Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 14:55 9 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên hewayî ku binesazî û seravayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire dixwaze rêveberiya xweser hilweşîne û wiha got: “Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
Êrişên dewleta tirk ên bi balafirên şer û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên li dijî qadên jiyanî yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 5’emîn de berdewam dikin. Nêzî di 200 êrişan de bi dehan petrol, tesîsên av û ceyranê, dibistan, nexweşxane û qadên xizmetên cemaweriyê hedef hatin girtin, bi sivîl û hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, têkildarî armanca êrişan, dema wê, helwesta Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê û Rûsyayê ji ajansa me re axivî. 
 
ARMANC: HILWEŞANDINA RÊVEBERIYA XWESER E
 
Muslim, diyar kir ku li pişt perdeya êrişan, polîtîkaya înkarê ya sed salan a dewleta tirk a li dijî gelê kurd heye û têkildarî armanca êrişan ev tişt gotin: “Rojava îro projeya sed salan e. Di vê projeyê de cihê kurdan jî heye. 8 sal in êrişên dewleta tirk ên li ser kurdan qet ne sekinîn. Yek ji armanca êrişan jî Rojava ye. Komployên li dijî Rojava nehatin rawestandin. Bi gelek rêbazên cuda êriş hatin kirin. Di demekî nêzîk de di bin navê êşîretan ketin nav hewldanan lê bi serneketin. Piştî ku hemû hewldanên wan ên komployê encam negirtin planeke nû xistin meriyetê. Di vê çarçoveyê de qadên xizmetê yên sivîl ku sûcê şer in hedef girtin. Wezîrê Karên Hundir Hakan Fîdan ev sûc bi rêya çapemeniyê deklare kir. 5 roj in ev êriş berdewam dikin, sivîl jî di nav de bi dehan şehîdên me hene. Êriş bi balafirên şer didomin. Armanc jî hilweşandina Rêveberiya Xweser e. Li dijî destkeftiyên kurdan her tim dijminatiyek heye. Ne tenê li Rojava li çar parçeyên Kurdistanê êriş tên kirin. Tiştên ku îro li Rojava tên kirin perçeyekî planeke berfireh in.”
 
DEMA ÊRİŞAN BI WATEDAR E
 
Muslim, bal kişand ku dema êrişan bi watedar e û wiha berdewam kir: “Çalakiya Enqereyê kirin hincet û dest bi êrişan kirin. Lê ne dûr û ne nêz eleqeya Rojava bi êrişê nîne. Dewleta tirk ji berê ve dema êriş dike ji xwe re hincetan digire. Kesên çalakî lidarxistin derketin gotin ‘me kiriye’. Êrişên di meha cotmehê de hatine kirin bi watedar in. 9’ê Cotmehê salvegera Peymana Şengalê ye, DAIŞ’ê di meha cotmehê de êrişî Kobanê kir. Salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye. Komploya Navneteweyî di 9’ê cotmehê de xistin meriyetê. Peyama hate xwestin bê dayîn ev e; em komployê didomînin. Dewleta tirk ji berê ve êrişan girêdayî paşeroja wan a dîrokî pêk tîne.”
 
HELWESTA KOALÎSYONA NAVNETEWÎ Û RÛSYAYÊ 
 
Muslim, helwesta Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê û Rûsyayê nirxand û wiha bi lêv kir: “Ew ne li tu aliyan e, temaşe dikin. Gotineke kurdî heye; Xwediyê gurê dev bixwîn. Dewleta tirk her tim çi Amerîka û çi Rûsya be, her tim bi şantajê dixwaze tiştekî bike. Bi gotina ‘Heke tu wisa bikî ez jî dê wiha bikim’ karên xwe bi rê ve dibe. Niha jî li dijî van şantajan temaşevan in. Çend kurd mirine ne di xema wan de ye. Kesên dimirin zarokên me ne. Li dijî şantajan guhên xwe digirin. Daxuyaniyên ‘em şermezar dikin, bi fikar in’ didin lê tê re nakin, sivîl hêj dimirin.”
 
‘BILA NE LI BENDÊ BIN KU TEHAMUL BIKIN’ 
 
Muslim ê got ku “Heke hûn psîkekê têxin quncekî û bi ser de biçin dê we aciz bike. Bila kes li bendê nebin ku em ê heta dawiyê tehamul bikin” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji berxwedanê bêtir tu vebijêrkên me nînin. Em hewl didin ku her tişt xerabtir nebe. Em naxwazin şer berdewam bike û mirin çêbibin. Em bi hêzên navnetewî re hevdîtinan dikin. Ji ber dewleta tirk di siyaseta navxweyî û ya derve de tengav bûye êriş dike. Pirsgirêka dewleta tirk bi dawî dibe, dê ji cihekê biteqe. Em jî li benda wê ne. Ji ber komploya 9’ê Cotmehê negihişt armanca xwe berdewam dike. Êrişên îro çêdibin girêdayî van in. Ji ber wê kurd û dostên wan divê li her qadê hem li dijî komployê hem li dijî êrişan bertekên xwe nîşan bidin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî hemû êrişan li ber xwe didin, girîng e ku xwedî li vê berxwedanê bê derketin. Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

10/10/2023
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn