Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin

  • rojane
  • 14:31 11 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrikê û Kobanê 12 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ên Ewlekahiya Hundirîn ên di bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de hatibûn kuştin, bi merasîmên girseyî hatin veşartin. 
 
Cenazeyên endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ên Ewlekahiya Hundirîn Ednan Yûsif, Silêman Enter, Xwînrêj Temê, Mûaz Eta, Ehmed El Xidir, Mihemed El Eswed, Ebdulezîz Elî, Yezen El Keço, Mihemed Xalid û Ebdulwahid El Ehmed îro (11 Cotmeh 2023) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîmek bi heybet hat lidarxistin.
 
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ji bo veşartina cenazeyan ji serê sibehê ve li pêşiya nexweşxaneya Wetanî ya Dêrîkê kom bûn. Girseya gel li vir cenazeyên 10 şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Pakrewangeha Ş. Xebad Dêrik.
 
Karwanê cenazeyan ji aliyê sedan kesan ve bi berzkirina dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Li vir ji bo 10 şervanan merasîm hat lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, wêneyên Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wêneyên 29 şervanan hatin hildan.
 
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ebêd axivî û anî ziman ku bi vê sekna gelê xwe û hêza ewlekariya hundirîn wê bibin şervanên dijî komploya li ser gel tê meşandin. Hesen Ebêd got: “Em ê destkeftiyan biparêzin. Berxwedaniya vî gelê pîroz ku ji mirinê natirse îradeya xwe û hêza xwe ji şehîdan digire.”
 
Şewirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî destnîşan kir ku helwesta li Dêrîkê tê nîşandan encama şerê gelê şoreşgerî ye û wiha domand: "Ev hêz dagirkeriya Tirkiyeyê dihejîne. Em pişta xwe nadin tu hêzan. Hêza me ya herî mezin a gelê me û şervanên me ye.”
 
'TOLHILDAN ERKA ME YE' 
 
Endama Rêveberiya Giştî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dilêr Temo jî diyar kir ku wê tola hevrêyên xwe rakin û wiha axivî: “Ev êriş tu carî îradeya me naşkînin, berevajî wê hêza me xurtir dikin, têkoşîn û berxwedaniyê zêde dike. Di encama êrişê de 29 lehengên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rihekî fedayî xebat didan meşandin. Li hemberî êrişên ser herêmê ev hevalên me xwedî helwest û bersiv bûn. Rojeke bi êş e, lê tolhildan erka me ye. Em vê jibîr nakin û em ê tolê rakin.”
 
Piştî axaftinan wesîqeyên 10 şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
 
Di dawiya merasîmê de cenazeyên Xwînrêj Temê, Ednan Yusif, Silêman Enter û Muaz Eta li ser milan birin nava pakrawangeha Şehîd Xebat Dêrîk û spastin axê.
 
Cenazeyên Ehmed Qemar El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezem Xidir Elgico, Mihemed Melê Ehmed Xalid jî ji bo ku bispêrin axê ber bi Pakrawengeha Şehîd Uqab El Eswed a Til Koçerê ve hatin rêkirin û li vir hatin veşartin. 
 
Cenazeyê Ebdulwehad el Ehmed li Pakrawengeha Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê hat veşartin. 
 
KOBANÊ
 
Bi hezarên şêniyên bajarê Kobanê, navçeya Eyn Îsa, Minbic û endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên herêma Firatê tev li merasîma cenazeyên Elî Mihemed Osman û Orhan Hisên Miho yên ku di êrişa Tirkiyeyê de ya li ser akademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê de ya li navçeya Dêrikê li kantona Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Di destpêka merasîma ku li Goristana Şehîd Dicle hat lidarxistin de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê herêmê koçber bike. Hêzên navneteweyî li hember van êrişan dûrûtiyê dimeşînin. Em dê li ser soza xwe bin ku me daye şehîdan. Em dev ji xeta berxwedanê ya me ji şehîdan girtiye, bernadin û fedakariyên wan wisa vê berdêl namînin.”
 
“HEWL DIDIN PROJEYA ME BI BIN BIXIN”
 
Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Kobanê jî got: “Îro, roja berxwedanê, roja fedakariyan û fedaîtiyê ye. Roja ku ders bidin dagirkeran ku ev xwediyên vê axê hene û wê diparêzin, gelê wê yek in û projeya wan a demokratîk heye ya ku li pêşiya komployên derve û êrişên dewleta Tirk bûye bendeke asê. Ew dixwazin me vegerin serdemên tarî, lê me xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye û dê tevahî komployan têk bibin.”
 
Şêro Kobanê soz da ku dê gel û herêmê biparêzin û xayînan efû nakin û dê li ser soza ku dane şehîdan bin.
 
Welatiyê bi navê Izedîn Şêxî li ser navê her du malbatên cenazeyan axivî û rola şervanan a di parastina nasnameyên gelan de silav  kir û di heman demê de bang li gelê herêmê kir ku li dijî êrişan bibin yek.
 
Di dawiya merasîmê de, wesîqeyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin. Dûre girseya gel cenazeyan bi merasîmeke heybet spartin axê.
 

Sernavên din

12/10/2023
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome