‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’

  • rojane
  • 15:49 12 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Di darizandina Doza Kobanê de agahî û îdiayên têkildarî dozger Ahmet Altûn ku îdianameya dozê amadekiriye bûn rojev. Siyasetmedarê kurd Nazmî Gur, ji şandeya dadgehê re wiha got: “Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe.”

 
Rûniştina çaremîn a danişîna 36’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 
 
Alp Altinors, Gunay Kûbîlay û Nazmî Gur di danişînê de amade bûn. Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û hin siyasetmedarên jin jî ji girtîgehên ku lê tên ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Bi destpêkirina danişînê şandeya dadgehê ji bo rewşa girtinê li ber çavan derbas bike mafê axaftinê da dozger. Dozgerî mutala da ku rewşa girtinê ya girtiyan berdewam bike. Alp Altinors ê li dijî vê daxwazê ewilî mafê axaftinê wergirt diyar kir ku beyanên şahidan ên dozger dike hinceta girtinê rast nînin û xwest ji ber vê yekê hincet li ber çavan neyê girtin. Altinors wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu sedemekî hiqûqî nîne ku ji rewşa girtinê re bibe hincet. Em ji destpêkê ve dibêjin ku ev dosya komplo ye û hêj jî dibêjin. Em agahiyên têkildarî dozger Ahmet Altûn ê ev dosya vekiriye dibîhisin. Altûn di heman demê de li dosyaya Sînan Ateş jî dinêre lê ji ber MHP’î tên darizandin dixwaze ji dosyayê vekişe. Dozger hewl dide jê bireve û dûr bikeve.”
 
BIRYARÊN DMME’YÊ BI BÎR XISTIN 
 
Yek ji siyasetmedaran Îsmaîl Şengul ê piştî Altinors axivî, parastin kir. Şengul, ê li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Demîrtaş û Yuksekdag sekini, anî ziman ku di her du biryaran de biryara ku ‘binpêkirin’ heye derket lê hêj jî girtî ne anî ziman ku divê biryar were pêkanîn. 
 
‘ÎDIANAME LI MUTBEXA MHP’Ê HATE AMADEKIRIN!’
 
Siyasetmedar Nazmî Gur jî da zanîn ku biryarên dadgehê beriya mehekê têkildarî rewşa girtinê dabûn birine dadgeha jortir lê bersiv encax îro hatine û wiha got: “Maşallah daraza me çiqas bilez e. Ev rewş girîngiya ku daraz dide darizandinê nîşan dide. Em îtîrazî dadgeha jor dikin û bêyî hincetekê nîşan bidin red dikin. Me ji destpêkê got ev dozeke komployê ye. Me got ev îdianame li mutbexa MHP’ê hatiye amadekirin. Piştî 3 salan ev îddia min hate piştrastkirin. Dîrok dê me piştrast bike. Damezrînerê komployê avaniya paralel a MHP’ê ya li darazê ye. Ji Bahtiyar Çolak dest pê dike heta Ahmet Altûn… MHP’ê tenê komplo li me nekiriye li AKP’ê jî kiriye.” 
 
Gur, di berdewama parastina xwe de jî bal kişand ser îdiayên derbarê serdozger Ahmet Altun de ku lêpirsîn da destpêkirin û bû sedema vekirina dozê û amadekirina îdîanameyê. Gur, anî ziman ku her kes dizane ku Altûn nêzî MHP’ê ye û wiha berdewam kir: “Ev Altûn kî ye? Kesê ku komplo amade kiriye. Hûn me li gorî çi digirin. Lİ gorî îdiayên ku Altûn amade kirine. Em baş dizanin ku hûn ji ber çi me digirin. Ji xwe DMME dibêje sedemên siyasî. Em jî dibêjin komplo. Ev Ahmet Altûn nayê darizandin? Derbarê dozgerê ku endamê Dadgeha Bilind e û ev kes peywîrdar kiriye de gelek îdia hene. Tê gotin ku têkiliyên wî bi serokên çeteyan re hene. Ev dosya dê biçe ber destê wî jî. Hûn komployê dibînin? Dibînin ku kê rol girtine?
 
Gur, anî ziman ku beyanên şahidên nepen nikarin ji bo hukmî esas bên girtin û bal kişand ser biryarên Dadgeha Bilind. Gur, destnîşan kir ku ji rewşa girtinê re ev beyan weke hincet tên nîşan dan û bertek nîşanî vê yekê da. 
 
‘REWŞA AHMET ALTÛN ÇARESER BIKIN DÊ EV DOSYA JÎ ÇARESER BIBE’ 
 
Gur ê bang li şandeya dadgehê kir got ku “Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya jî çareser bibe.”
 
Piştî Gur Alî Urkut ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û bal kişand ser îdiayên têkildarî dozger Ahmet Altûn. 
 
Siyasetmedar Ayşe Yagci ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin jî têkildarî rewşa girtina wan mafê axaftinê wergirt û xwest hemû girtî bên berdan.  
 
ODÛNCÛ LI ODEYA SEGBÎSÊ ACIZ BÛ
 
Pervîn Odûncû ya di dema parastinan de aciz bû, neçar ma ji odeya SEGBÎS’ê derkeve. Dû re siyasetmedara girtî Meryem Adibellî parastin kir û diyar kir ku xebatên wê yên di bin banê partiya siyasî de kirine mijara sûc û ev rewş nayê qebûlkirin. 
 
Şandeyê piştî parastina Adibellî navber da danişînê. 
 
 
 

Sernavên din

16/10/2023
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike