên hewayî jî bidina sekinandin lê qeweta me nîne."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

07/10/2023
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn