Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe

  • rojane
  • 13:57 10 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de wiha hate gotin: “Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe.”

DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” a hêzên ked û demokrasiyê hedef girtibû. Bi ser êrişa bombeyî re 8 sal derbas bûn. Di komkujiyê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di 8’emîn salvegera komkujiyê de, li cihê teqîn çêbûye û li gelek bajaran çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. 
 
ÎZMÎR 
 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li pêşiya Bîrdariya 10’ê Cotmehê a li hemberî Gara Alsancakê, çalakiya bîranînê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Me 10’ê Cotmehê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” hate vekirin û dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Dê kedkar ji kujeran hesabê bipirsin”, “Kujer DAIŞ, hevkar AKP”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li dora bîrdariyê hatin daliqandin. Di saet 10.04’an de ku qetlîam hatibû kirin, piştî rêzgirtinê navên kesên jiyana xwe ji dest dabûn yek bi yek hatin xwendin. 
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK’a Îzmîrê Mûstafa Guven ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê axivî û ev tişt anî ziman: “Qûrnefîlên me di dile her kesê ji bo welateke wekhev, laîk, girêdayî mafên mirovan, têdikoşe de ye. Em ê destûr nedin bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane werin jibîrkirin, em rê nadin ku çalakiyên me yên bîranînê werin astengkirin. Têkoşîna me dê heya kesên di qetlîamê de cih girtine werin darizandin, bidome.” 
 
Piştî bernameyê Ayşe Denîz û Berna Koç li Karşiyakayê, Mûstafa Bûdak li Kaynaklar û Puro Yildirim jî li Ayrancilarê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin ziyaretkirin. 
 
MELETÎ
 
 
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrsiyê ya Meletiyê li Parka Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ya taxa Yeşîlyurtê bernameya bîranînê hate lidarxistin. HDP, Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên navend û navçeyan ên CHP’ê û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Bîranîn piştî meşa li pêşiya Ocaxa Tenduristiyê ya Ozalper heya Bîrdariya Kevokên Aştiyê ya li Parka Aştiyê ya 10’ê Cotmehê domiya, dest pê kir. 
 
Di meşê de pankarta wêneyên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû lêkirin û li ser “Şehîdên Aştiyê yên 10’ê Cotmehê” hate vekirin û dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Şehîdên aştiyê rûmeta me ne” hatin bezkirin. Çalakvan li pêşiya bîrdariyê, di saet 10.04’an ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêzgirtinê girtin. 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Guhezbariya Yekgirtî (BTS) a Meletiyê Hasan Akdemîr di bîranînê de axivî û anî ziman ku ew ji ber hêviya Aştiyê çûbûn Enqereyê. Ser navê malbatan bavê Canberk Bakiş ê di qetlîmê de jiyana xwe ji dest dabû, axivî û anî ziman ku ew 8 sal e li pey edaletê ne. Di bîranînê de ji bo kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane kevokên spî yên aştiyê hatin berdan. Bîranîn bi danîna momik û qûrnefîlên li pêşiya Bîrdariya Kevokên Aştiyê, bi dawî bû. 
 
AMED
 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Abdullah Erol ê di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî bibîr anî. Hevserokê Şaxa 2’yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Hasan Çitrak axivî û ev anî ziman: “Hevalên me yên ji bo cîhaneke xweşiktir, ji bo jiyaneke aştîyane û birûmet ketin rê, rastî qetlîamê hatin. Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin. Em ê ji bo jiyaneke aştîyane û xweşiktir, ji bo em ji zarokên xwe re pêşerojeke baş em ava bikin, bedel çi bibe bila bibe em ê li qadan bin. Piştî axaftinan kesên hatibûn bîranîn qurnefîl danîn ser gora Erol. 
 
Endamên Platformên piştî bîranînê çûn ser gora Feyat Denîz ê di heman qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû. Gora Denîz jî di Goristana Şehîdgehê de hatibû veşartin. 
 
STENBOL 
 
 
Li gelek navçeyên Stenbolê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Ji bilî endam û rêveberên HDK’ê, Partiya Çepên Kesk, HDP’ê, DBP’ê, EMEP’ê, ESP’ê û CHP’ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî bernameyên bîranînan bûn. Bîranîna li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangaziyê hate kirin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji bilî wêneyên kesên hatin qetilkirin pankarta “Em 10’ê Cotmehê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin” hate vekirin. Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîdên şoreşê nemir in” , “Qujer dê hesabê bidin gel” û “Şehîd namirin” hatin berzikirin. 
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Înşaetê (Înşaet Îş) Yûnûs Ozgur, anî ziman ku komkujî bi destê dewletê hatiye kirin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Beser Çelîk jî bal kişand ku faîl diyar in û destnîşan kir ku têkoşîna aştî û demokrasiyê dê bidome. 
 
Nûnera Alinteriyê Muruvvet Kuçuk jî wiha got: “Ew ji bo pira xwişk û biratiyê ya qelsbûyî nehilweşe li wê derê bûn. Mîrateya ku wan ji me re hiştiyê em ê pêşvetir bibin û bidin jiyîn.”
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çêkirina Keştî û Veguhestina Behrê, Depokirin û Antrepovaniyê (Lîmter-Îş) Kanber Saygili, destnîşan kir ku dê dest ji avakirina “pira xwişk û biratiyê” ya di nava gelan de bernedin. 
 
Li navçeyên Umraniye, Kuçukçekmece, Esenler, Sûltangazî, Eyup, Şîşlî, Bayrampaşa û Yedîkûleyê li ser gorên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bernameyên bîranînê hatin çêkirin. 
 
EDENE
 
 
Li ber Gara Edeneyê saet di 10.04’an de bernameya bîranînê hate lidarxistin. Hêzên Demokrasiyê, partiyên siyasî û malbatên 10’ê Cotmehê yên li bajêr tev li bîranînê bûn. Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê Eser Demîrçîn a di bîranînê de axivî, wiha got: “Heta ku kesên di vê komkujiyê de rê li ber kujeran vekirine û berpirsyarên esas ên komkujiyê dernexînin pêşberî darazê û neyên cezakirin dê têkoşîna me berdewam bike. 
 
Sadettîn Sert ê di komkujiyê de birayê xwe Fevzî Sert winda kir jî wiha got: “8 sal derbas bûn lê hêj dilê me dişewite. Em di îsyanê de ne. Di 8 salan de em bi hev re giriyan, ketin û kesên ketî rakirin. Em wiha hatin heta van rojan.”
 
Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a ser goran bi dawî bû.  
 
WAN 
 
 
Şaxa ÎHD’a Wanê jî li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da. Rêveberê komeleyê Mehmet Salîh Coşkûn wiha got: “Pergala darazê kesên ev komkujiya mezin pêk anîn, sûcdarên mirovahiyê parastin. Mixabin heta îro darizandineke bi bandor pêk nehat. Pêvajoya darazê bi awayekî zelal û bi bandor bimeşînin û edaletê bi cih bînin. Êşa kesên xizmên xwe windakirine kêm bikin.”
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD'a Îskenderûnê li Parka Jiyana Bitendurist daxuyanî da. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Coşkûn Selçûk xwest ku faîl derkevin holê. 
 
RIHA 
 
 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Nilgul Çevik, Başak Sidar Çevik û Yimaz Elmascan ê ku di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn li ber goristana navçeya Pirsûsê bi bîr anîn.
 
Endamên platformê ku xwestin li gundê Midepê serdana goristana Nilgul Çevîk û Başak Sîdar Çevîk bikin ji aliyê cendermeyan ve hatin asteng kirin. Cendermeyên ku goristan dorpêçkirin, nehiştin ji bilî malbatê kes derbasî nava goristanê bibe. Endamên platformê tevî parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, serdana Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayîn şûna wê hate kirin ku di komkujiyê de keça wê û dişa wê jî jiyana xwe ji dest dabûn û ew jî birîndar bûbû kirin. Piştî serdanê girsê xwest biçin goristana navçeya Pirsûsê lê li vir careke din ji aliyê cendermeyan ve hatin astengkirin. Li ser astengkirinê Ferît Şenyaşar û endamên platformê bertek nîşan dan û li ser bertekan girse ber bi goristana navçeya Pirsûsê ve bi rê ket. 
 
'EM NADIN JIBÎRKIRIN'
 
Girse xwest serdana gora Yilmaz Elmascan a li goristana navçeyê bikin lê li wir jî destûra serdanê nehat dayin û goristan ji aliyê polîsan ve hate dorpêç kirin. Li ser vê yekê girsê li ber deriyê goristanê daxuyanî dan. Di destpêke de Hatice Çevîk axivî û bi lêv kir ku ew dê nehelin Komkujiya Enqereyê bê jibîrkirin û wiha got: "Hûn bi vê kiryara xwe ve xwedî li vê komkujiyê derdikevin. Ji xwe 8 sal in kujer nehatine dîtin, ev yek jî bi awayekî zelal dide xuya kirin hûn xwedî li vê komkujiyê derdikevin. Bi astengkirina bîranîne re dixwazin 10'ê Cotmehê bidin ji bîr kirin. Lê ev yek ne pêkan e. Em vê komkujiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Heta dawiyê têkoşîna me wê bidomê."
 
'TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOMÊ'
 
Pişt re jî Ferît Şenyaşar axivî. Şenyaşar jî bertek nîşanî astengkirina bîranîna li goristanê da û ev tişt gotin: "Heke li Enqereyê jî evqas polîs hebûna û ewlehiya li wir bihata girtin dibe ku 104 mirovên me jiyana xwe ji dest nedidan. Serokwezîrê wê deme Ahmet Davutoglu di axaftina xwe de gotibû piştî komkujiyê dengên me zêde bûn. Ev yek jî di bîra me de ye. Heta yên ku ev komkujî pêk anînê bên ceza kirin têkoşîna me wê bidomê."
 
Piştî axaftinanan Berdevkê platforme Kemal Yuksekkaya metna daxuyaniyê xwend. Piştî daxuyaniyê girse ji bo bertek nîşan dayinê çalakiya rûniştinê kir. 
 
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û danîna qûrnefîlan a li ber deriyê goristanê ve bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/10/2023
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome